Claudine Aoun: Ji bo dabînkirina mafê jinan xebat li ser zagonan tê kirin

Seroka Komîsyona Neteweyî a jinên Lubnanî Claudine Aoun teqez kir ku ew bi hemû hêza xwe kar dikin ji bo derbaskirina qeyranên piralî yên ku Lubnan pê re rû birû maye ku herî zêde êşên vê yekê jin dikşînin. Her wiha hewl didin zagonan biguherînin û hinek sererastkirinê di wan de çêbikin da ku di karên ku jin jî pê radibin de wekheviyê bi dest bixin.

ESMAÎ FATIHÎ
Qahîre - Ji ber ku rewşa jinên Lubnanê zor û zehmet e piştgirî ji bo wan tê dayîn. Di warê jiyanê de hejmareke zêde ji wan jinan ketine tengasiyê ji ber şert û mercên aborî yên zehmet û şert û mercên belavbûna koronayê. Bandora wê ya rasterast li ser kar û dahata wan û pêdaçûnek li ser komek ji karên komîsyona niştimanî ya karûbarên jinên Lubnanê. Hin ji wan projeyên ku li ser tên xebitandin û her wiha perspektîfên xebatên Rêxistina Jinên Ereb û ya ku tê xwestin di warê piştgirîkirina jinan de li welatên cuda yên Ereb pêk werin, tekildarî vê mijarê ajansa me bi seroka komîsyona Niştimanî ya jinên Lubnanê û endama Desteya Rêveber a Rêxistina jinên Ereb Dlaudine Aoun re hevdîtinek pêk anî.
Lubnan û krîzên piralî
Seroka Komîsyona Niştimanî ya kar û barên jinên Lubnanê û endama Desteya Rêveber a Rêxistina jinên Ereb Dlaudine Aoun dibîne ku Lubnan bi qeyranên piralî re rûbirû ye û ew bi hemû leza xwe ji bo derbaskirina wan qeyranan dixebitin. Her wiha diyar dike ku di warê siyasî de jî kar tê kirin ku kotaya hilbijartinan ji bo jinan zêde bike da ku rêjeya beşdariya jinan di parlamento û hikûmetê de were bilindkirin.
Wê teqez kir ku rêjeya tundûtûjiya nava malê di van demên dawî de pir zêde bûye ev jî encama van qeyranan e û bi vê yekê re xebateke dijwar ji bo bihêzkirina parastina jinan hatiye meşandin û zanîn ku meclisa nûneran di sala 2020'an de gelek guhertinên ku ji bo vê armancê hewce ne pejirandine.
Di aliyê siyasî de jî seroka komîsyona niştimanî ya karûbarên jinên Lubnanê Claudine Aoun  teqez kir ku kotaya hilbijartinan kêm e û kar ji bo zêdekirina rêjeya beşdariya jinan di parlamantoyê de tê kirin û li ser vê yekê jî ji aliyê hêzên parlamentoyê ve jî bersivek heye. 
Di warê aborî de Claudine Aoun dibîne ku li Lubnanê bandorê li hemû koman kiriye û yên herî zêde bi bandor bûne komên kêmderfet in. Ji bo sererastkirina zagonan xebat tê kirin ji bo dabînkirina dadweriya zêdetir ji bo mafên jinan û ji bo bidestxistina wekheviyê di beşên karên ku jin tê de cih digrin. Her wiha li gorî plana ku hatiye dayîn Komîsyona Niştimanî ya Jinên Lubnanê dê di heyama li pêş de karê xwe xurtir bike ji bo xwendin çêbibe û hişyarkirina ciwanan li ser hewcedariya hilgirtina berpirsiyariyên malbatê.
Ji bo bidawîkirina krîzê bi gelek saziyan re dixebitin
Li ser çawaniya kar ji bo piştgirîkirina jinan di warê jiyanê de piştî şert û mercên xirab ên aborî, Claudine Aoun bal kişand ser rola ku Wezareta Karûbarên Civakî ji bo piştgirîkirina malbatê ku rewşa wan a aborî herî xirab e û rewşa jiyana jinên jinebî û yên ku ew tenê zarokên xwe xwedî dikin li berçav girtin. Her wiha wê diyar kir ku komîsyona niştimanî ya kar û barên jinên Lubnane bi hinek saziyan re kar dike da ku piştgiriya pêwîst bide. Di nav de UNÎCEF ji bo pêşîlêgirtina ji dibistanê qutbûn û parastina keçên di temenê biçûk de dibistanê tên girtin.
Claudine Aoun diyar kir ku rayedarên pêwendîdar pir dixebitin û kar dikin ji bo îstîsmara alîkariyên ku digihîje Lubnanê bi riya rêxistinên biyanî û welatên ku piştgirî didin welatiyên xwe di şert û mercên niha de ji bo derbaskirina qeyranên heyî û be rbi pêşerojek baştir û bê qeyran ve biçin.
Claudine Aoun teqez kir ku jin leheng bûn di rûbirûbûna encamên karesata teqîna ku di Tebaxa 2020'an de li Beyrûdê çêbû û rêxistinên xwecihî kar kirin ji bo piştgirîkirina malbatên ku ji encamên teqînê bi bandor bûne. Her wiha destnîşan kir ku ew li ser zagoneke ku tacîza zayendî sûcdar dike dixebitin û  komek bernameyan amade dikin ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de.
Kampanyayek berfireh ji bo rûbirûbûna şantajên li ser medyaya dîjîtal hatiye destpêkirin ku ev yek bi berfirehbûna bikaranîna medyaya civakî belav bûye. Ji ber ku piraniya qurbaniyên vê mijarê jin in her wih armancên ku tên bidestxistin parastina keça di temenê biçûk de ji zewaca zû ya bi zorê ye. Hat zanîn ku ji parlamantoyê hatiye xwestin ku qanûna ku zewaca beriya 18'e saliyê qedexe bike derxe. Di sala borî de hikûmeta Lubnanê pergal zagona malbatê guhert û temamkirina temenê 18 salan kir wekî şertê destûrdayîna zewacê.
Jin du êşan dikşînin yek windakirina kar û yek krîza koronayê 
Seroka Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinên Lubnanî Claudine Aoun diyar kir ku jin ji mêran zêdetir karên xwe winda kirine û ew niha lêkolînan dikin ku çawa piştgiriyê bidin kreşên ku zarokan xwedî dikin da ku alîkariya dayikên wan bikin ev jî bi piştgirîkirina kreşan di lêçûnên elektrîkê û mijarên din ên piştgirî pêk tê. 
Der barê koronayê de, Claudine Aoun piştrast kir ku jin di rûbirûbûna vê pandemiyê de herî zêde tên sînordarkirin, wekî nimûne, hemşîreyên nexweşxaneyê yên herî zêde bi enfeksiyonê re bûn û wan mayîna li nexweşxaneyê li ser karên xwe baştir didît ji vegera li mala xwe ji tirsa ku enfeksiyonê bigihîjînin zarok û xizmên xwe.
Her wiha wê got ku desteya Niştimanî ji bo alîkariya jinan di pêşxistina projeyên biçûk de û çavdêriya darayî û cîbicîkirina wan xebatê şert dîtiye ku jin di pêkanîna projeyên xwe de di meclisên şaredariyan de û bi ciwanên bajêr re hevkariyê bikin û di encamê de li 25 şaredariyan xebatên pêşketinê hatin meşandin.
Armancên ku werin bidestxistin wê bi riya Rêxistina Jinên Ereb pêk werin
seroka Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinên Lubnanî û Endama Desteya Rêveber a Rêxistina jinên Ereb Claudine Aoun diyar kir ku belavkirina çandê hinek dem hewce dike da  ku bighîje armancên xwe yên tê xwestin û tişta ku niha Rêxistin Jinên Ereb dike eve ku bi riya bername û perwerde û çalakiyên xwe ku bi armanca guhertina çanda baviksalarî û şikandina qalibên ku ji bo jinan hatine dayin, pêk tîne.
Jin û tundûtûjî  
Claudine Aoun di axaftina xwe ya di civîna dehemîn a Rêxistina Jinên Ereb de ku di 25'ê Mijdarê de li paytexta Misirê Qahîreyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan hat lidarxistin de diyar kir ku gelek jin rastî gelek cureyên tundiyê tên ku ji ber kiryarên şer û şert û mercên xêzaniyê û dagirkeriyê li gelek welatên Ereb zêde bûye lê tevî vê yekê jî li ser zêdetir ji yek astê hewl tê dayîn ku li dijî gelek şêweyên tundûtûjiya li dijî jin û keçan tekoşîneke berfireh pêk bînin.
Her wih wê got ku hikûmeta Lubnanê di sala 2019'an de gelek tedbîr û biryar standin ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê her wiha komîsyona nîştimanî ya karûbarên jinan planek amade kiriye ku tê de kar ji bo parastina jin û keçan ji tundûtûjiyê li ser bingeha rewşa civakî û kar ji bo beşdarkirina jinan di nav cihên biryargirtinê de li ser hemû astan û pêwîst e qanûnek ji bo bidestxistina van armancan were derxistin.
Ji ber qedexeyên koronayê gelek jinan karên xwe terikandin
Tişta bakêş ew e ku qeyranên herî diyar ên ku jin li Lubnanê pê re rû birû dibin, rêjeya bilind a bêkariyê di nav wan de ye her wiha belavbûna şewba koronayê û xirabûna rewşa aborî ku vê yekê pêwîstiyên lênêrîna malbatê zêde kirine û bûye sedem ku gelek jin karê xwe terk bikin. Ji aliyê din ve jî gelek jin ji ber nebûna navgîn û jêhatîbûna karên ji dûr ve ku ji ber şert û mercên qedexekirina tevgerê ji ber koronayê li ser wan hatiye ferzkirin çûnhatina cihê kar asteng bûye.
Hêjayê gotinê ye ku di 25'ê mijdarê de bi munasebeta Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Rêxistina Jinên Ereb civîna xwe Ya 10'emîn li Qahîreyê bi amadebûna şandeyên 13 dewletên Ereb û komek wezîr û nûnerên hikûmetên wan dewletan li dar xist. Ajansa me nûçeya wê di 26’ê vê mehê de bi rêveberiya giştî ya dezgeha jinan a wezareta Iraqê doktor Yusra Ebdulkerîm Mohsen re li ser rewşa welatê xwe Iraqê axivî û ajansa me nûçeya wê di 30'ê mijdarê de bi we re parve kiribû.