Di siya şer de Pêşnûmeya Destûra Filistînê û nîqaşa li ser mafên jinan

Pêşnûmeya destûra demkî ya Filistînê dema ku ket qada nîqaşa giştî, bi hevdemî bi şer û bêaramiya siyasî re, di navbera du nêrînên cuda de nakokiyek girîng dihewîne.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Pêşnûmeya destûra Filistînê di nîvê meha Nîsanê de ket meriyetê. Di vê pêşnûmeyê de mafên jinan di çend xalên bingehîn de bi awayekî belav hatin sepandin. Yek ji wan, di beşa “Maf û Azadiyên Giştî” de xala 27’an e. Ev xal, balê dikişîne ser ku Filistînî li ber qanûnê wekhev in û tu ferq û cudahî di nav wan de tune ye. Her wiha madeya 41’an diyar dike ku girtina post û karên giştî li ser bingehê wekheviya derfetê mafê hemû welatiyan e, di nav de jin jî hene.

Lê belê, yek ji pirsgirêkên sereke yên vê pêşnûmeyê ev e ku ew di şert û mercên ku hê jî dewletek bi serweriya temam û sazûmanên stabîl tune ne de çawa tê sepandin. Rewşa siyasî û ewlekariyê, bi taybetî li Şerîda Xezayê ku zêdetir ji du salan şer lê heye, sepandina piraniya madeyên destûrê dijwartir dike. Destûr bi awayekî xwezayî pêdivî bi hawirdorek stabîl, sazûmanên rêveberiya bihêz û mîsogerkirina mafan û berpirsiyariyê heye. Di şertên ku tê de dabeşbûna siyasî, lawazbûna sazûmanan û astengî di xizmetên bingehîn de heye, ev pêşnûme zêdetir dişibe çarçoveyek teorîk û paşerojî, ne sîstemek ku niha dikare bi rastî were sepandin.

Di gel vê, hin çalakvanan bawer dikin ku hebûna pêşnûmeyek wisa gavek girîng û bingehîn e. Ji ber ku dikare çarçoveya pergala qanûnî ya paşerojê diyar bike û heta ku şert ji bo pejirandina destûra daîmî amade bibin, astengiya valahiya qanûnî bigire.

Pirsgirêkên nûnertiya jinan di Pêşnûmeya Destûra Filistînê de

Çalakvana qanûnî Lubna El-Dîb diyar kir ku nîqaşa li ser pêşnûmeya destûra demkî ya Filistînê di sala 2026’an de girîng e. Li gorî Lubna El-Dîb, Filistînî ji qanûna bingehîn a destûrê ber bi çarçoveyek rêberîker û piştre ber bi pêşnûmeya demkî ve çûne; ev jî tê wateya ku zemînek qanûnî ji bo parastina komên herî lawaz di nav civakê de hatiye çêkirin.

Her wiha destnîşan kir ku hebûna destûrê ji bo welatekî di bin dagirkirinê de ye, nîşaneyek ji hebûna Filistînê li ser asta navneteweyî û jêhatîbûna gelê wê ye û wiha domand: “Karên xwe yên navxweyî birêve bibe, bi taybetî ji bo jinan ku piştî şikestina sala 1948’an hêdî hêdî rolên civakî û siyasî zêde kirine. Jinên Filistînê ji salên 1960’an ve di nav çalakiyên siyasî û têkoşînê de rolên çalak girtine.”

‘Mafên jinên Filistînî di bin peyva giştî ‘Filistînî’ de tê gotin’

Lubna di berdewama axaftina xwe de rexneyek wiha kir: “Di nava metna pêşnûmeyê de mafên jinan bi awayekî zelal û taybet nehatine diyarkirin. Piraniya mafan di nav peyva giştî ya “Filistînî” de têne gotin, ev jî derfetê ji bo şîrove û nezelaliyê dihêle. Her wiha, tevlîbûna Filistînê bi peymanên navneteweyî yên wekî “CEDAW” pêdivî û girêdayî ye û divê ev yek bi awayekî zelal di destûrê de were xuyakirin.”

Li gorî Lubna nêrîna pêdiviya parastina jinan, bi zimanekî qanûnî yê zelaltir heye. Lubna wiha berdewam kir: “Tenê gotina wekheviyê an jî wekheviya derfetê têr nake. Di hin civakên Ereban de beşdariya jinan di siyasetê de sînordar e, ji ber vê yekê dibêje ku danîna kotayê dikare mîsogeriyek çalak çêke.”

‘Tundiya li dijî jinan di çarçoveya ‘parastina malbatê’ de hatiye nîqaşkirin’

Lubna ragihand ku mafên jinan di pêşnûmeyê de li ser mijarên wekî malbat, dayîktiyê, parastin (hizanet) û tundiyê hatine gotin, lê bi awayekî giştî û bê hûrguliyên têr hebin. Mînak, tundiya li dijî jinan bi taybetî nehatî diyarkirin, lê zêdetir di çarçoveya “parastina malbatê” de hatiye nîqaşkirin.

Lubna her wiha hinek xalên têkildarî temenê zewacê rexne kir û wiha got: “Dayîna ehliyeta qanûnî ya sînordar e ji bo jinan di vê warê de bi standardên navneteweyî yên ku temenê 18 salî wekî pîvana mezinbûna qanûnî qebûl dikin re, li dijî hev e. Rêjeya ji sedî 30 ji bo nûnertiya jinan têr nake û di qonaxa veguherînê de divê ev rêje herî kêm ji sedî 50 be.”

‘Pêşnûmeya destûrê di şertên bêaramiyê de amûrek guncav e’

Çalakvana civakî Şehid El-Şerfa bawer dike ku jin ne tenê nîvê civakê ne, her wiha bingeha avakirina wê ne, bi taybetî jinên Xezayê ku di şertên dijwar de jî rolên çalak girtine. Şehid mijarê wiha nirxand: “Pêşnûmeya destûra demkî di şertên taybet ên Filistînê de, ku di bin zexta şer û krîzên ewlekariyê de ye, belgeyek destpêkê ye ku ne dawîn e. Ev belge di mehên dawî de ji bo nîqaşa giştî, sererastkirin û belkî referandûmê hatiye pêşkêşkirin.”

Şehid diyar kir ku ev cure pêşnûme ji bo welatên ku di bin şertên dagirkirinê an bêaramiyê de ne, amûrek veguherînê ye ku dikare di navbera 4–5 salan de bingeha ji bo pejirandina destûra dawîn amade bike. Komîteya amadekirina destûrê bi hevkariya Wezareta Karên Jinan û rêxistinên civaka sivîl re, hewl dide ku mafên jinan bi awayekî zelaltir di metnê de cih bicih bike. Lê şertên şer û krîzên heyî jî nahêlin ku qanûn bi tevahî were sepandin.

Di dawiyê de Lubna diyar dike ku pêşnûme wekî “gavek erênî û pêşvebirî” ye. Her wiha dstnîşan dike ku sepandina rastîn a wê, girêdayî aramiya siyasî û bidawîbûna krîzan e.

Nêrîn û nirxandinên giştî

Bi giştî, derbarê pêşnûmeya destûra Filistînê de du nêrînên cuda hene; Yek balê dikişîne ser qelsiyên qanûnî û nebûna zelaliya destekkirina jinan, lê ya din jî di rewşeke krîtîk de gaveke veguhestinê ya pêwîst dibîne.