‘Bêyî beşdarbûna aktîf a jinan demokrasî nîn e’

Jinên Tûnisî di van salên dawî de paşketinek berbiçav di gihandina pozîsyonên biryargirtinê û beşdariya siyasî de, di pêvajoyên hilbijartinê de, dîtin.

NAZÎHAN BOUEÎDÎ

Tûnis – Di tûra yekemîn a hilbijartinên giştî yên ku di 17'ê Kanûna 2022'an de li Tûnisê pêk hat de 3 jê jin 23 namzed ketin parlamentoyê. Li 131 herêman wê di 29'ê Çileya 2023'an de tûra duyemîn a hilbijartinê bê kirin. Seroka Komeleya Hilbijêrên Jin ên Tûnisê Turkiye Benkhader diyar kir ku di tûra yekemîn a hilbijartinên parlamentoyê de tenê 3 jin dikaribûne bikevin meclisê û di tûra duyemîn de jî wê 38 jin dengê xwe bidin. Turkiye Benkhader bi bersivdayîna pirsên ajansa me re rewşa jinên Tûnisî û xalên ku di warê siyasî û yên din de gihîştine nirxand.

*Komeleya Hilbijêrên Jin a Tûnisê ji dema hatiye demezrandin ve heya niha çawa beşdarî qada siyasî ya li Tûnisê dibe?

Ji 2011’an de me kampanyayan ji bo piştgiriya encûmena damezrîner li dar xistin ji bo mafên jinan bixin makzagonê. Her wiha biryara hevsengiyê di nava lîsteyên hilibjartinê û zayendpariyêziya xîtaba siyasî de hebe.

Sala 2014’an, me rêgehên hilbijartinê li gorî rêgeza civakî şopand, bûyerên tundiya siyasî li dijî jinan weke namzed û hilbijêr dokumantekirin û rapora xwe me pêşkêşî desteya bilind  a serbixwe ya hilbijartinan kir. Hikumetên ku li pey hev hatine, parlamentoyê kir da ku wê tundiya siyasî bibînin û bixin zagona hilbijartinê.

Em bi rêveberên jin ên namzedên hilbjartinên zagonî re sala di 2014’an de bûn bi riya hişyarkirin û perwerdeya li ser gelek mijaran weke mafên mirovan, rêgeza civakî, peymanên navdewletî ku Tûnisê îmze kiribû bi taybetî peymanên girêdayî zagona hilbijartinê. Gelek jinên ku di nava komeleya hilbijêrên Tûnisê de kar dikirin bi ser ketin. Ji wan hinek bûn parlamenterên encûmena 2014’an ew jî 8 jin bûn. Her wiha 4 jinan jî di hilbijartinên sala 2019’an de cih girtin. Komeleyê çarçoveyek ji bo wan jinan çêkir û bûn parlamenter.

Dema hilbijartinên şaredariyê di sala 2018’an de, me dest bi kampanyayên piştgiriyê kir da ku hevsengî bikeve lîsteyan, bi saya wê 37 şêwirmendiyên me yên şaredariyan çêbûn di 4 parêzgehan de Tunisa mezin, Jandoba, Nabil û Mednîn.

Hevsengî di serokatiya lîsteyan de gelekî girîng e, ji %47 ji jinan bûn şêwirmend, li hemberî ji %20 tenê bûn şaredar ev jî ne li gorî biryara hevsengiyê di lîsteyên hilbijartinan de ye. Jinên  ku xwestin bibin şaredar rastî tundiya siyasî û madî hatin. Bi ve yekê diyar bû ku divê têkoşîn li dijî tundiya siyasî bê kirin. Em weke komele, beşdarî lîsteya amadekirina zagona hejmar: 58’an a têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinan bûn, bi civaka sivîl re em dikaribûn tundiya siyasî ya li dijî jinan bixin vê zagonê. Tûnis yekem welatê Ereban e di zagonên xwe de tundiya siyasî sûc dibîne lê di rastiyê de ev zagon ne pêkan e. Gelek zagon û destkeftiyên jinan li Tûnisê hene, ji makzagona komara duyem bigre ku tê de hevsengî di lîsteyên hilbijartinan de diyar e. Tevî gelek peymanên navdewletî û niha zagona têkoşîna li dijî hemû cureyên tundûtujiya li dijî jinan jî heye lê pirsgirêk di nepêkanîna wan zagonan de ye.

*Astengiyên ku bûn sedem beşdarbûna jinan di encamên gera yekem a hilbijartinên zagonî de kêm bibe çi ne?

Em weke komeleya hilbijêrên jin li Tûnisê berî 25’ê Tîrmeha 2022’yan li parlamentoyê û partiyan me kampanyayên piştgiriyê li dar xistin ji bo ku biryara hevsengiyê di lîsteyan de be lê dema biryarnameya hej.55 derket, hevsengî ji lîsteyên hilbijartinê de derxistin, fona giştî rakirin û merca komkirina 400 îmzeyan ji bo jin, ciwan û mêr bibin namzed danîn, ev jî beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de sînordar dike. Me daxwaza lêvegera vê biryarnameyê kir, di encamê de gera yekem a hilbijartinên zagonî de 3 jin namzed bûn, li hemberî 38 jinan dê di gera duyem ya hilbijartinan de roja 29’ê Çileyê de beşdar bibin. Ev bi xwe rêjeyek lawaz e û paşveçûna destkeftiya hevsengiyê ya girîng ku civaka sivîl ji bo wê gelek têkoşîn û xebat da ku jin di navendên biryardayîn de bin.

Bi vê rêjeya lawaz, parlamentoya nû dê bi xurtî ya mêran be, em bawer nakin serkeftina hilbijartinên zagonî ji %15 derbas bike. Weke komeleya hilbijêrên jin li Tûnisê me jinên namzed ji bo hilbijartinên 2023’yan li ser zagona hilbijartinê, mafên aborî, civakî û siyasî perwerde kirin. Tevî hemû astengiyan ew jin bi biryar bûn bikevin hilbijartinên zagonê da ku di cihê biryardayînê de bin. Jinên ku nikaribûn dosyayên xwe temam bikin ji bo bibin namzed yek ji sedemên girîng û dijwar ew komkirina 400 îmzeyên destpêkê ji bo wan bû, ji ber hişmendiya ku nahêle jin bi kampanyayên îmzeyan rabin û ne jî dikarin di cihên giştî, qehwaxaneyan de kom bibin an biçin herêmên dûr. Li gel pereyên kêm jin nikaribûn wan karan bikin ku dosyayên xwe temam bikin.

*Weke komeleyek mijarên jinan, çawa dikarin li pêş metirsiyên jinan piştî zagona 25’ê Tîrmeha borî rawestin?

Ji bo li pêş metirsiyên li ser jinan di beşdarbûna jiyana siyasî û giştî de rawestin, me weke civaka sivîl beşdarî hevgirtinek femenîst bûn, ew jî dînamîkiya jinan bû, me name ji serokê komarê re şandin daku mafên aborî, civakî û siyasî yên jinan berçavan re bigire, li biryarnameya 55 jî veger, ji ber ku karê me ji sala 2011an ta îroj kirî ji bo me gelekî girîng e, gelek jin karîn bighêjin navendên biryardayînê.

Tunis pêşenga mafê jinê bû, lê niha metirsiyên me hene ku amadebûn û beşdarbûna jinê di jiyana siyasî û civakî de lewaz bibe, axaftin li ser demokratiyek aktîf û bi bandor bêyî beşdarbûna jinê çênabe. Em weke komeleya hilbijêrên jin li Tunisê, em piştgiriya xwe ji bo jinên rêveber berdewam bikin, ji ber gelek jinê rêveber, serbixwe, di sandîkeyan de û di civaka sivîl de aktîvin. Lê em dibînin zagon destkeftiyên jinan bingehîn sînordar dike.

Em weke komele, di pêşerojê de emê madeyên girêdayî mafên jinan sererast bikin, daku ji bikaribe mafên xwe pêşbixe û di navendên biryardayînê, jiyana giştî û civakî de cih bigire. Em paş dizanin komele dikarin û rola wan di perwerdekirinê de girîngin, karê komelayetî di hemû astan de bi serket, peywendiyên me bi jinan re di hemû waran de hene tevî nirînên wan siyasî û îdyolojî cuda jî, armanca me jin her di pêş û navendên biryarê de be.

*Komele di karên hevbeş de ji bo piştgiriya mijarên jinan çiqas amade ye?

Çalakiyên me weke komeleya hilbijêrên jin li Tunisê di çarçoveya piştgiriya rêveberên jin de berdewam e, projeyek me bi foruma federasyona Kenedî re jî heye, bi armanca xurtkirina jinên rêveber ji bo guhertina erênî pêkbînin. Niha jî em jinan hişyar dikin ku tevlî hilbijartinên şaredariyan yên bê bibin. Projeyek me bi Oksfam re heye ji bo parastina cîhana dîjîtal, makînezmayên dîjîtal û parastina wê, çawa komele çalakî û armancên wê fond bike.

*Astengiyên komeleyê di pêkanîna armancên xwe de çi ne?

Tiştê me xurt dike ew berdewamkirina çalakî û vîna jinên rêveber di berdewamkirina pêvajoya xwe de ye, weke civaka sivîl em dibînin ku jin her dem perwerdeya dixwazin û beşdarî hemû perwerdeyan dibin bi taybetî yên girêdayî pêwendiyên siyasî da ku di warê ragihandinê de jî xurt bibin bikaribin dengê xwe bigihîjin hemû deveran. Em weke komele ji nêz ve di pêwendiya bi jinan re ne, ji ber ku bêyî bingeha jinên bi me re bi vîn û xurtî kar dikin em nikarin bi pêş kevin.

Her jinek Tunisî di kar û barên niştimanî, siyasî û civakî de ye, hişyar e ku pirsgirêk hene divê wan derbas bike û bighêje armancên xwe di jiyana civakî, siyas, perwerde, rewşa civakî û rewşên jinên cotkar ku di şert û mercên dijwar de ne mafên wan winda ne. li gel tundiya siyasî bi taybet di warê dîjîtal de, me lêkolînek wê derbarê de çêkir, di 3 salên dawî de rêjeya tundiyê zêde bûye, lewma me xwest zagonek çêbibe tundiyê bi hemû cureyên xwe di cîhana dîjîtal û siyasî de sucdar bike.

*Çalakiyên we kîjan beşên civakê armanc digre?

Dema em behsa jinek rêveber dikin, mebest ne tenê beşek ji jinan e lê her jinek di warê xwe de rêveber e, çi siyaset be yan civak dibe, ango jin bi hemû beşên xwe rewşenbîr, têkoşer, karmendên beşa cotkariya serbixwe, kebaniyên mala jî girêdayî rewşa giştî, siyasî û civakî ne. Ji bo me, jinên Tunisê bi giştî hevdu temam dikin dînamîkiyekî jinan diafrînin dadmeniyê û wekheviyê di navbera jin û mêrên Tunisê di hemû waran de pêk tîne.

*Astengiyên li pêş aktîfkirina jinan di warê giştî de çi ne?

Komek astengî li pêş jinan hene nahêlin ew armanc û daxwazên xwe pêk bînin û di civaka giştî û siyasî de aktîf bin di serî de hişmendiya mêr ku hê di civaka me de kûr e, zagonên ne li gorî pêdiviyên jinan aborî û tundiya aborî ya li dijî jinan e, wisa beşdarbûna jinan di jiyana aborî de kêm dibe. Weke komele, me daxwaza wekheviyê kir di mîras de ji bo rêjeya hejariya jinan kêm bibe. Her wiha cotkarên jin di rewşên zehmet de bêyî parastinek civakî tendirustî kar dikin û heqdestê wan jî kêm e. Ji bo ciwanan jî divê derfetên kar ji wan re çêbin da ku tevli jiyana aborî bibin, ji ber bêkarî bûye yek ji sedemên koçkirina ne rewa ya ciwanan.

Turkiye bin Xizir Endama Sendîkaya Yekitiya Giştî ya Tûnisê ya Kar e, sala 2011’an de tevli civaka sivîl bûye bi taybetî komeleya hilbijêrên jin li Tûnisê. Ew jî komeleyek jinan e, li ser hişyarkirina jinan der barê girîngiya beşdarbûna jinan di jiyana giştî û siyasî de kar dike her wiha piştgiriya jinên Tûnisê dike ku di navendên biryardayînê de bin.