‘Demokrasî û azadiya li Sûriyeyê girêdayî hêzdarkirina jinan e’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Xunav Xelîl da zanîn ku demokrasî û azadî li Sûriyeyê girêdayî bihêzkirina jinan e.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Di 31'ê Tîrmehê de, Platforma Çalakiyên Jinan a Hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û kampanyayeke hevgirtina jinan bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê li hember qirkirinê" ragihand. Kampanya gelek çalakî û bûyerên bi armanca piştgirî û alîkariya jinên Suweydayê dihewîne.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya organîzekirina çalakî û xebatên li dijî kiryarên cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), yên ku bi kirasê "rêveberiya demkî" welat kontrol kirine, hevgirtina xwe ya bi civakên Elewî û Durzî re nîşan dan.

Mafê her pêkhateyekê heye ku bi nasname û çanda xwe bijî

Endama Koordînasyona Kongra Star li bajarê Kobanê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xunav Xelîl li ser qonaxa krîtîk a ku Sûriye tê re derbas dibe axivî. Xunav destnîşan kir ku di serdemeke hesas re derbas dibin û wiha got: “Bi salan e gelê Sûriyeyê rastî kuştin, niheqî û êrîşan tên û mafê jiyana bi nasname, çand, maf û îradeya xwe di aştî, ewlehî, azadî û demokrasiyê de, ji wan tê girtin. Rejîma berê ya Sûriyeyê di bin navê ‘Komara Erebî ya Sûriyeyê’ de siyaseteke yek-nasnameyî meşand. Bi awayekî ku bi rastiya Sûriyeyê re nakok e ku gelek pêkhateyan dihewîne, zilmê li wan gelan kir ku di nav de Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî û Asûrî hebûn ku mafê her yek ji wan heye ku bi nasname û çanda xwe bijî.”

'Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê hêviyên gel têk bir'

Xunav Xelîl diyar kir ku daxwazên gelê Sûriyeyê ji bo azadî, edalet û sîstemeke demokratîk encama salên tepeserkirinê ne û wiha axivî: “Hilweşîna rejîma berê rastiya Sûriyeyê neguherand. Berevajî vê, hêviyên gelê Sûriyeyê ji aliyê rêveberiya demkî ve hatin pûçkirin, ku heman tepeserkirin lê bi navekî cuda pêk anî. Gelê Sûriyeyê îro bi niheqî, kuştin, jenosîd, îşkence û komkujiyan û mafê wan tune ku xwe îfade bikin an jî mafên xwe bixwazin re rûbirû dimînin. Rêveberiya heyî, wezaret û encumen nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin û temsîliyeta jinan tuneye.”

Xunav Xelîl bal kişand ser komkujî û binpêkirinên ku ji aliyê cîhadîstên HTŞ'ê ve li dijî pêkhateyên Sûriyeyê hatine kirin û got: “Komkujiyên ku pêkhateyên Elewî li peravê hedef girtin peyman, qanûn û prensîbên mirovî yên navneteweyî binpê dike. Her wiha kumkujî li başûrê Sûriyeyê li bajarê Suweydayê li dijî pêkhateyên Durzî jî sînaryoya peravê dubare kir û di encamê de bi dehan jin hê jî winda ne, sivîl û zarokên bêguneh bûn armancên kiryar û binpêkirinên cîhadîstan.”

Daxwaza Durziyan a Rêveberiya Xweser

Xunav Xelîl daxwazên gelê Suweydayê ji bo Rêveberiya Xweser wek mafek rewa yê parastinê binav kir û wiha dewamî da gotinên xwe: “Gelê Suweydayê hat kuştin û niheqî li wan hat kirin, malên wan hatin dizîn û zarokên wan ji dorpêçkirin û kêmbûna xurekê êş kişandin. Bêdengiya navneteweyî û Ereban jî serdest bû, ji ber vê gel dest bi daxwaza Rêveberiya Xweser û dû re serxwebûnê kir. Ew Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek modelek ji bo jiyana hevbeş dibînin. Li ser vê bingehê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersîva daxwazan da û bi hemû rê û derfetan piştgirî da gelê Suweydayê.”

Hemleya ji bo piştgirî û alîkariya jinên Suweydayê

Xunav Xelîl balkişand ser pêngava piştevaniyê ji bo gelê Suweydayê ku bi taybetî ji bo jinan hatiye destpêkirin û wiha pêl da gotinên xwe: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya kampanyayeke hevgirtinê ya jinan ku di 31'ê Tîrmehê de bi dirûşmeya 'Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Suweydayê li hember qirkirinê' hate ragihandin, hevgirtina xwe bi jinên Suweydayê re nîşan dane. Bi taybetî ji bo yên ku ji destpêka bûyeran ve çarenûsa wan ne diyar e. Kongra Star tevgereke ji bo rizgariya hemû jinan e û ji bo azadiya her jineke ku li çar aliyê cîhanê bi tundî, niheqî û kuştinê re rûbirû dimîne. Ew ji bo ku jin mafên xwe bi dest bixin û cihê xwe di sazî û navendan de bi dest bixin, têdikoşe."

Encamên kampanyaya piştevaniyê

Xunav Xelîl destnîşan kir ku çalakiyên kampanyayê encamên xwe hene ku divê werin bicîhanîn û wiha got: “Di nav encamên kampanyayê de, pêwîstiya hesabpirsîna sûcdarên sûcên li dijî jinan li perav û Suweydayê heye. Hat daxwazkirin ku welatên cîhanê û rêxistinên bi mafên mirovan û zarokan re eleqedar in helwesta xwe di derbarê ezmûnên gel, zarok û jinên Suweydayê de diyar bikin. Divê jinên Suweydayê xwe birêxistin bikin da ku bikaribin li hember feraseta mêr a ku armanca wê tunekirina nasnameya jinan e rawestin. Her wiha şoreşa jinan û pêşengiya jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek mînakek berxwedanê bibînin da ku ew bikaribin di hemû forumên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de bibin biryarder.”

'Bi yekkirina jinan dê Sûriyeyek azad û demokratîk ava bibe'

Xunav Xelîl destnîşan kir ku avakirina sîstemeke navendî li Sûriyeyê zehmet e, ji ber ku çareseriya rast sîstemeke nenavendî û demokratîk e ku li gorî pêkhateya demografîk a Sûriyeyê ye. Xunav Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê navendîbûnê, her pêkhate dê maf û nasnameya xwe di Sûriyeya nû de garantî bike. Ji ber ku em hemû Sûrî ne, divê em bibin yek gel û di Sûriyeyeke azad û demokratîk de, mîna tabloyeke biharê, bi hev re bijîn. Ev yek dê bi pêkanîna projeya Rêber Ocalan li hemû herêmên Sûriyeyê pêk were. Bi yekkirina jinan û pêşengiya wan, em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin.”