‘Bê hebûna jinên Lîbyayê lihevhatina navneteweyî ne pêkan e’
Jinên Lîbyayê bangên ji bo xurtkirina hebûna jinan di cihên biryardayînê de li Lîbyayê û misogerkirina beşdariya wan a çalak di pêkanîna lihevhatineke neteweyî ya berfireh û dadperwer de zêde kirin.

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ
Lîbya – Jin li Lîbyayê di çareserkirina nakokiyan û hewldanên avakirina aştiyê de roleke girîng dilîzin. Bi taybetî li deverên ku di navbera eşîr an fraksiyonên cuda de alozî hene. Beşdariyên wan ji navbeynkariyê û beşdarbûna di biryardanê de bigire heya dabînkirina piştgiriya psîkolojîk û civakî, her weha xurtkirina nirxên aştiya civakê û veguheztina wan ji nifşekî bo nifşekî din diguhere. Tevî van rolên girîng, jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin ku rê li ber beşdarbûna wan di pêvajoyên aştiyê de digirin. Ev jî banga xurtkirina temsîliyeta wan di cihên biryardanê de dike da ku aştiyeke berfireh û domdar misoger bikin.
Beşdariya aktîf di rûbirûbûna krîzan de
Rêvebera Giştî ya Rêxistina Netaj ji bo Pêşxistina Kapasîteya Jinan, Fethiyê El-Meadanî tekez kir ku rola jinên Lîbyayê di pêvajoya aştî û lihevhatina navneteweyî de girîng e û wiha dewamî da gotinên xwe: "Ev rol piştevaniya psîkolojîk û civakî ji jinên ku ji şer bandor bûne re peyda dike, her wiha motîvekirin û hişiyarkirina li ser însiyatîf û oplanên aştiyê bi taybetî biryara 1325 ku rayedarên Lîbyayê pesend kirine û soz dane ku wê bi cih bînin, dihewîne. Jinên Lîbyayî her dem di rûbirûbûna krîzan û peydakirina çareseriyan de çalak bûne."
Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yekem çarçoveya navneteweyî ye ku rasterast jin, aştî û ewlehiyê çareser dike. Di sala 2000'an de hatiye pejirandin, armanc dike ku beşdariya jinan di pêvajoyên biryargirtinê yên têkildarî aştî û çareserkirina nakokiyan de misoger bike, şîdeta cinsî di nakokiyên çekdarî de çareser bike û pêdiviyên taybet ên jinan di rewşên piştî pevçûnan de çareser bike.
'Têkoşîna ji bo aştiyê bila berdewam bike'
Fethiyê El-Meadanî girîngiya hişyarkirina jinên Lîbyayî li ser rolên wan ên girîng di pêkanîna lihevhatina neteweyî de di astên cuda de anî ziman got: "Divê rêbazên pêkanîna vê rolê ji bo jinan bi riya dabînkirina piştgiriya madî û exlaqî, bê hêsankirin. Her wiha xurtkirina kapasîteya saziyên civaka sivîl ji bo organîzekirina atolyeyan bi armanca veguhestina zanîn û ramanan di navbera nifşan de kir. Rola medyaya herêmî û navneteweyî di ronîkirina hewldanên jinan û xurtkirina hebûna wan di pêvajoyên aştî û lihevhatinê de jî hewcehiyek mezin e. Jinên ku di lêgerîna lihevhatina neteweyî de li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dane weke çalakvana navdar Selwa Buqeyqis, bi rêzdarî bi bîr tînin. Mirina van jinan ji bo riya aştî û edaletê windahiyek mezin e. Divê jinên Lîbyayê di belavbûna aştî û avakirina welatek ewle û adil têkoşîna xwe berdewam bikin."
'Bê hebûna jinan lihevhatina navneteweyî pêk nayê'
Seroka Rêxistina Tanweer ji bo Pêşketina Berfireh, Howeyda El-Manfî rola girîng a jinên Lîbyayî di pêşxistina hewldanên lihevhatinê li herêmên şer de destnîşan kir û beşdariya wan a çalak di gelek civînên diyalog û danûstandinan de eşkare kir. Howeyda El-Manfî pêwistiya hebûna jinan di hemû qonaxên pêvajoya aştiyê ya li Lîbyayê de anî ziman û diyar kir ku bê hebûna jinan ne gengaz e lihevhatina rastîn a neteweyî pêk were.
'Bihêzkirina jinan pêdiviyek e'
Seroka Meclîsa Rêveber a Komeleya Geşepêdanê ya El-Safat, Qedriyê Osman tekez kir ku beşdariya jinan di însiyatîfên aştiyê de piştevaniyek berfireh a civakê û hewldanên hevgirtî yên berfireh ji bo zêdekirina hebûna wan a çalak hewce dike. Qedriya Osman got: "Pêwist e jinên ku bi astengiyên civakî re rûbirû dimînin rola wan di pêkanîna lihevhatina neteweyî de sînordar dikin, bên hêzdarkirin. Divê bernameyên hişyarkirin û beşdarbûnê bên xurtkirin, ew jî bi riya organîzekirina komxebatên herêmî û navneteweyî, civînên perwerdeyê û semîneran. Bi armanca zêdekirina rola jinan di pêvajoyên aştiyê de û tekez kirina girîngiya wan di avakirina paşerojek aram û dadwer li Lîbyayê de."
'Jin di avakirina aştiyê de hevkarên bingehîn in'
Qedriye Osman da zanîn ku jinên Lîbyayî xwe weke kesên berpirsyar îsbat kirine, tevî ku ew bi şêwazên tundiyê yên curbicur re rûbirû mane. Qedriyê Osman di dawiya gotinên xwe de wiha axivî: "Divê mêr baweriya xwe bi şiyanên jinan bînin ji bo çareserkirina nakokiyan û wan di gelek însiyatîfan de weke hevkar û balyozên aştiyê bihesibînin. Ji ber ku jin di avakirina aştiyê de hevkarên bingehîn in. Eşîrên Tuareg ên li başûrê Lîbyayê cihên serokatiyê didin jinan ku ev yek delîla baweriya wan a mezin bi aqil û jêhatîbûna jinan di rêveberî û çareserkirina nakokiyan de ye. Jinên Lîbyayî xwedî dîrokeke cihêreng in, ew beşdarî piştgiriya artêşê û rizgarkirina welat ji dagirkerî û kolonyalîzmê bûne. Ev jî kûrahiya rola wan a neteweyî û mirovî di avakirina Lîbyayê de, nîşan dide."