‘Di parlamentoya nû de hejmara jinan pir kêm e’

Kêmbûna hejmara namzedên jin ji bo hilbijartinên pêşerojê yên qanûnî, tirsa civaka sivîl, nemaze dînamîka femînîst, kêmbûna hejmara jinan di parlamentoya nû de piştrast kir.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Pejirandina sîstema dengdana li ser kesan prensîba hevsengiyê di namzedbûna hilbijartinan de napejirîne û temînatên pêwîst ji bo bidestxistina wekheviyê erê nake. Ev yek bûye sedema dûrxistina jinan ji hilbijartinên qanûnî yên li pêş ku ev yek dê bibe sedema kêmbûna şansa wan di hemû encûmenên hilbijartî de.

Asya El-Herabî behsa ezmûna xwe ya weke çalakvaneke siyasî dike ku ji bo hilbijartinên li pêş bû namzed û rastî gelek zehmetiyan hat û wiha got: “Ezmûna min di hilbijartinan û xebata siyasî de ne ne tiştekî nû ye, di sala 2009’an de beşdarî hilbijartinên şaredariyan bûm, di sala 2014’an de beşdarî hilbijartinên qanûnî bûm, di 2018’an de bûm şêwirmenda şaredariya Tûnisê. Daxwazeke min a mezin heye ku ez ji bo parlamentoya li pêş bibim namzed. Ji ber ku paşerojeke min a siyasî heye, ez di nav kesên yekem de bûm ku dosyayên wan ji bo namzediyê hat pêşkêşkirin. Dema ku min li deriyan dixist ji bo ji cîranan pêşniyaran bigrim, hinekan ji min dipirsîn û digotin tu yê çi bidî min? Tevî ku min projeya xwe ya hilbijartinê û siyasî pêşkêşî wan dikir jî ev pirs dikirin.”

‘Ji ber ku sozên dane neanîne cih gelek kes namzedan hilnabijêrin’

Asya El-Herabî da zanîn ku namzediya wê ji bo piştgirîkirina hebûna wê ya di cihên biryardayînê de şêwazeke têkoşînê bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Gelek jin namzedên jin hilnabijêrin, ji ber ku namzedên berê sozên ku dabûn hilbijêrên xwe pêk neanîn. Hejmarek ji welatiyan jinan hilnabijêrin û rêjeya wan ji sedî 30 derbas nabe lê piraniya wan vedigerin sîstema hilbijartinan û xwe ji hilbijartinan dûr dixin, ji ber ku parlamentoya berê bandorek gelek xirab li ser wan hiştiye.”

‘Em difikirin ku zagon xizmeta jinan nakin’

Asya El-Herabî anî ziman ku parlamentoya li pêş dê di asta zagon û verastkirinên têkildarî mafên jinan de lawaz be û bandoreke neyînî çêbike û wiha axivî: “Hejmara namzedên jin heta niha gihîştiye 121 kesan û weke Komeleya Xebatkarên Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî em ê di rêwîtiya wan a hilbijartinê de piştgiriyê bidin wan. Em li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi giştî di warê mafên ku me bi dest xistine û cihên me girtine de wek mînak tên hesibandin û dibe ku em zêdetir pêşve biçin. Bi rastî em di destpêkê de difikirîn ku me zagona hilbijartinê bi awayê pêwîst nexwendiye. Her wiha em difikirîn ku qanûn xizmeta jinan nake. Pêwîst e qanûn ji nû ve bên nirxandin, civîn bên xurtkirin, jin jî tevlî derxistina qanûn û pêşniyaran bibin.

Asya El-Herabî eşkere kir ku berê jinên Tûnisê di amadekirina qanûnan de nêrînên xwe dianîn ziman, û wiha got: “Piştî şoreşê, tişta ku hat serê Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê, hişt ku gelek îmtiyazên xwe winda bikin. Karkerên jin ên Tûnisî pir bi bandor bûn û dibe ku ew rastî her cure tacîz û astengiyan hatibin."

‘Civaka sivîl dê li dijî kêmkirina mafên jinan bibe kelem’

Analîsta siyasî ya Komeleya Dengên Jinan Sara El-Medînî destnîşan kir ku mersûmê jimare 55 ji nûvekirina sîstema dengdanê ya berê hat ku hevsengiya di navbera zayendan de dihewand û wiha got: “Di bin sîstema dengdana li ser kesan de, pir zehmet e ku prensîba hevsengiya di navbera her du zayendan de hebe. Gelek kesan pêşniyarek pêşkêş kirin, ew jî namzediya dualî bû ango jin û mêr di heman demê de dikaribûn bibin namzed lê serokomar ev pêşniyar red kir.”

‘Desthilatdariyê li hemberî pêşniyar û rexneyên me guhên xwe girtibû’

Sara El-Medînî anî ziman ku hejmara namzedan gihîştiye hezar û 400 dosyayan, tenê 200 dosyayên jinan hene û wiha got: “Eger ev yek tiştekî nîşan bide, wê demê diyar dibe ku sîstema dengdana li ser kesan dê mecliseke ku hema bibêje ji jin û ciwanan bêpar e hebe û dê bi rengê mêranî be. Dînamîkên femînîst ên ji derketina mersûma jimare 55’an bi lez û bez tevgeriyan û daxuyanî dan û civînên çapemeniyê li dar xistin, lêkolîn hatin pêşkêşkirin. Desthilatdarî li hember pêşniyar, rexne û dengê me guhên xwe girtibû, ev yek li ber çavan nehat girtin û delîl jî ev e ku tu guhertin çênebûye, rewş her ku diçe xirabtir dibe. Di parlamentoya li pêş de hebûna jinan a lawaz dê bandoreke mezin bike. Komeleya Dengên Jinan piştgiriya xwe ya ji bo pirsgirêkên jinan didomîne.”