Aktîvîstên Îraqî: Divê jin bi hêz beşdarî hilbijartinên pêş bibe
Çalakvanên jin ên Îraqî bal kişandin ser girîngiya bihêzkirina jinan a siyasî û wiha gotin: "Divê jin di hilbijartinên pêşî de nûnertiya xwe zêdetir bike û di cîhê biryardayînê de xwe îsbat bike."

RECA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Yasaya kotaya jinan, rolek girîng di misogerkirina nûnertiya jinan a di parlementoyê û encûmenên xwecihî de dilîze. Lê ew bi tena serê xwe têr nake, ger ku hawîrdorên ewledar ên ku piştgirî didin beşdarbûna jinan û kêmkirina tundî û cudakariyê destek nedinê. Her wiha hewcedariyek lezgîn bi pêşxistina siyasetên ku derfetên wekhev ji jinan re di siyaset û karûbarê giştî de teşwîq dike, heye.
Aktîvîstên jin ên Îraqî diyar kirin ku tevlîbûna jinan a li pêvajoya siyasî, di bin asta xeyalan de ye. Tevî pêşketinên berbiçav ku di van salên dawî de jinên Îraqî bidest xistine jî, di gihîştina cîhên biryardayînê de bi kêşeyan re rûbirû dimînin.
'Pêdivî bi guhertinên radîkal heye'
Ezhar El-Şêxilî got ku ew di wê baweriyê de ne ku hilbijartinên pêş de, dê bibin faktora diyarker di guhertinan de. Ezhar El-Şêxilî wiha anî ziman ku pêdiviya wan bi guhertineke radîkal heye û wiha pê de çû: “Guhertinek ku tevahiya pergalê di nav xwe de bigire. Di şert û mercên niha de guhertina destûrê gelekî zehmet e û pêdivî bi referandûmê û erêkirina pirdengî ya ji bo guhertina vê destûrê heye. Guhertina ku di medyayê de behsa wê tê kirin, tekezî li ser hilweşandina komên çekdar dike. Lê berjewendiyên dewletên rojavayî, bi taybetî yên Emerkî, ew bi qasî ku bi berjewendiyên xwe re eleqedar e ne xema êş û azarên Îraqê ye. Divê hikûmeta Îraqê derfetên kar ji bo hemû derçûyan peyda bike. Îraq ji hejmareke zêde ya karmendan û kesên malnişîn pêk tê û li gorî welatên mezin êşê dikşîne."
'Hewcedarî bi guherînên zagonên ku jinê binpê dike heye'
Ezhar derbarê rewşa jinan a li Îraqê de got ku di hilbijartinên berê de di warê temsîliyeta jinan de pêşketinek çêbûye û wiha got: “Lê girîng e ku beşdariya jinan di hilbijartinan de ji beşdariya giştî neyê qutkirin. Ji ber ku jin li hin deveran ji ber adetên olî û astengiyên civakî dihêle di beşdariya hilbijartinan de lawaz bimîne.”
Ezhar zagonên ku hê jî cudakariyê li ser jinan dimeşînin rexne kir û wiha got: "Hê zagon hene ku cudakariyê li ser jinan dimeşînin. Wek zagona Cezayê ku destûr dide lêdana jinan û wan biçûk dibîne. Her wiha zagona Rewşa Kesane jî guhertinên ku ziyanê dide jinan, di nava xwe de digre. Girîng e ku ev zagon ji bo misogeriya mafên jinan bên guhertin û parastina wan bê kirin. Civak nayê guhertin, ger zagonên wê neyên guhertin."
'Divê jin beşdariya xwe ya siyasî xurt bikin'
Pispora stratejîk Nediya El-Cedûa da zanîn ku pirsgirêka beşdariya siyasî ya jinan li Îraqê pêwîstî bi danberhevek ne konvansiyonel heye ku aliyên geşedanê, yasayî û siyasî bi hev ve girê dide. Nediya El-Cedûa wiha got: "Divê hêza siyasî ya jinan bi veqetandina çend kursiyan an jî misogerkirina nûnertiya jinan a di cîhên biryardayînê de nemîne. Divê hewl bide ku beşdariyeke siyasî ya bi bandor bi dest bixe ku bi eşkere bandorê li saziyên siyasî bike û pirsgirêkên jinan di nav polîtîkayên giştî û xebatên geşepêdanê de bike yek. Civata Nûneran ji 16'ê Sibatê ve di rewşek "felcbûna tam" de ye. Ev rawestandin bi nakokiyên di navbera blokên siyasî de li ser hinek qanûnên girîng ve girêdayî ye. Wek zagonên li ser Hêzên Tevgera Gel, berpirsiyarî û dadperwerî, nûkirina qanûnên têkildarî jin, zarok û civakê. Hilbijartinên parlemanî yên bên qonaxeke siyasî ya girîng e li gorî kêşeyên navxweyî û herêmî yên ku li pêşiya Îraqê ne."
'Jinên Îraqî bi kêşeyan re rûbirû ne'
Çalakvana Hiqûqî Enwar Dewoud El-Xefecî diyar kir ku Îraq şahidê her çerxa hilbijartinê ya bi hêviyên guhertinên siyasî ye, lê ezmûnên berê nîşan didin ku hilbijartin bi gelemperî heman çîna serdest ji ber kotayên mezhebî, gendelî û destwerdanên biyaniyan dubare dikin. Enwar El-Xefecî wiha got: “Bi bandora berdewam a komên çekdar û hêzên herêmî re, zehmet e ku mirov li benda veguherînên rastîn ên siyasî be. Lê zêdebûna hişyariya gel û zexta navneteweyî dibe ku ji bo guhertinên gav bi gav bibe sedem. Jin bi kêşeyên girîng re rû bi rû dimînin, wek bandora eşîrî, piştgirîya lawaz ya partiyê û astengiyên civakî.”