Şerê Îran-Îsraîlê pêvajoya peymana Xezayê têk dibe

Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nav aloziyên siyasî û ewlehiyê de ye, aloziya leşkerî ya di navbera Îran-Îsraîlê de pirsên li ser pêşeroja peymana agirbestê li Xezayê ji nû ve derxist holê.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Rageşiya herêmî ya dawî, pêşketina li ser peymana agirbesta Xezayê di nava fikarên navneteweyî û rageşiyên zêde de cemidandiye. Her çend berjewendiyên siyasî û leşkerî li herêmê bi hev ve girêdayî bin jî qad di çerxeke bêçalaktiyê de asê maye, bêyî ku nîşaneyek hebe ku qonaxa duyemîn a peymanê li ber cîbicîkirinê ye.

Her çiqas diviyabû veguhestina qonaxa duyemîn a bicîhanîna peymana agirbestê li Xezayê dest pê bikira jî di nava aloziya leşkerî û kêmbûna eleqeya navneteweyî ya bi mijarên mirovî û siyasî yên têkildarî qadê de, pêşketinên herêmî rewşê bi aloztir kirine. Vê yekê nezelaliya li dora îhtîmala derbasbûna qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya ku di Cotmeha 2024’an de hat îmzekirin zêde kiriye.

Ev yek vê pirsê derdixe holê: Gelo rayedarên Îsraîlê bi rastî jî dê pabendbûnên xwe yên di bin peymanê de bi cih neynin?

Analîsta siyasî Jivara Taha bersiva vê pirsê da û got ku aloziya Îran-Îsraîlê rasterast bi çend eniyên herêmê ve girêdayî ye, ji Lubnan û Sûriyeyê bigre heta Xezayê. Her çendî Xeza ne wekî Lubnanê qadeke şer a çalak be jî Îran wê weke qadeke destpêkirina berxwedanê dibîne, ev yek jî wê rasterast ji bûyerên herêmî bi bandor dike.

’Pirsgirêkek siyasî ya herêmî ye’

Jivara Taha şîrove kir ku Xeza berê wekî pirsgirêkek mirovî dihat dîtin, niha bûye pirsgirêkek siyasî ya herêmî ku tê de berjewendiyên gelek welatan hene. Îran Xezayê wek  sembola berxwedanê dibîne lê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê wekî qadeke ku divê aram bibe da ku peymanên pêşniyarkirî bi ser bikevin dibîne. Ji bo welatên Ereb jî ew wê wekî xeta parastina ji bo doza Filistînê dibînin û ji perspektîfa piştgiriya mirovî û vekirina deriyê Refahê pê re mijûl dibin.

’Ê ku herî zêde zirarê dibîne gelê Filistînî ye’

Jivara Taha da zanîn ku gelê Filistînî herî zêde zirarê dibîne, ji ber ku bi berdewamî bedelên şerekî wêranker ê du salan dide û got: ”Di heman demê de Xeza weke qadeke siyasî tê bikaranîn ku hêzên herêmî û navneteweyî lê ne û ji bo bandorê li ser bikin di pêşbaziyê de ne. Rayedarên Îsraîlê niha bi berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî li ser Xeta Zer û sepandina kontrola xwe ya siyasî dixebitin da ku bandora xwe di nava herêmê de xurt bikin.”

’Xeza xwedî çavkaniyên dewlemend e’

Jivara Taha tekez kir ku nakokî û hewldanên heyî yên ji bo bandorkirina li ser Xezayê ji çavkaniyên wê yên masîgiriyê yên berfireh û rezervên gaza xwezayî derdikevin û got: ”Ev yek wê dike xaleke sereke ji bo hêzên herêmî û navneteweyî. Ji ber vê ne ecêb e ku hêzên mezin û dewletên Ereb Xezayê wek herêmek bi nirxek stratejîk û aborî dibînin ku her yek xwedî berjewendiyên xwe ye ku di vê herêma erdnîgarî de bişopîne. Bi vî rengî, hem dijber û hem jî hevalbend Xezayê weke herêmeke dewlemend bi çavkaniyan dibînin.”

Jivara Taha destnîşan kir ku Amerîkayê ji destpêka şer ve hewl dida pêvajoya çareseriyê ber bi pêş ve bibe, niha bi pêşketinên li Rojhilata Navîn re mijûl e. Her wiha got ku ji ber kêmkirina rageşiya li Xezayê destkeftiya herî berbiçav e heta niha bi dest xistiye, tevî berdewamiya pirsgirêkên navxweyî yên ku nehatine çareserkirin.

Înkarkirina peymanê xizmeta berjewendiyên wê dike

Jivara Taha bawer dike ku derbasbûna qonaxa duyemîn a peymana agirbestê dê ne karekî hêsan be ji ber mijûlbûna Dewletên Yekbûyî û berfirehbûna çarçoveya pevçûnê li herêmê û tekez dike ku rûbirûbûna Îran-Îsraîlê dê zêde nedome lê dê bandorên neyînî li ser Xezayê û tevahiya herêmê bihêle.

Jivara Taha şîrove kir ku ji destpêka êrîşê ve, ji bilî mijarên mirovî, alîkarî û ji nû ve avakirinê, axaftina li ser hikûmeteke teknokratîk û pêşeroja siyasî ya Xezayê bi tevahî rawestiyaye û rewşa bêçare dê wekî rewşa serdest bimîne, di heman demê de bajar dê bi salan wêran bimîne.

Jivara Taha der barê qonaxa niha de hêvî dike ku rewşên hinek alî û siyasetmedaran werin rêkxistin, di heman demê de Filistîn bi mijarên duyemîn ve mijûl bimîne û dosyayên siyasî û ewlehiyê girtî bimînin. Jivara Taha tekez dike ku rayedarên Îsraîlê dê bi awayekî ku ji berjewendiyên wan re xizmet bike, ji peymanê paşve gav bavêjin, operasyonên kuştinê bidomînin, bendan kontrol bikin û şerê medyayê bi baldarî birêve bibin.