Îman Xanimî: Wê nûnertiya jinan di hilbijartinê de guhartinan çêke

Çalakvana mafên mirovan Îman Xanimî diyar kir ku Mexrîb kêliyên siyasî yên pir girîng dijî û tekez kir ku hebûn û nûnertiya jinan êdî ne tenê daxwazeke sektorî ye, her wiha fermaneke demokratîk e ku dibe bingeha baweriya di çalakiyên siyasî de.

RECEA XEYRAT

Mexrîb – Di bin siya veguherînên civakî û bilindbûna rola jinan a li Mexrîbê de, ev pirsa bingehîn tê pirsîn: gelo hilbijartinên pêşerojê dê di hilberandina elîtek jin de biserkevin ku bikaribe hêviyên welatiyan bi cih bîne û pirsgirêkên wan di nav saziya qanûnî de biparêze?

Bi nêzbûna hilbijartinên parlemantoya Mexrîbê yên ku di meha Îlonê de pêk werin, nîqaşa derbarê nûnertiya jinan a di parlemantoyê de û şayana wan a bandorkirina li ser siyaseta giştî de ji nû ve dest pê dike. Civaka Mexrîbê niha bi piranî bawer dike ku her reformeke siyasî, girêdayî hêzdarkirina jinan a di astên biryardayînê de, nexasim di şaxa qanûnî de ye.

Îman Xanimî, çalakvana mafên mirovan û seroka Rêxistina Jinên Karker û Karsaz e. Îman, diyar kir ku têgihîştina beşdariya sînorkirî ya jinan di hilbijartinan de, hewceyî xwendinek kûr a di çarçoveya siyasî û çandî de ye. Ew vê diyardeyê ne tenê wekî "bêberpirsyariya jinan" dibîne û pênase dike, her wiha mîna encama faktorên dîrokî û avahî saziyê yên ku şert û mercên beşdarbûnê newekhev kirine, dibîne. Îman Xanimî destnîşan kir ku wêneyê stereotîpîk ê siyasetê wekî qadeke pevçûnê dibe sedem ku gelek jin hîs bikin ku ev qad bi rêbazên xebata wan yên li ser bingeha diyalog û çalakiya bêdeng, ne hemaheng in.

Mantiqa xizmet û dilsoziya kesan di pêvajoya namzedkirinê de jî bi bandor e

Îman Xanimî tekez kir ku beşek mezin ji pirsgirêkan girêdayî partiyên siyasî yên dibin sedem ku rêberên jin yên tên destnîşankirin bi ser nekevin û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku jin pirê caran bi awayekî sînordarkirî tên entegrekirin. Her wiha bi nebûna perwerdeya siyasî an rêxistinî, dixwazin ku jin nikaribin rolên rêbertiyê bigirin. Her wiha, mantiqa xizmet û dilsoziya kesan di pêvajoya namzedkirinê de jî bi bandor e û dibe sedem ku hin jin bighîjin pozîsyonên temsîlkirinê. Ji ber ku ew nêzî kesayetên bi bandor in, ne encama têkoşîn an jî jîrbûna siyasî ye. Di nav têkoşerên xwedî danehev û ezmûnên mezin de jî bê hêvîbûnê ava dibe.”

‘Mekanîzmayên namzediya partiyê riya gihîştina biryaran li ber jinan digre’

Îman Xanimî bal kişand ser awayê xebatên jinan û wiha got: “Hejmarek zêde ya jinan bêdeng dixebitin da ku rewabûna xwe ya siyasî ji asta bingehîn bi rêya komeleyan, çalakiyên sendîkayan û însiyetîfên xwecihî ava bikin. Ev hewldan carna rastî "hêzdarkirina rûberî" tê. Ev ne tenê zirarê dide jinan, di heman demê de dide tevahiya projeya demokratîk jî. Ji ber ku ew krîza baweriyê kûrtir dike û dihêle ku saziyên nûnertiyê girtî xuya bikin û ne hêjayî ne. Jinên Mexrîbê ji aliyê jêhatîbûnê ve di gelek sektoran de dewlemend in, lê nebûna girêdanên di navbera ezmûna pîşeyî û mekanîzmayên namzediya partiyê de, rê li ber wan digre ku bighîjin pozîsyonên biryardayînê.”

Zêdebûna têgihîştina jinan

Îman Xanimî destnîşan kir jin derbarê nirxên namzadiyê de dipirsin û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Îro gelek jin nirxa zêde ya ji bo namzediyê dipirsin di siya rewşek siyasî ku lêpirsîn bi hesabdayînê ve girê nade, bandorek berbiçav a xebata parlementoyê li ser jiyana welatiyan jî ava nake. Ji lewra beşdariya siyasî dibe serpêhatiyek bi lêçûnek giran û vegera sembolîk a qels re rû bir û bimîne.”

Beşdarbûna li ser bingeha jêhatîbûnê û hebûna projeyek siyasî ya zelal

Derbarê hêviyên kolana Mexrîbî yên ji bo hilbijartinan de jî Îmanî Xanimî tekez kir ku zanebûna jinan zêdetir bûye û wiha pê de çû: “Qonaxa niha bizêdebûna têgihîştina jinan û hebûna di qada giştî de pir girîng û berbiçav e. Bi naskirina astengiyên beşdarbûna siyasî, ji ber êdî jin nûnertiya şiklî napejirînin, beşdarbûna li ser bingeha jêhatîbûnê û hebûna projeyek siyasî ya zelal dixwazin. Li Mexrîbê tê xwestin ku ji hejmara jinan bi wate be û parlamenterên jin bikaribin fikarên rojane yên mirovan di warên perwerde, tenduristî, kar û parastina civakî de çareser bikin, berpirsyariya polîtîkayên giştî bigirin û elîtên ku bi bandor bûne biparêzin.”

‘Hewcedariya jinan bi modelek xebatê ya nû heye’

Îmanî Xanimî got: “Hêzên çalak di civakê de ji siyasetmedarên jin hêvî dikin ku bibin pireyek di navbera civak û saziyan de, hişyariya xwe ya xwecihî biparêzin û beşek serek ji pratîkên wan divê guhdarîkirina welatiyan be.” Her wiha diyar kir ku hewcedariya jinan bi modelek xebatê ya nû heye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Tişta ku îro hewce dike nûnertiya jinan e û modelek nû di xebata siyasî de, modelek li ser bingeha durustî, nêzîkatiyên bi gel re, xebata bêdeng û pêşkêşkirina alternatîfên rastîn, ji ber ku kolana Mexirbê ji axaftinên giştî westiyaye û niha aktorên siyasî yên jin dikarin bibin vîzyon, bernameyek û şiyana parêzvaniyê di nav saziyan û derveyî de."

‘Kolanên Mexrîbê ne jinên ku kursiyan dagirin, yên ku cûdahiyekê ava bikin dixwazin’

Îman Xanimî tekez kir ku rola jinan ne tenê bi parastina pirsgirêkên jinan ve sînordar e, di heman demê de beşdarbûna di vegerandina baweriyê bi çalakiyên siyasî ve girêdayî ye û wiha domand: “Hebûna bi hêz û serbixwe ya jinan dikare bibe riyek ji bo vegerandina pêbaweriya bi siyasetê, lê bi şerta ku ew hebûn li ser bingehê jêhatîbûn, serxwebûn û pabendbûnê be, ne li ser tayînkirinên ji nişka ve an nûnertiya sembolîk be. Bi kurtasî, kolanên Mexrîbê ne jinên ku kursiyan dagirin dixwaze, jinên ku cûdahiyekê ava bikin dixwaze. Bi hêviya ku nûnertiya jinan bikaribe êşa rojane veguherîne însiyetîfek qanûnî û çavdêriyê, baweriyê veguherîne çalakiyê û hebûnê veguherîne bandorê. Ev nûnertî: ji nûnertiya hejmarî ber bi nûnertiya kalîteyî ve û ji beşdariya fermî ber bi hevkariyek rastî di şekildana polîtîkayên giştî de ye.”

Veguherandina beşdarbûnê ji rûyekî qanûnî ji bo pratîkekî siyasî

Der barê qanûnên hilbijartinê de, Îman Xanimî destnîşan kir ku nirxandina beşdarbûna jinan divê ne bi hejmaran ve sînordar be, ji ber tevî girîngiya çaçoveya yasayî jî lê dîsa jî bi tena xwe ne têrker e her wiha garantiya wê pir ne bi bandor e. Îman Xanimî, ragihand ku nîqaşa li ser pergala kotayê mijara ji nû ve, mijarên bikaranîna vê mekanîzmayê ji bo hilberandina heman elîtan, li şûna hêzdarkirina jêhatîbûna jinan, derdixe holê û ev agahî dan: “Her wiha, gelek jin hîn jî di nav partiyan de bi astengiyên rêxistinî re rû bi rû dimînin ku derfetên wan ên ji bo ketina lîsteyên namzetiyê yên xwecihî sînordar dike.”

‘Bêhêvîbûna çalakvanên jin ne tenê bi nebûna mekanîzmeyên qanûnî ve girêdayî ye’

Îman Xanimî da zanîn ku bêhêvîbûna çalakvanên jin ne tenê bi nebûna mekanîzmeyên qanûnî ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Di heman demê de bi windakirina beşek ji aliyê ehlaqî û etîkê yê pêvajoya siyasî ve jî girêdayî ye. Qanûn çiqas pêşketî be jî, ger nikaribe di qada siyasî û jiyana rojane ya mirovan de guhertinê çêke, qanûn dibe çarçoveyeke vala. Dema ku jin siyasetê wekî mecbûriyetek ehlaqî an xizmetek ji bo başiya giştî nabîne, ew xwesteka beşdarbûnê winda dike, her çiqas qanûn destûrê bidin wê ku ji bo wezîfeyê bikeve hilbijartinê û beşdar jî bibe.”

Veguherandina beşdarbûnê ji formalîteyeke qanûnî ji bo pratîkeke siyasî ya bi bandor

Çalakvana mafên mirovan Îman Xanimî tekez kir ku nirxandina beşdariya jinan di hilbijartinên demên pêş de divê qanûn wekî beşek ji pergalek berfirehtir a li ser bingeha nirx, bawerî û bandorbûnê bihesibîne. Îman Xaimî, bi van nirxandinan dawî li gotinên xwe anî: “Bêyî giyanek nirxan, pabendbûna ehlaqî û armancek rastîn a xizmetkirina civakê, hejmar tenê bendên di qanûnê de dimînin û rastiyê naguherîne. Li vir zehmetiya herî mezin heye: veguherandina beşdarbûnê ji formalîteyeke qanûnî ji bo pratîkeke siyasî ya bi bandor a di jiyana mirovan de. Her wekî rêjeyek çi qas bilind be jî, dê nikaribe bawerî û hewesa ji bo beşdariya siyasî vegerîne.’’