Şêra Osî: Bê beşdariya rastîn a jinên Sûrî edaletek veguhêz a rastîn nabe

Endama Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêra Osî destnîşan kir ku berdewamiya paşguhkirina jinan, pêvajoya veguhêz a siyasî ji naveroka wê vala dike û avakirina Sûriyeyeke dadmend û demokratîk dike xeterê.

ESMAA MIHEMED

Qamişlo – Bi berçavgirtina qonaxa hesas a veguhêz a Sûriyeyê û nîqaşên siyasî û mafên mirovan ên li ser pêşeroja welêt û ji nû ve avakirina saziyên wê, bangên ji bo ji nû ve sazkirina pêvajoya siyasî û destûrî li ser bingeha prensîbên ku edalet, wekhevî û hemwelatîbûna wekhev garantî dikin û beşdariya hemû beşên civakê mîsoger dikin, zêde dibin.

Dengên jinan her ku diçe bêtir daxwaza tevlêbûna rastîn a jinan di pêvajoya edaleta veguhêz û nivîsandina destûrê de dikin û wan wek hevkarên bingehîn ên di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de nas dikin.

Edalet netemam dimîne ger jin nebin hevkar

Endama Konseya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêra Osî piştrast kir ku veguherînên kûr ên ku Sûriye îro dibîne, edaleta veguhêz di rêza pêşîniyên neteweyî de datînin. Şêra Osî got, ji ber ku ew xalek destpêkê ya bingehîn e ji bo avakirina welatekî li ser bingeha hesabdayînê û serdestiya qanûnê. Lê li gorî wê ev edalet netemam û kêm dimîne heya ku jinên Sûriyeyê nebin hevkarên rastîn û çalak di şekildana taybetmendiyên qonaxa veguhêz û çêkirina pêşeroja welêt de.

Destûra 2012an, xwestekên jinan nîşan nedida, lê formên cudakariyê bicîh dikir

Şêra Osî destnîşan kir ku salên piştî hilweşîna rejîma Baasê, kêmasiyên bingehîn di nêzîkatiya edaleta veguhêz de eşkere kirin, ku di paşguhkirina domdar a jinan de tevî rola wan a pêşeng di destpêka şoreşa Sûriyeyê de diyar bû. Ew di pêşengiya tevgera gelêrî û mirovî de bûn û di warên cûrbecûr de bibandor beşdar bûn. Şêra Osî diyar kir ku destûrên berê, di nav de destûra 2012’an, xwestekên jinan nîşan nedidan, lê belê formên cudakariyê bicîh dikirin, bi taybetî bi rêya qanûnên rewşa kesane ku mafên jinan sînordar dikirin û hebûna wan di jiyana giştî û pozîsyonên biryardanê de qels dikirin.

Şêra Osî anî ziman ku hêviyên ku jinên Sûriyeyî li ser serdema piştî rejîmê danîne, ji bo avakirina pergalek li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev û destûrek ku mafên wan garantî dike, veguheriye bêhêvîtiyê. Ev ji ber dûrxistina wan a berdewam ji konferansên neteweyî, temsîliyeta wan a qels di saziyên rêveberiyê de û hebûna wan a sînorkirî û sembolîk e ku ji hevkariyek rastîn dûr dikeve. Şêra Osî rexne li temsîliyeta sînorkirî ya jinan a di şaxên rêveberî û yasadanînê de kir û got ku rêjeyên heyî, nebûna îradeyek siyasî ya cidî ji bo hêzdarkirina jinan, nîşan didin.

Garantiyek rastîn a mafên jinan

Şêra Osî tekez kir ku divê destûra bingehîn a Sûriyeyê garantîkarek rastîn ê mafên jinan be, ne tenê çarçoveyek fermî û wiha got: “Divê ew li ser rakirina hemû cureyên cudakariya zayendî, bidawîanîna binpêkirin û tundiya li dijî jinan û mîsogerkirina beşdariya wan a tevahî di jiyana siyasî û dîplomatîk û meqamên biryardanê de be. Her pêvajoyek veguhêz ku bi rastî jinan entegre nake, dê tenê krîzê bidomîne û bingehê ji bo nehevsengiyên pêşerojê ava bike.”

Jin êdî polîtîkeyên derxistinê qebûl nakin

Şêra Osî bal kişand ser ezmûna herêma Rojava, ku modelên rêxistinî û sazûmanî derketine holê ku hebûna jinan xurt kirine. Wê piştrast kir ku ev destkeftî bingehek bêveger temsîl dikin û jinên Sûriyeyê dê vegera bo rabirdûyê an jî ji nû ve derketina polîtîkayên derxistinê qebûl nekin.

Şêra Osî bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kir ku polîtîkayên xwe yên li hember jinan ji nû ve binirxîne û rê bide komên jinan ku bi bandor beşdarî şekildana qonaxa din bibin. Wê anî ziman ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî pêwîstî bi naskirina rola jinan wekî şirîkên tam di avakirina civak û dewletê de heye, ne wekî hêmanek marjînal an sembolîk. Şêra Osî di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Jinên Sûriyeyê ku qurbaniyên mezin dane, têkoşîna xwe ji bo avakirina dewleteke demokratîk a li ser bingeha piralîbûn, edalet û parastina mafên hemû pêkhateyên wê didomînin.”