‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn paradîgmaya Rêber Apo ye’
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên diyar kir ku şerê di navbera Îran û Israîlê de, qeyrana heyî kûrtir dike û got ku çareseriya Rojhilata Navîn, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan e.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di demên dawî de aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bûn û di Rojhilata Navîn de her diçe şer û pevçûn girantir dibin. Ew jî bi xwe re metirsî û krîzên nû derdixe holê. Bi taybetî bi destên hêzên hegamon plana ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn dixwazin bikin meriyetê. Ev şerê heyî jî her ku diçe rê li ber qeyranên nû vedike û ewlehiya herêmê û sivîlan dikeve xeteriyê.
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên têkildarî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û geşedanên li Rojhilata Navîn, ji ajansa me re axivî. Jiyan Hisên di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser krîza ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn û bi taybetî şerê ku di navbera Îran û Îsraîl de çêbû. Jiyan da zanîn ku bandora şer ne tenê li ser herdû hêzan çêdibe, ewê li tevahiya herêmê bandor bike.
‘Îran bi vê hişmendiya olperest û netewperest nikare krîza heyî çareser bike’
Jiyan destnîşan kir ku ev şerek pir dijwar e, bi xwe re aloziya heyî kûrtir dike û rê li ber koçberî, kuştin û talanê vedike û wiha pê de çû: “Îsraîl bi rêya şer dixwaze di sedsala 21’an de bibe hêza hegamonîk a cîhanê û herêmê bi rê ve bibe. Eger ew şer berdewam bike, ev dê krîzê kûrtir bike. Bi taybetî di van çend salên dawî de di nava hêzên herî desthilatdar de şer girantir dibe û armanc ew e ku kî serweriya xwe li cîhanê çêke. Îran bi vê hişmendiya olperest û netewperest nikare krîza heyî çareser bike û heta niha rejîma Îranê rojane bi dehan kes darve dike. Eger desthilat û rejîma heyî xwe neguherîne û ew şer berdewam bike, ev dê rê li ber krîzên aborî, civakî û neteweyî veke. Yên ku herî zêde di şer de zirarê dibînin û tên kuştin, jin û zarok in.”
‘Bi şer tu car çareserî pêk nayê’
Jiyan Hisên da zanîn ku ev şer ne tenê di navbera du hêzan de ye, şerekî hegemonîk e û cîhanê bi giştî eleqedar dike. Jiyan Hisên di vê xalê de balê kişand ser girîngiya civak û netewa demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn. Jiyan, vê girîngiyê wiha anî ziman: “Bi şer tu car çareserî pêk nayê û wê rê li ber komkujiyên mezin veke. Banga Rêber Apo ya ji bo çareserî û civakek demokratîk ji bo Rojhilata Navîn jî, dikare aştiyê û çareseriyê bi xwe re bîne. Perspektîfên Rêber Apo yên ji bo Rojhilata Navîn, aştî û civakeke demokratîk dê çawa pêk were û alternatîfên wê çi ne, bi awayek zelal datîne holê û banga wî di cîhanê de rastî eleqeyek mezin hat. Rêber Apo di serî de ji bo pirsgirêka Gelê Kurd çareser bike gav avêt, lê belê niha ji bo tevahiya kaos û qeyranên heyî hem perspektîf hem jî rêya çareseriyê datîne holê û ji pirsgirêka gelê Kurd zedetir êdî divê pirsgirêka Rojhilata Navîn çawa were çareserkirin, projeya Netewa Demokratîk datîne holê.”
‘Rêber Apo ji bo çareseriya herêmê xeta sêyemîn datîne holê’
Jiyan Hisên diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk, ji tevahiya, gendeliyên herêmê û cîhanê re dikare aştî û çareseriyê bîne û wiha got: “Rêber Apo ji bo her dewletek rêya çareserî û derbaskirina pirsgirêka vê projeyê û altenatîfa wê datîne holê. Dema Rêbertî nexşerê eşkere dike, ji bo aramiya Rojhilata Navîn giştî ye. Ji bo pevçûn û şerê heyî bê sekinandin û çareserî bipêş bikeve, Rêbertî Manîfestoyeke ji hemû qeyran û pirsgirêkên netewan re bibe bersiv, amade kir û weke xeta seyemîn a Civaka Demokatîk binav kir. Çareserî ji bo aramiya tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî zelal danî holê û pêşniyar kir.”
‘Dem hatiye ku li herêmê di şûna şer de aştî û Civaka Demokratîk pêk bê’
Jiyan Hisên di dawiya gotinên xwe de pênaseya Netewa Demokratîk kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev 14 sal in mînaka Projeya Netewa Demokratîk, li Rojavayê Kurdista nê tê jiyîn. Hemû netew û bawerî çawa dikarin bi hev re bijîn, dikare ev yek li Rojhilata Navîn jî pêk bê. Çareseriya ku Rêber Apo dibêje, ne ji bo gelê Kurd e ji bo aramiya tevahiya cîhanê ye. Dem hatiye ku li herêmê ne şer, aştî û Civaka Demokratîk pêk were. Ew jî, bi pêşengtiya jinan be. Çawa di şoreşa Rojava de pêşengtî kirin, ewê di tevahiya herêmê û cîhanê de jî bi rola sereke rabin.”