Çalakvana Suweydayî: Em ê tu carî teslîm nebin

Jinên ji Suweydayê ku rastî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên cîhadîst tên, xeta berxwedanê ava dikin. Çalakvana Swêdayê Samahe El-Endaherî got, "Dibe ku em neghîjin av, derman û xwarinê. Lê em ê tu carî ji rûmeta xwe bêpar nemînin û teslîm nebin."

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Jinên ku li Sûriyeyê dijîn ji aliyê Hayat Tehrîr el-Şam a cîhadîst ve hatine kuştin, girtin û bi hovane rastî destdirêjiyê hatine. Lê ev amûra şerê ji bo şikandina jinan veguheriye şêweyek hevgirtinê ya di navbera jinan de li seranserê sînoran.

Li Suweydaya ku dorpêçî û nebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê seqet dike, jin di navenda pevçûnê de derketine holê. Rola wan êdî bi girîkirina li ser kavilan ve sînordar nîne; ew bûne hevkarên siyaset, berxwedan û hilgirtina çekan. Her wiha bûne dengek ku rastiyê ji cîhanê re radigihîne. Çalakvana siyasî Samahêr El-Endarî li ser êşa gel, rola jinan di berxwedana wan de, ezmûna nû ya Rêveberiya Xweser û redkirina her komîteyên lêpirsînê yên ne-navneteweyî axivî.

Dorpêçî û birçîbûn hê jî didomin

Samahêr El-Endarî qala rewşa Suweydayê û aloziyên ku tê re derbas dibe kir û wiha got: "Em di rewşek kaosê de dijîn, berovajî tiştê ku medyaya Sûriyeyê nîşan dide, ku behsa hatina alîkariyê û ewlebûna rewşê dike. Ev axaftin derew e. Em di bin dorpêçeke dijwar de ne, bê av, derman, xwarin, elektrîk û pêdiviyên jiyanê ne. Em di qonaxek pir dijwar de ne, bi qasî ku pêkan e hewl didin li hember jiyana ku ji hêla şerekî ku me nexwest ve li ser me hatiye ferzkirin, li ber xwe bidin. Em civatek in ku ji jiyan û mirovahiyê hez dike, lê şert û mercan bêaramî li ser me ferz kiriye."

'Me dest bi aktîvkirina fermandariya polîsan kiriye

Samahêr El-Endarî derbarê êrîşên ku pê re rûbirû mane de wiha axivî: "Em rastî êrîşeke dijwar a komên çekdar ên girêdayî El-Culanî hatin, ku ji aliyê Ewlekariya Giştî û çeteyên biyanî ve dihatin destekkirin. Wan gendelî li seranserê welêt belav kirin û li dijî jin û zarokan komkujî kirin. Tevî van komkujiyan jî, jiyan dê berdewam bike. Em hewl didin ku rêveberiyeke xweser ava bikin da ku karibin çerxa jiyanê hinekî jî bizivirînin. Me dest bi aktîvkirina fermandariya polîsan kiriye. Em tevî zehmetiyan jî vê qonaxê bi awayekî çêtir dijîn."

'Jin bi hêz in û kes nikare hêza wan bişkîne'

Samahêr El-Endarî tekez kir ku jinên Suweydayê bedêlên herî giran dane û jinên li herêmên din rastî êrîşên mezin hatine û wiha pê da çû: "Jinên Suweydayê di jiyanê, siyasetê û heta berxwedanê de jî şirîkên jiyanê ne. Piştî qetilkirina hejmareke mezin, her wiha gelek jin bi koletî û binpêkirinan re man. Hewl dan ku bi şikandina jinan civakê bişkînin. Lê jin çiqas bi qetilkirin, koletî û şewtandinê re bimînin, ew bihêz in û tu car nayê şikandin. Hin jin bi saxî hatin şewitandin û yên din jî perçe bûn, lê ev yek me tenê xurttir û berxwedêrtir kir. Di nav êrîşan de jinan çek hildan da ku axa xwe biparêzin. Jinên îroyîn neviyên jinên Şoreşa Fransî ne, ku vê ezmûnê di serdemeke cuda de ji nûve dijîn. Jin ne beşek biçûk in. Ew şirîkên axê ne û ji bo wan tiştekî xwezayî ye ku li ber xwe bidin û ax û rûmeta xwe biparêzin."

Ber bi avakirina Rêveberiya Xweser ve dimeşin

Samahêr El-Endarî da zanîn ku ku nebûna desthilatdaran civak ber bi avakirina pergaleke herêmî ya alternatîf ve biriye û wiha domand: "Ne parêzgar û ne jî fermandariya polîsan heye. Sazî tune ne. Me dest bi avakirina xwe kir. Em gihîştine qonaxa Rêveberiya Xweser. Em hê di destpêkê de ne, lê em ê bi berpirsiyariyê rabin. Em xwedî kesayetiyeke mezin ji jin û mêran in. Me gav bi gav dest bi hilkişînê kiriye û em bawer in ku em ê di rewşek çêtir de bin. Me ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dît, ezmûnek ku ji hêla leşkerî, siyasî û heta zanistî ve tê birêvebirin û em ê şopdarê vê ezmûnê bin."

Hevgirtina jinan sînoran derbas dike

Samahêr El-Endarî diyar kir ku jin di vê qonaxê de hewl didin ku dengê xwe li ser platformên cîhanî bidin bihîstin. Samahêr El-Endarî got: "Herî girîng ew e ku di navber jinên Suweyda, jinên peravê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkiliyeke girêdayî çêbibe. Me hemûyan heman şert û merc û heman êş kişandine; kuştin, talankirin û koçberî. Dema ku em hêza jinan ava bikin, em ê Sûriyeyeke bê terorîzm û zordariyê, dewleteke laîk ku rêzê li rêûresmên olî digire û nepeniya her pêkhateyê diparêze, ava bikin. Jin şirîkên serkeftinê ne."

'Bawerî bi komîteyên herêmî nemaye'

Samahêr El-Endarî derbarê komîteyên lêpirsînê de bêbaweriya xwe bi van gotinan anî ziman: "Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê piştî komkujiyên ku hatine kirin behsa şandina komîteyek lêkolîna rastiyan dike. Em vê yekê red dikin. Qurbanî û celad nikarin wekhev bin. Bawerî bi vê rêveberiyê tune. Heta di bûyerên li peravê de jî, wan rastiyan veşartin û şahidiyên di bin gefê de sexte kirin. Em komîteyek navneteweyî ya bêalî ya lêkolîna rastiyan dixwazin ku rastiyê wek xwe pêşkêş bike. Xwîna zarokên me, qîrîna jin û zarokan pir biqîmet in. 34 gundên me bi temamî wêran bûne û laşên ciwanên me hê jî li wir in. Ger ev sûc neyên belgekirin, ew ê wek komkujiyên peravê werin jêbirin. Ji ber vê em israr dikin ku deriyên sînor werin vekirin, ne tenê ji bo alîkariyê, ji bo ku rastî bigihîje cîhanê jî."

'Em ê bighîjin ewlehiyê'

Çalakvana siyasî Samahêr El-Endarî destnîşan kir ku li ser axa xwe rastî êrîşan hatine û tenê vebijêrka wan berxwedan e û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Em ne tirsonek in ku em wan bi mirinê pêşwazî bikin. Dibe ku em bê av, derman û xwarinê bin, lê em ê bê rûmet nebin. Suweyda birçî nabe, ew bi rûmetê têr dibe. Em ê rewşa xwe tehemûl bikin da ku ji hêla wan ve neyên şermezarkirinû em bawerin ku em ê bighîjin ewlehiyê."