Êrîşa zayendî ya li dijî hemşîreyê di rojeva meclisê de ye

Parlamentera Amedê û berdevka meclisa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu êrîşa zayendî ya ku hemşîreya bi navê H.Z li Nexweşxaneya Nexeşiyên Pêsêrê ya Yedîkule ya Stenbolê rast hat anî rojeva meclisê.

Enqere- Hemşîreya bi navê H.Z ku 19 sal in li Nexweşxaneya Nexeşiyên Pêsêrê ya Yedîkuleya Stenbolê, dixebite, di dema ku di odeya nobetê de îstirehet dikir ji aliyê asîstanê bijîjk S.E. ve rastî êrîşa zayendî hat. Li ser beyanên wê S.E yê ku dihat darizandin, der barê de wî dozger daxwaza beraatê kir. H.Z jî surgunî nexweşxaneyek din kirin.

Parlamentera Amedê û berdevka meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, tiştên ku kedkara tendirustiyê jiyane xist rojeva meclisê. Halîde Turkoglu ji bo bersivdanê pêşnûme pirsyar pêşkêşî Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç kir.

Ev pirs ji wezîran hatin kirin:

“* Wezareta we ji vê bûyera ku li nexweşxaneya Yedîkuleyê hatiye jiyîn xeberdar e? Di danişîna ku di dîroka 25’ê Çileya 2024’an de li edliyeya Bakirkoyê were dîtin de wê wezareta we mudaxil bibe?

*Bijîjkê asîstan ku bi êrîşa zayendî tê sûcdarkirin bi kîjan hinceta zagonî hatibû girtin?

* Di nexweşxaneya mijara gotinê de îdiayên ku mijarên tundiya li dijî jinan û bûyerên êrîşkirinê digrin rast e? Hewldana wezareta we, di lêkolînkirina zagonî ya vê mijarê de çêbû?

*Kedkara tendirûstiyê H.Z ku rastî êrîşa zayendî hat bi kijan hêceta zagonî li nexweşxaneyek din erkdar kirine?

*Bijîjkê asîstan S.E ku li dijî jinê sûc kiriye agahiya ku berê jî sûcê êrîşa zayendî kiriye rast e? Ger rast be der barê vî kesî de biryara beraatê ma ne sûc e? Der barê êrîşa zayendî ya li dijî kedkara jin û tendirustiyê de beyanên jinan li holê ne çima nayê girtin?

*Di nava 21 salan de kedkarên jin ên tedirustiyê ku serî li wezaretê dane çend in? Der barê çend failên ku ev sûc kirine de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Çend failên ku ev sûc kirine hatin berdan û çend ji awn hatine girtin?”