“Darizandina Çîçek Kobanê ji aliyê dewleta tirk ve binpêkirina zagonên cîhanê ye”

Rêveberiya Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişlo Henîfe Muhemed der barê darizandina dewleta tirk jina kurd Çîçek Kobanê ya cezayê muebed lê hat birîn got: “Darziandina Çîçek Kobanê ji aliyê dewleta tirk ve binpêkirina zagonên cîhanê ye.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Dewleta tirk a dagirker di sala 2019’an de dest bi operasyona dagirkeriyê li ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî kir û di encamê de ew bajar dagir kirin. Di nava wê operasyonê de û wekî her operasyonê dagirkerî û dijmirovahiyê ku dide destpêkirin, gelek kiryarên hov der heqê welatî û sivîlan de pêk anî. Şervana Yekîniyên Parastina Jin YPJ Dozgîn Temo bi navê tevgerî (Çîçek Kobanê) ku di wê demê parastina axa xwe ji çeteyan dikir, di 21’ê Cotmeha 2019’an de li Gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê birîndar bû, dîl hat girtin, çeteyên li ser navê dewleta tirk wê revandin Tirkiyeyê. Di wê girtinê de dîmenek hebû çete li dorê wê kom bûbûn. Ev dîmen li ser medyaya civakî hat parvekirin da ku di şexsê wê de jinan bişkînin û bibêjin vaye me yek ji we dîl girtiye û nikare tiştek bike. Bêguman teslîmkariya ku wan dixwest pêk nehat û heya roja îro Çîçek, bi hezaran wekî wê li ber xwe didin. Piştî 3 salan ji dîlgirtinê, dewleta tirk niha jî cezayê girankirî yê mûebed lê birî. Der barê vê yekê de, Rêveberiya Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişlo Henîfe Muhemed ji ajansa me re axivî.

“Sînor ji dijmin re tune ye oposîzyona Sûriyeyê jî bi pere hatiye kirîn!”

Henîfe Muhemed got ku dewleta tirk sînor jê re tune ye û oposîzyona Sûriyeyê bi pere kiriye ku îro bi navê wê dixebite û wiha dest bi axaftinê kir: “Di aloziya Sûriyeyê de em wekî Kurd an jî gelê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve berxwedaneke mezin kir ji bo parastina axa xwe ji hemû xetere û metirsiyan. Ji sala 2014’an ve dema Rêveberiya xweser hat avakirin, keç û xortên me çekan girtin çek û rext ji bo parastina axa welat e. Dewleta tirk dewleteke barbar e û wekî dewleteke cîran tevnegeriya, mixabin wekî dijminek sereke êrîşî tevahî axa Sûriyeyê kir bi taybetî herêm û navçeyên Kurdan. Zagonên dunyayê rê nade ku dewletek bêmaf û bêdestûr bikeve sînorê dewleteke din û dagir bike lê dewleta tirk rê li ber hat vekirin ku vê yekê bike û ket herêmên Sûriyeyê, bi hezaran binpêkirin kir. Her wiha şoreşa Sûriyeyê ya ku ji bo serhildana gelê Sûriyeyê li dijî zilmê çêbû, ji hev xist û eşkere opozîsyonê bi pere kirî.”

Bi çi mafî dewleta tirk li jineke ne ji Tirkiyê ceza dibe?

Henîfe Muhemed nerazîbûna xwe der barê cezayê dewleta tirk ji jineke ne ji axa Tirkiyeyê re anî ziman û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dewleta tirk statuya li Başûrê Kurdistanê wekî sedema bêdengiya xwe pênase dike, ji bo vê yekê jî dest bi êrîşên li ser Rojava kir da ku statuyeke wê ya siyasî çênebe. Bi van êrîşan re hin bajarên Rojavayê Kurdistanê wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir. Di sala 2019’an de di operasyona dewleta tirk a dagrikirina Serê Kaniyê û Girê Spî de jina Kurd Çîçek Kobanê ku ji bo parastina bajarê xwe têdikoşiya li hember dagirkeriyê dîl girt û ew xistin zindana Tirkiyeyê. Kanê mafên mirovan? Çawa dibe ku tu jineke ji welatekî din ku derbasî axa Tirkiyeyê nebûye û tenê li welatê xwe parastina xwe dike dîl digirî û ceza lê dibirî? Çîçek Kobanê li pêşiya çavên cîhanê bi rengekî dûrî mirovahiyê û pîvanan hat girtin û dîmenên wê jî hatin belavkirin di nav raya giştî de. Bi çi mafî ev jin bi destên dewleta tirk tê darizandin û cezayê mûebed li wê tê birîn?”

“DAIŞ bi têkoşîna Çîçekan hat şikandin”

Henîfa Muhemed got ku DAIŞ bi têkoşîna jinên Kurd û lehengiya wan hatiye şikandin û wiha domand: “Bêdengiya cîhanê dihêle ku em matmayî bimînin û gelek fikir werin serê me gelo em wekî Kurd ne însan in û mafê me yê jiyana bi çand û hebûna xwe tune ye? Di heman demê de dewleta tirk dengê xwe bilind dike û dibêje dê penaberên Sûriyeyê vegerîne û li herêmên dagirkirî bi cih bike. Jixwe em ji bîr nekin ên ku bi hezaran sivîl penaber û kocber kir dîsa ew bû ku dixwaze li ser hesabê van penaberan bazarê bike. Dewleta tirk qaşo endamekî NATO’ye û tevî vê jî NATO dengê xwe nake, dîsa jî em dibêjin ku bi çi mafî jineke Kurd ji Sûriyeyê bi destên dewleta tirk û di axa Tirkiyeyê de tê darizandin? Hêza terorê DAIŞ’a ku bingeha metirsiya cîhanê bû, bi taybetî serkêşê wê dewleta tirk bû û destek didayê bi têkoşîna Çîçekan, bi destên jinên kurd YPJ’ê hat şikandin. Çîçek parastina welatên cîhanê kir ku ew îro bi aramî dijîn û lê ya ku bûye qurbanî, Çîçek e!”

“Bêdengiya cîhanê sedema qetilkirina me ye, bêdengî hevkariya bi kiryarên wê re ye”

Henîfa Muhemed da zanîn ku bêdengiya cîhanê sedema qetilkirina gelê Sûriyeyê ye û ev bêdengî wekî hevkariyeke eşkere ji kiryarên dewleta tirk re tê pênasekirin û wiha pêde çû: “Madem kesê me tune ye û tu dewlet xwedî li me dernakeve, em jî dibêjin ku li Rojava sîstema Neteweya demokratîk hatiye avakirin. Sûriye ya hemû Sûriyeyiyan e bi hemû pêkhateyên xwe û mafê her kesî heye ku tê de bijîn û parastina axa wê bikin bêyî ku dewletek din bi bêmafî nêzî wî bibe. Pêwîst e em li pêşiya kiryarên dewleta tirk û wêrankirina wê ya li ser welatê me bisekinin û bêdeng nemînin. Bi dehan belge ji saziyên mafên mirovan re û aliyên pêwendîdar re hatin şandin bi riya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê. Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser Jinan, Mala Jin û Edaleta Jin hatin şandin. Hewce nake ku belge der barê doza Hevrîn xelef de were şandin ji ber li pêş çavên tevahî dinyayê îşkence li ser hat kirin û bi riya dîmenan hat belgekirin lê mixabin dîsa jî tu kesê dengê xwe dernexist. Her wiha Çîçek kobanê jî ji bo parstina xwe rahiştibû çekê û li pêş çavêm cîhanê hat îşkencekirin û dîmenê wê li ser medyaya civakî hat hat belavkirin. Sedema qetilkirina gelê me ya sereke bêdengiya cîhanê ye, em bêdengiya cîhanê wekî hevkariya bi kiryarên wê yên hovane re pênase dikin û ev yek cihê mixabiniyê ye.”

“Gelek belge hatin dayîn em ê hîn jî berdewam bikin heya dewleta tirk were cezakirin”

Henîfa Muhemed destnîşan kir ku gelek belge ji aliyên pêwendîdar re hatine şandin ji bo derxistina rastiyê her wiha teqez kir ku dê li hemberî dewleta tirk xwedî helwesteke xurt bin û wiha bi dawî kir: “Eger bixwazin em ê bi hezara belgeyên din jî ji aliyên pêwendîdar re bişînin da ku em îsbat bikin dewleta tirk bi çi rengê hov, nêzî gelên sîvl dibe û komkujiyan li ser wan pêk tîne, bi armanca tunebûna gelê Kurd. Em ê li hemberî siyaseta qirêj berxwedana xwe berdewam bikin. Em wekî jin û mêrên kal amade ne ji bo parastian axa xwe. Bila dewleta tirk ne di wan xewn û xeyalên xwe de be ku ehdê Osmaniyan vejîn bike. Ji ber ku em ne gelê berî 100 salan e em gelê 2022’an e, me tama azadiyê girtiye piştî avakirina Rêveberiya Xweser û êdî em qebûl nakin ku azadiya xwe teslîmî dewleta tirk bikin.”