Şilêr Bapîr: Tu carî baweriyeke kûr di navbera gel û siyasetmedaran de ava nebûye

Bi zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera Îsraîl, DYE û Îranê de, Tehranê stratejiyek ji bo êrîşkirina herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pejirand. Bi vî awayî armanc dike ku peyamek siyasî û leşkerî bide reqîbên xwe.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Piştî êrîşên rasterast ên vê dawiyê, têkiliyên di navbera Îran û Îsraîlê de ketin qonaxeke xeternak. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî bi şandina hêzên zêdetir ji bo herêmê peyameke xurt ji Tehranê re şandiye. Di heman demê de, Rojhilatê Kurdistanê ku her dem navenda xwepêşandanan e, di bin zexteke giran a aborî û ewlehiyê de ye û her aloziyeke navneteweyî rasterast bandorê li jiyana rojane ya gelê wê dike.

Îran niha di qonaxeke hesas re derbas dibe. Rejîma Tehranê ji aliyekî ve bi gefên Îsraîlê yên tund re rûbirû ye, ji aliyê din ve jî sepandinên Emerîkayê aboriya Îranê tengav kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê bi giranî li bajarên wekî Sine, Mehabad û Kirmaşanê hatine belavkirin û çalakvan di bin kontroleke tund de ne. Ji ber ku Tehran ditirse êrîşek berfireh a derve dikare bibe sedema xwepêşandanên berfireh. Pevçûnên ku li herêmên sînor tên jiyîn û hebûna dronên bê mirov derûniya mirovan xirab dike. Bihabûna bi lez a kelûpelan jî bûye sedema nerazîbûnan. Her kes li benda encama rageşiya di navbera Tehran, Washington û Tel Avîvê de wê ev yek bandoreke çawa li ser pêşeroja herêmê bike.

Tehran di çerçoveya hevpeymanên ewlekariyê yên ku bi Bexdayê re pêk aniye zextan dike ku kampên partiyan li Rojhilatê Kurdistanê hilweşîne û wan bibe deverên dûr. Ev gav bi zêdebûna hebûna leşkerî ya Emerîkayê li baregehên Eyn el-Esed û Herîr û gefên Îsraîlê yên ji bo êrîşkirina li ser tesîsên nukleerî û petrolê yên Îranê re hemwext in. Ev yek bûye sedem ku Îran axa Iraqê wekî meydana şer bikar bîne. Li gorî raporên dawî, Tehran li Kirmanşan û Urmiyeyê mûşekên Fetih û Fatih ji bo êrîşkirina ser hedefên potansiyel ên li Herêma Kurdistanê amade kiriye. Ev çalakiya leşkerî ne tenê ber bi derve ve ye; li bajarên wekî Sine, Seqiz û Baneyê rewşa awarte hatiye ragihandin û balafirên keşfê li ser wan difirin. Hikûmeta Îranê dizane ku partiyên Kurd xwedî bingeheke civakî ya bihêz in û dikarin di bûyera êrîşeke muhtemel a Îsraîlê yan Emerîkayê de serhildana gel teşwîq bikin. Di heman demê de, "şerê sar" ê di navbera Îran û Emerîkayê de bi riya komên wekîl zêde bûye, îhtîmala ku Herêma Kurdistanê bibe hedefa yekem a pevçûnek rasterast a muhtemel zêde kiriye. Bêaramiya aborî û ketina nirxê dirav nerazîbûna navxweyî jî zêde kiriye. Tehran bi êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê û partiyên opozîsyonê dixwaze balê ji krîzên navxweyî dûr bixe û atmosfereke şer li herêmê ferz bike.

‘Di tevgera Jin Jiyan Azadî de me dît çawa seranserê Kurdistanê tije leşker kirin’

Rojnamevan û çalakvana mafên mirovan Şilêr Bapîr got: "Rewşa heyî ne diyar tevlihev e. Kuştinên li pey hev ên kesayetên siyasî yên girîng li Îranê tiştan dijwartir dikin. Di nava rejîma Îranê de her dem nakokî di navbera reformxwaz û tundrewên xetê de hebûn. Gotûbêjên li ser cihgirtina Xameneyî jî vê aloziyê zêde dikin. Amadekariya kurê wî Mojteba Xameneyî ji bo cîgirtina wî dikare ji bo namzedên din bêhêvîbûnê çêbike û nakokiyên navxweyî kûrtir bike."

Ji dema damezrandina Komara Îslamî ve, tu carî baweriyek kûr di navbera gel û siyasetmedaran de ava nebûye. Rejîmê bi piranî bi riya tundî û rêbazên leşkerî xwepêşandanan tepeser kiriye lê di demek dirêj de nikaribûye bersiva daxwazên gel bide. Ev pirsgirêk îro jî berdewam dikin û gelek Îranî dixwazin rejîma heyî bi dawî bibe. Lê belê ji bo ku ev guhertin çêbibe, piştgiriya derve pêwist tê hesibandin, ji ber ku rejîm ji bo tepeserkirina xwepêşandanan serî li her cure rêbazên tundiyê dide.

Şilêr Bapîr wiha didomîne: "Di dema tevgera 'Jin Jiyan Azadî' de, me şahidiya vê yekê kir ku li seranserê Kurdistanê leşker tijî kirin. Ev rewş piştre dijwartir bû; girtin zêde bûn û azadî hêdî hêdî kêm bû. Îro gelek hêzên çekdar li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin,ev  yek leşkerîkirina herêmê ji hêla rejîmê ve nîşan dide da ku bi lez her xwepêşandanek potansiyel tepeser bike."

‘Ji ber ku înternet tune ye em rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi tevahî nizanin’

Şiler Bapîr wiha domand: "Ji ber qutbûna înternetê û nebûna ragihandinê, rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi tevahî nayê zanîn. Di bin van şert û mercan de, ji bo xwepêşandanên mezin hawirdorek guncaw tune ye. Rewşa aborî pir xirab e, xetera şer zêde ye û derfetên rejîmê hene ku tepeserkirinê zêdetir bike."

Hêzên ewlehiyê bi giranî li bajarên wekî Kirmaşan, Îlam û Urmiyeyê belav bûne. Di seranserê desthilatdariya xwe ya 47 salan de, Îranê hewl da bi avakirina gelek baregehên leşkerî li Kurdistanê kontrola xwe biparêze. Di sala 2018’an de, bi mûşekan êrîşê baregehên Partiya Demokrat kir û êrîşên bi vî rengî di xwepêşandanên sala 2022’yan de jî çêbûn. Rejîm ji hêzên Kurd ditirse ji ber ku ew rêxistinkirî ne û di bûyîna dengê gel de bi ser ketine. Îro yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd gefek girîng li ser rejîmê çêdike.

Qanûna serpoşê ya mecbûrî ji sala 1979’an vir ve neguheriye. Her çendî carna demên nermbûnê hebin jî ev tenê polîtîkayên demkî yên rejîmê ne. Di bingehê de, rejîm li dijî azadiya jinan e.

‘Îran di êrîşên xwe de sivîl û nexweşxaneyan hedef digre’

Di dawiyê de, Şilêr Bapîr wiha got: “Rewş her diçe aloztir dibe. Her çendî Emerîka daxwaza danûstandinan dike jî Îran wan red dike. Îsraîl êrîşên xwe yên li ser hedefên leşkerî didomîne. Her çendî welatên Ereb ên li herêmê dixwazin şer rawestînin jî ew gelek caran piştgiriyê didin Emerîka û Îsraîlê. Êrîşên hêzên wekaletê yên Îranê li ser welatên cîran rewşê bi aloztir dikin.

Ne diyar e ka gelo Îran û Îsraîl dê bikaribin danûstandinan bikin an na. Her wiha ne diyar e ka daxwaz ji bo rawestandina bernameya nukleerî ne yan ji bo guhertina rejîmê ne. Îranê ji dîrokê ve heta niha Îsraîlê weke dijmin dîtiye, di heman demê de Îsraîlê Îranê wekî gef li ser hebûna xwe li herêmê hesibandiye.

Di dawiyê de, girîng e ku were zanîn her çend Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îsraîlê bi gelemperî armancên leşkerî dikin hedef jî êrîşên Îranê sivîl û nexweşxaneyan jî hedef digrin.