Berdevka TAJÊ: Şikandina tecrîdê armanca me ya sereke ye

Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico li ser rewşa dawî ya herêmê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nirxand kir.

HEVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Di heman demê de trafîkên hevdîtinên di navbera Tirkiye, Iraq û PDK’ê de jî bênavber didomin. Armancên wan hevdîtinan çi bûn? Li hemberî planên li dijî herêmê pêwîstî bi têkoşîna di çi astê de heye? Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico nirxand.

‘Tecrîd li ser her kesê ye’

Berdevka Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Em wekî jinên Êzidî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Ev tecrîd li ser hemû civak, bawerî û azadîxwazan e. Civakên ku rastî qirkirinê hatine û li dijî kapîtalîzmê ne, ev tecrîd li ser wan e jî. Tecrîda li ser Rêber Apo me jî mehkûm dike. Ji ber ku nêrînên wî ji bo ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelan perspektîf in.”

‘Gelek awayên şerê taybet li ser civakê tên meşandin’

Riham Hico bal kişand ser berjewendiyên desthilatdaran di Rojhilata Navîn de û wiha got: “Hêzên hegemon dixwazin di Rojhilata Navîn de desthilatdariya xwe li gorî berjewendiyên xwe xurt bikin. Pir netew û bawerî hene û fikrên desthilatdaran qebûl nakin. Lê mixabin ji ber ku ev netew kêm bûne zihniyeta kapîtalîst bi civakan lîstiye û civak ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Gelek şerên taybet li ser civakê dane meşandin. Îro yên ku li hemberî vê zihniyeta kapîtalîst sekinîne endamên tevgerê ne. Fikrên Rêber Apo ji civakan, hemû baweriyan riya azadiyê nîşan didin.”

‘Civak xwe li hemberî dîktatoriyê birêxistin dike’

Riham Hico di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di Iraqê du rê hene û wiha got: “Du rê li Iraqê hene. Yek netewa demokratîk e, yek jî dîktatorî ye. Dibe ku li Iraqê hikumeta ku xwe birêve dibe, di bin navê demokrasiyê de propegandaya xwe dike lê di rastiyê de diktatorek e. Li seranserê Iraq û başûrê Kurdistanê, civaka Êzidî, Ereb û her kes li hemberî xeta dîktatoriya wan bi xeta fikir û felsefeya Serok Apo xwe birêxistin dikin. Ji bo wê jî desthilatdarî fikrên Rêber Apo ji bo xwe xeter dibîne.”

‘Bi saya fikrên Serok Apo em li vir in’

Rîham Hico da zanîn ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a xwe dispêre azadiya jin û civakê ew li ser axa Şengalê bi rehetî dijîn û got: “Ger ne ji fikir û felsefeya wî bûya civaka Êzidî nikaribû xwe birêxistin bikira. Hêzeke wê tunebû ku bibe xwedî îrade û biryar. Ger ne ji fikrên Rêber Apo bûna dê civaka Êzidî xilas bûya bi fermanê wê tune bûya. Wê dûrî axa xwe bimana. Wê her kes ji çanda xwe dûr biketa. Em îro dibînin ku planên wan û lîstikên li ser civaka me berdewam dikin. Lê ya ku planên wan vala derdixe, dîsa felsefeya wî ye. Civaka Êzidî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û TAJÊ di Şengalê de li hemberî zihniyet û lîstikên wan, têdikoşe. Ji bo wê jî ger îro em wekî jinên Êzidî li Şengalê di nava têkoşînê de bin, bi saya fikre Rêber Apo ye.”

‘Tekoşîn veguherî tevgera civakî’

Rîham Hico da zanîn ku şehadet û fedaiyên ku li ser axa Şengalê çêbûne mîrasên mezin ji wan re hiştine û wiha domand: “Jinên Êzidî bi vî fikrî re xwe nas kirin, ji her milî ve. Ger îro ciwanên Êzidî bi fikrên azad ji bo axa xwe, canê xwe didin û xwe feda dikin ev yek bi saya naskirina felsefeya Rêber Apo ye. Pêşengên Êzidiyan bi vî fikrî ava bûn. Bi sedan lehengan xwe ji bo civaka Êzidî feda kirin. Mam Zekî, Egîd Civyan, Hêlîn, Şîlan û bi dehan hevalên din xwe feda kirin. Di heman demê de pêşengên Êzidiyan weke hevalê Seid, Dijwar, Zerdeşt, Pîrhemîd, Pîrçeko, Nazê û Bêrîvan bûn. Ev hemû şehîd bi fikrên mezin xwe ava kirin û dest ji fikarên takekesî berdan, ji bo hemû civakê têkoşiyan.”

‘Karê me yê yekem şikandina tecrîdê ye’

Rîham Hico diyar kir ku têkoşîna wan di asta yekem de ji bo azadiya fizîkî ya Abdulah Ocalan e û wiha got: “Her dem di civaka Êzidî de jin pêşeng bûn di her warê jiyanê de jî lê di van salên dawî de û piştî fermanan jin di çerçoveya malê de hatin girtin. Ji qadên jiyanê hatin dûrxistin. Em weke jinên Êzidî çawa ku karê me yê yekem ew e em komkijiya li ser civaka me hat pêkanîn bi cîhanê bidin qebûlkirin, divê em tecrîda li ser Rêbertiya xwe jî bişkînin. Ji ber ku ev tecrîd berdewamiya komkujiya li ser Êzidiyan e. Piştî ku şagirtên Rêber Apo civaka me ya Êzidî xilas kirin, tecrîda li ser wî zêdetir giran bû.”

‘Bi dirûşma jin jiyan azadî têkoşîn mezintir bû’

Rîham Hico di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Bi dirûşma jin jiyan azadî ku îro piraniya jinan li qadan pê diqîrin hêrsa xwe tînin ser ziman, li hemberî dagirkerî, desthilatdarî û bê îradebûnê jin serî radikin. Beriya ku li Rojhilat bê bilindkirin, li Rojavayê Kurdistanê jinan bi dirûşma jin jiyan azadî şoreşek ava kir. Li Şengalê heman tişt û li giştî cîhanê jî ev dirûşm bilind dibû. Lê mixabin yekbûneke jinan tune bû. Bi qetilkirina Jîna Emînî re weke bersiva li dijî vê komkujiyê yekitiya jinan hat avakirin.”

‘Hevdîtinên dagirkeran li ser tunebûna me ne’

Rîham Hico diyar kir ku hevdîtinên ku tên kirin li ser tunebûna civaka Êzidî û Kurdan in û wiha got: “Her cara ku dagirkeriya Tirk hevdîtinan dike armancên wê ji bo her kesê zelal e. Dema ku hevdîtin kir me wekî civaka Êzidî jinên Êzidî fam kir ku beşek ji hevdîtina wan li ser Şengalê ye. Hevdîtineke gelek sosret bû. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Hekan Fîdan hat başûrê Kurdistanê hemû ferdên mala Barzanî tevî hevkarên xwe ketibûn rêzê. Nêçîrvan Berzanî du caran ew dît. Dema ku hev dîtin wekî du kesên herî dilsozên hev, birayên hev, hev hembêz kirin. Mirov ji wê hevdîtina wan şerm dikir.”

‘Ew hevdîtin cihê şermezariyê ye’

Rîham Hivo hevdîtinên PDK’e û dewleta Tirk weke şermeke herî mezin nirxand û wiha got: “Dijminekî hatiye li ser axa Kurdistanê planên wî hemû li ser heremên Kurdan bûn planên wan li ser Kerkuk, Silêmanî, Şengal û Mexmûrê bûn. Herêmên ku Kurd lê dijîn, li Iraqê bi hikumetê re li ser van herêman nîqaş hatin kirin, li başûrê Kurdistanê jî li ser van herêman nîqaş dikirin. Ji bo wê jî ew hevdîtin cihê şermezarkirinê bû ji bo Kurdan, tu kes dijminê xwe bi vî rengî pêşwazî nake.”

‘Tişta li kerkûkê diqewime, dixwestin li Şengalê pêk bînin’

Rîham Hico bal kişand ser lîstikên ku li herêmê tên meşandin û wiha got: “Plana wan a esasî ew bû ku bi navê PDK’ê vegerin Kerkûkê şerê mezhebî bidin meşandin. Li wir kesên ku derketin gotin em ne li dijî Kurdan in em li dijî PDK’ê ne. Ev plana wan a li Kerkûk xwestin beriya wê li Şengal bixin meriyetê. Xwestin gelek malbatên sunî ku destên wan di qetilkirina Êzidiyan de hebû vegerînin Şengalê. Dizanîn wê civaka me qebûl neke û wê şer û kuştin çêbibe. Lê civaka Êzidî hatina wan qebûl nekir û bi zanîn nêz bû, bi meş û çalakiyan ew qebûl nekirin. Dema ku dîtin ev plan bi ser neket, gotin Êzidiyan Mizgefta Rehman Şewitandine. Yên ku propegandaya wê jî kirin, çapemeniya PDK’ê bûn. Piştî wê Misilmanan fetwe derxistin gotin Êzidî kafir in û fikreke cuda derxistin ji bo ku Êzidî û misilman şer bikin lê bi saya nêzîkahiya bi cesaret û bi sebir a rêveberiya xweser tevî sazî û dezgehên wê, asayîş û hêza wê pir bi zanebûn nêz bûn û pêşiya xwînrijandinê girtin. Em rewşa ku îro li Dêrezorê rû dide jî jê dûr nagirin dest.”

Peymana 9’ê Cotmehê: Em peymanek li dijî vîna xwe qebûl nakin

Riham Hico di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê ku li dijî civaka Êzidî di navbera dewleta Tirk, PDK’ê û hikûmeta Iraqê ve hat îmzekirin û ji aliyê civakê ve mîna berdewamiya fermana 74’an tê nirxandin û wiha got:

“Dixwestin bi van planên xwe peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin ku yek ji xalên wê jî vegera xelkê esîl li ser axa xwe bû. Dixwestin wan kesên ku destên wan di qetilkirina Êzidiyan de hebû vegerînin ser axa Şengalê. Dema ku ev peyman hat kirin gelek dewletan piştgiriya wan kirin. Îro jî berdewam dikin lê em dibêjin heta dawiyê em wê peymanê qebûl nakin û têkoşîna xwe mezin bikin. Peymanek ji derveyî îradeya xwe em qebûl nakin. Tiştek bê îradeya me bê kirin em li dijî wê ne. Em ne li dijî diyalogan in û her dem bi Iraqê re em di nava diyalogan de ne. Deriyê diyalogê ji her kesê re vekiriye. Helwesteke me li dijî PDK’ê heye ku em hevdîtinê nakin ji ber ku pîvaneke me heye. Piştî fermanê PDK’ê lêborîna xwe nexwest û gav bi paşve jî neavêt. Heta roja îro jî li gel dijmin li dijî me şer dike.”

‘Wê têkoşîna me heta azadiyê bidome’

Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê heta serkeftinê tekoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Iraq jî baş dizane ku kê Şengalê parast û kî reviya. Ji bo wê jî nikare peymaneke ji derveyî nêrîna me li ser me ferz bike. Kesên ku li vir ked dane, wê peymanan îmze bikin. Ji bo wê jî biryareke bê me bê girtin em qebûl nakin. Em ê li hemberî peymana 9’ê Cotmehê têbikoşin û hewl bidin projeyên xweseriya demokratîk li Şengalê pêk bînin. Ji bo Şengala azad û demokratîk ku her kes cihê xwe tê de bigre. Şengala ku bi hemû rengê xwe azad bijî, armanca me ew e û em ê têkoşîna xwe ji bo pêkanîna plana xwe heta serkeftinê berdewam bikin.”