'Aştî û pêkanîna biryara 1325 bê beşdariya jinan ne pêkan e'

Parêzer Menar Mûenas da zanîn ku tevî hebûna zagonan jî kêşeyên jinên Sûriyeyê zêde dibin û wiha got: "Aştî û pêkanîna biryara 1325’an bê beşdariya jinan a siyasî ne pêkan e."

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Biryara 1325 di serî de balê dikşîne ser tevlîbûna jinan di hemû tedbîrên aştîparêz û avakirina aştiyê de. Di vê biryarê de tê diyarkirin ku di sazî û mekanîzmayên pêşîlêgirtin, rêvebirin û çareserkirina pevçûnan de di hemû astên biryardayînê de di sazî û mekanîzmayên neteweyî, herêmî û navneteweyî de temsîliyeta zêde ya jinan misoger dike.”

'Tevî hebûna zagonan kêşeyên jinan zêde ne'

Parêzer Menar Mûenas eşkere kir ku biryara Encumena Ewlekariyê ya 1325 behsa mijarên jinan, aştî û ewlehiyê dike û balê dikşîne ser çar xalên sereke yên weke; parastin, pêşîgirtin, beşdarbûn, alîkarî û başbûna zû. Menar Mûenas wiha axivî: "Tevî girîngiya biryarnameyê, gelek kêşeyên ku cîbicîkirina wê li Sûriyeyê asteng dikin hene. Bi taybetî rewşa siyasî ya niha, tunebûna hikûmeteke bi piştgiriya gelêrî ya berfireh, şerê çekdarî yê berdewam û alozî di navbera aliyên cuda yên siyasî û sivîl de. Xerabûna rewşa aborî û tunebûna xizmetên bingehîn barekî din li ser civakê bi giştî û li ser jinan bi taybetî zêde dike. Nebûna qanûnên ku jinan ji şîdeta li ser bingeha zayendî diparêzin û domandina qanûnên cihêkariyê, weke zagona Rewşa Kesane û Netewebûnê û zagona Têkiliyên Çandiniyê, kêşeyên qanûnî yên girîng derdixin holê."

'Divê biryara 1325 bikeve meriyetê'

Menar Mûenas bal kişand ser pêwistiya destûra Sûriyeyê ya nû bi bendên zelal û diyar ên temînata wekheviya tam di navbera jin û mêr de û wiha domand: “Pêwistiya misogerkirina nûnertiya jinan di cihên biryardayînê de, çi bi riya kotayê çi jî bi riya mekanîzmayên din ên bi bandor heye. Rola civaka sivîl jî girîng e, ji ber ku ew hêzeke zextê ya rastîn pêk tîne da ku desthilatdaran ber bi amadekirina planeke niştimanî ya berfireh ve ji bo cîbicîkirina biryara 1325 ve bikşîne. Her wiha desteka aborî, derûnî û civakî dide jinan, bi taybetî jinên ku di nava 14 salên krîzê de rastî tundiyê hatine. Divê rêxistinên civaka sivîl xwedî hêz bin da ku binpêkirinên li dijî jinan belge bikin û li pêşberî dadgehên herêmî û navneteweyî piştgiriya qanûnî bikin."

'Rola medyayê di pêşxistina rola jinan de gelek girîng e'

Menar Mûenas di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser rola medyayê û wiha got: "Rola medyayê di guhertina qalibê jinan de nayê paşguhkirin. Ji ber vê yekê divê naveroka medyayê, rêzefîlmên TV û bernameyan bên şopandin. Divê hewl bê dayîn ku balê bikşînin ser çîrokên serkeftinên jinan û yên din jî teşwîq bikin ku riyên beşdarbûn û pêşengiyê bişopînin. Pêkanîna biryara 1325’an rola jinan a bingehîn di avakirina pêşeroja welat de misoger dike."