rojane
-

'Deqa Amazîgî çand û nasnameya civakê nîşan dide'
Menal Mehdwanî ku bi riya çêkirina deqan hewl dide dîrok, nasname û çanda Amazîgî li herêmê nûjen bike dibêje: "Deqa Amazîgî ji şaristanî û dîroka civakê ye. Her deqek xwedî wateyek cuda ye."
-

Jinên ji Xezayê: Em ê dev ji axa xwe bernedin
Meysûn Helas bi gotinên; "Ez ê di koneke li kêleka mala xwe ya hilweşiyayê de bijîm" berxwedan û sekna jinên Xezayê û girêdana wan a bi axê re nîşan dide û diyar dike ku e wê dev ji welatê xwe bernedin.
-

‘Kurd bi têkoşînê dikarin polîtîkayên bişavtinê vala derxin’
Aktivîsta ziman Jîn Aryen bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî li Tirkiyeyê û got: “Bi salan e polîtîkayên tunekirina bîra Kurdan tên meşandin. Valaderxistina van polîtîkayan girêdayî têkoşîn û berxwedana Kurdan e.”
-

Şervanên YPJ’ê: Em hêza xwe ji berxwedan û sekna gel digrin
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kirin ku ew hêz û vîna xwe ji berxwedana gel digrin û bi ruhê vê berxwedanê wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, axa xwe biparêzin.
-

Qeyûm nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ jê bir
Qeyûmê ku dewleta Tirk avêt ser şaredariya Sêrtê, nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku bi Kurdî, Tirkî û Erebî li dîwarên Parka Kizlar Tepesî hatibû nivîsandin û wêneyê Jîna Emînî û jinên din nîvê şevê jê bir.
-

Hunermend Pinar Aydinlar a hat binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kir
Hunermend Pinar Aydinlar a di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de hate binçavkirin, diyar kir ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.
-

YRJ’ê gefên li ser nûçegihana me şermezar kir
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) gefên li ser nûçegihana me ya Helebê şermezar kir û xwest rojnamevan ji gef û tundiyê bên parastin.
-

Hesabê X'ê yê JINNEWS'ê hat girtin
Hesabê X'ê yê JINNEWS'ê @JinNews_turkce hat girtin.
-

Civaka Maya ya li Guatemalayê ‘Sala Rojê’ pîroz kir
Civaka Maya, li gor salnameya Chol Ab li Kaminaljuyuyê ‘Sala Rojê’ bi merasîmek ruhanî pêşwazî kir.
-

Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci ku ji îdiaya “biçûkxistina dewletê û saziyên wê” dihat darizandin, beraet kir.
-

Rojnamevanên jin: Dê têkoşîna me ji bo eşkerekirina rastiyan bidome
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriye diyarkirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser rojnamevanên Kurd û fikrê azad wê têkoşîna xwe ya ragihandina rastî û heqîqetê bi domînin.
-

Nêrgiz Mihemedî: Metirsiya darvekirina Pexşan, Werîşe û Şerîfe heye
Çalakvana mafên mirov û girtiya siyasî ya Îranê Nêrgiz Mihemedî got: “Metirsiya darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye, divê ji bo ragirtina cezayê wan helwestek tûnd bê nîşandan.”
-

Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: Em li dijî komkujiya jinan serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin
TJA'yê diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi şîara "Em li dijî komkujiya jinan serî hildin û ji bo azadiyê dimeşin" pêşwazî bikin û banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.
-

Li Îranê 975 kes hatin darvekirin: Hejmara rast zêdetir e
Li gor rapora ku ji aliyê Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR), li Îranê di sala 2024'an de 975 kes hatine darvekirin. Hat gotin ku hejmara rast ji vê rêjeyê zêdetir e.
-

Nûçegîhana me ya Helebê û jinên jê re axivîne rastî gefan tên
Nûçegîhana ajansa me Şexaf El-Omar û jinên ku dibin mijara nûçeyên wê, li Helebê rastî gefên kesên nasnameya wan nediyar tên.
-

Li Sûdanê jin di nava pevçûn êş û şîdetê de ji bo jiyanê têdikoşin
Jinên Sûdanî ne tenê mexdûrên şer û pevçûnan, di heman demê de divê aktorên guherîn û aştiyê werin dîtin. Lê diyar e ku heta pirsgirêkên wan ên bingehîn çareser nebin û mafên wan nekevin bin temînatê, ev yek ne pêkan e.
-

Ji Îtalyayê ji bo Abdullah Ocalan banga li KE'yê: Bi berpirsyarî rabe
Ji Îtalyayê 56 kesayet û 26 saziyan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel re şandin û bang lê kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berpirsyarî rabe.
-

‘Pêwîstî bi hevgirtinek hevpar a jinan heye’
Analîsta siyasî Temara El-Hedad bal kişand ser rewşa jinên li Xeza û Sûriyê û got: "Li herdu herêman herî zêde jin zehmetiyan dikşînin. Ji bo bidawîbûna van kêşeyan û edaletê, pêwîstî bi hevgirtinê heye."
-

3 jinên ku Talîban piştî êrişa ser Radyo Begum binçav kir, wenda ne
Hêzên îstîxbaratê yên Talîbanê ku her roj bi pêkanînên xwe yên dermirovî tên rojevê, vê carê jî avêtin ser avahiya radyo Begum û xebatkarên wê binçav kirin. 3 jinên ku ji radyoyê hatin binçavkirin, wenda ne.
-

Li Yemenê parazvana mafên mirovan dibe hedefa cîhadîstan
Hayat Ruheybî ya ku li Yemenê mafên jinan û keçikên rastî destdirêjiyê tên diparêze, ji aliyê cîhadîstan ve hedef tê nîşandan. Hayat, dibêje ku midûrê ewlehiyê bi xwe jî êrîşî wê kiriye û ji saziyên navnetewî destek dixwaze.