rojane
-

‘Bi yekitiyê divê em xaka xwe biparêzin’
Şanoger û rojnamegerên Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin: “Bi yekitiyê em ê bikaribin xaka xwe biparêzin û piştevaniya hev bikin.”
-

Jinên Tûnisê bi tecrubeyên xwe bang li jinên Sûriyeyê kirin
Çalakvanên Tûnisê bang li jinên Sûriyeyê kirin û gotin ku divê bi hemû maf û destkeftiyên xwe ve girêdayî bin, li dijî gefên li ser jiyana xwe bixebitin, xwe bi rêxistin bikin.
-

‘Warê xwedawendan’ Minbic carek din di bin dagirkeriyê de ye!
Minbic a ku ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin û Rêveberiya Xweser di 8 salan de ji nû ve ava kir, carek din hat dagirkirin. Li bajarê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin li dijî jinan sûcên revandin, komkujî tê kirin.
-

Wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk li Idlibê dibin sedema mirinan
Wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk li Idlibê dibin sedema qezayên kujer. Kesên ku di qezayan de xizmên xwe winda kirin û şahidên qezayan gotin: "Hesab nestendin û nebûna tedbîrên pêşîlêgirtinê dibe sedema dûbarebûna qezayan."
-

Li hember bîrdoziyên serdest alternatîfên jinan – ANALÎZ
Jin di tevliheviya Rojhilata Navîn a di nav şer û krîzan de ye, bi du alternatîfên ku ew ê qedera wan diyar bike re rû bi rû ne: Yan ew ê reformên di nav pergalên heyî de erê bikin, yan jî ew ê teslîmî bîrdoziyên paşverû bibin. Lê rêyeke sêyemîn jî heye…
-

Ciwanên Mexmûrê bi pergala neteweya demokratîk xwe perwerde dikin
Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya Wargeha Mexmûrê hewl dide li dijî pergala netew-dewletê bi pergala neteweya demokratîk ciwanên wargehê bi rêxistin û perwerde bike.
-

Malbatên şehîdan: Em li pişt hêzên xwe ne
Li ser geşedanên dawî yên ku li herêmê bi lez rû didin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan gotin divê piştgiriya hêzên xwe YPJ/QSD’ê bikin da ku di Sûriya nû de cih bigrin.
-

Ji Îtalyayê bi peyamên xwe Şoreşa Jinan hembêz dikin
Peyamên piştgiriyê yên ji bo jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşan liberxwe didin, her ku diçe zêdetir dibin.
-

‘Em ê Sûriyeya azad û demokratîk bi hev re ava bikin’
Endama Koordînasyona Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya li Helebê Ferîde Zekeriye, got ku riya serkeftinê yekitî ye û diyar kir ku bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî dê Sûriyeya nû were avakirin.
-

Rojnameger Xezne Nebî: Kobanê xala man û nemanê ye
Rojnameger Xezne Nebî ya ku berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê şopandibû, bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û got ku “Kobanê bi berxwedana xwe bû mîrateyek û ji bo hemû kesên azadîxwaz, xala man û nemanê ye.”
-

Ji bo bersûcê Dîna ya hat qetilkirin beraat hat dayîn
Di doza ku li Karabûkê xwendekara zanîngehê ya bi navê Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga (Dîna) a welatiya Gabonê hat qetilkirin, dadgehê biryara beraatê da.
-

Annalena Baerbock: Kobanê li dijî DAIŞ'ê, sembola têkoşîna Kurdên leheng e
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku Kobanê li dijî çeteyên DAIŞˋê sembola têkoşîna Kurdên leheng e û got dewleta Tirk berpirsiyariya parastina ewlehiya xaka Sûriyeyê ye.
-

Jiyan Ateş a ku înfaza wê 8 caran hat taloqkirin hat berdan
Jiyan Ateş a ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê 8 caran ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hat taloqkirin, hat berdan.
-

Kombûna Zenûbiya ji ber hewldanên derxistina fitneyan gel hişyar kir
Meclisa Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li gelê herêmê kir ku hay ji planên dewleta Tirk ên derxistina fitneyan hebe û diyar kir ku avakirina Sûriyeya nû bi ked û têkoşîna hevpar a hemû pêkhateyên wê dibe.
-

Mamoste û xwendekar daxwaza mafên xwe dikin
Ji ber ku sê meh in mûçeyê mamoste û fermanberan nayê dayîn, li bajarê Silêmanî mamoste û xwendekaran xwendinê boykot kirin û daxwaza mafên xwe kirin û gotin: “Kilîta vekirina dibistanan dayîna mûçeyê mamosteyan e.”
-

Di perwerdeya veguhest de fermana cudakariya zayendî paşve hat kişandin
Midûryeta Perwerdeya Mîlî ya Antakyayê, der barê perwerdeya veguhestî de, fermana ‘Di servîsên xwendekaran de bila di kursiyên pêş de xwendekarên keç rûnenên’ ji dibistanan re şand. Ferman li ser bertekan paşve hat kişandin.
-

Kongra Star: Tu kes nikare welatê me ji me bistîne
Koordînasyona Kongra Starê ya Kantona Firatê der barê êrîş û gefên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kobanê de, daxuyanî da.
-

Li Îranê mamostayek din ya jin ji karê xwe hat dûrxistin
Li Îranê Wezareta Perwerdeyê mamosteya jin ya bi navê Ferîba Enamî ji karê wê dûrxist.
-

Li Îranê zagona ‘hîcab û îfetê’ hat şermezarkirin
Li Îranê 100 civaknas û profesorên zanîngehê bi daxuyaniyekê ragihandin ku zagona ‘hîcab û îfetê’ protesto dikin, destnîşan kirin ku ev zagon binpêkirina mafên sivîlan e û xwestin demildest were xirakirin.
-

‘PDK bi fermana dewleta Tirk tevdigere’
Çalakvana mafê jinan Ronak Mecîd diyar kir ku sedema girtina deriyê sînor ê Sêmalka, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye û got: “Heta dewleta Tirk erê neke, PDK deriyê sînor venake.”