Zozan Sîma: PKK ne tenê partiyek e terzê jiyanê û exlaq afirand

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma kongreya PKK’ê û biryarên hatine girtin nirxand û got: “PKK ne tenê partiyek e, kevneşopî, exlaq, rêgez û terzê jiyanê afirand. Zozan Sîman bal kişand ku pêşengên vê pêvajoyê dê jin bin.

EVRÎM RONAHÎ- NUCAN ARAS

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga Aştî û Civaka Demokratîk di 27’ê Sibatê de kir. PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û 12’ê Gulan encamên kongreyê bi raya giştî re parve kir.

Der barê kongreya PKK’ê ya ku di serî de li Rojhilata Navîn, Kurdistan û hemû cîhanê deng veda, endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma ji ajansa me re nirxandin kir.

Zozan Sîma bal kişand ku PKK li ser têkoşîna tevgerên şoreşger ên di sedsala 20’an de û di heman demê de li ser mîrasa 28 serhildanên li Kurdistanê ava bûye û bi gotinên; “Hewldana veguherîna ya PKK’ê tenê îro çênebûye” diyar kir ku bi pênasekirina vê pêvajoyê weke nûbûn dê rasttir be.

*PKK’ê di navbera rojên 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û 12’ê Gulanê biryarên kongreyê ji raya giştî re eşkere kir. Bi vê kongreyê partiyê biryara feshkirinê da. Vê kongreyê piştî banga Rêberê Gelê Kurd hat lidarxistin. Beriya kongreyê banga Rêberê Gelê Kurd dihat çi wateyê, bersivek çawa ji gelan girt?

Pêşketinên di çend mehên dawî de hem pir zû çêbûn, hem jî kes li bendê nebû. Biryara kongreyê û banga Rêber Apo, ne tenê li herêmê û Kurdistanê, li hemû cîhanê bendorek çêkir. Yek ji sedemên vê yên bingehîn ew bû ku Kurdistan li erdnîgariya şerê cîhanê yê sêyemîn lê diqewime ye. Li Kurdistanê jî vê tevgera ku mohra xwe li 50 salan daye, banga ku rêberê vê tevgerê kir bandorê çêkir. Bêguman li cîhanê bandorek çêkir. Li aliyê din jî gelek aliyan, vê wiha pênase kirin. Rêber Apo jî wiha diyar dike, behsa guherîna paradîgmayê dike. Vê bangê nîşan dide ku divê mirov ji derveyî tiştên hatine jiberkirin binêre, tiştên berê nehatine dîtin werin dîtin. Ji vî alî ve ev bang ne ji bo nêzikahiyên dogmatîk ên hatine hînbûn, bi nêzikatiyên ku nûbûnê esas digrin çêbû. Ji ber vê jî dibe ku pêvajoyê bi her kesê re hem bendewariyê, hem jî heyecan û fikaran çêkiribe.

Pir girîng bû ev yek ji ber ku niha herêma me, hem ji aliyê Kurdistanê hem jî Rojhilata Navîn ve di pêvajoyeke pir krîtîk de ye. Ango pêvajoyeke ku dibe komkujî çêbibin, tiştên nû biqewimin. Rêber Apo li vê derê însiyatîf girt. Ev însiyatîf di pêşengiya PKK’ê de çêbû. Ev yek nîşan dide ku tevgereke cîhanî dikare bikeve nava pêşketinên herêmê, rê nîşan bide û di heman demê de ji bo gelan riyên derketina ji komkujî û mêtinkariyê û bê netew dewletan lêgerîna çareseriyê pêşkêş kir. Vê bangê ji bo jinan bi azadiya heyî bi sînor nema, di asta şoreşa jinan de azadiyê pêşkêş dike. Ji bo gelan jî ji derveyî çareseriyên netewperest û olperest, di warê siyaseta demokratîk û aştîxwaz de derfeta tayînkirina çarenûsê dide gelan. Ji vî alî ve em dikarin bibêjin ku vê bangê li ser gelek aliyan û hemû herêmê  bandorê çêkir. Heyecanek jî çêbû. Niha jî bênavber gavên ku piştî vê werin avêtin tên nîqaşkirin.

*Em dibînin ku biryara feshê ya di kongreyê de hat girtin, di encama guherîna xwe ferz kiribû de hatiye girtin û xwe dispêre sedemên bîrdozî. PKK ji dema ku derketiye ve heta niha, guherînên girîng ên bîrdozî bi xwe re çêkir. Bi kîjan felsefeyê derket û bîrdoziya ku bi pêş dixe çi ye?

 PKK li ser têkoşîna tevgerên şoreşger ên sedsala 20’an û di heman demê de li ser mîrasa 28 serhildanên têkçûyî yên Kurdistanê çêbû. Di konjonktureke ku bandora van herduyan jî li ser hebû, li ser mîrasa ku sosyalîzma reel afirandibû derket. Ji ber vê stratejiya têkoşînê ya di çarçoveya bîrdozî de li ser vê esasê bû. Ji aliyê nav ve jî Partiya Karkerên Kurdistanê dihat vê wateyê.

Rêber Apo vê weke pêvajoyeke ku ji sala 1993’an ve heta niha bi pêş ketiye pênase dike. Piştî têkçûna sosyalîzma reel, ango di sala 1989’an de; bi guherînên ku di Sovyetan de çêbûn re, vê lêgerînê dest pê kir. Di warê baweriya bi sosyalîzmê û armancên sosyalîst de tu carî guherîn çênebû lê vê lêgerîna sosyalîzm çi ye divê stratejiya sosyalîzmê çi be û di heman demê de divê mafê tayînkirina çarenûsa gelan çawa be, di sala 1993’an de dest pê kir. Di salên 1997 û 98’an de vê lêgerînê zêdetir bû lê di salên 2000’an de, bi pêvajoya komployê re ev pêvajo xitimî. Rêber Apo bi parêznameyên xwe, bingeha ramanî ya vê pêvajoyê û modela wê ya rêxistinî bi pêş xist. Nîqaşa veguherîna PKK’ê nû nîn e. Ji kongreya 5’an ve heta niha, di pêvajoyeke ku dive di PKK’ê de guherîn çêdibin de, dest pê kir.

Ji ber wê feshkirina PKK’ê, nîqaşên li ser nûbûnê berê jî hebûn, nû nîn in lê di merheleya îro de êdî ev yek xwe ferz dike. Ango hem sedemên bîrdozî hene hem jî konjonkturel û dikare weke temamkirina peywirên ku di dema xwe de nehatine bicihanîn were pênasekirin.

*Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di peyamên ku dû re şandin de bal kişand ser sosyalîzma civaka demokratîk. Di biryarên kongreyê de dubare bal hat kişandin ser vê yekê. Gelo bi sosyalîzma civaka demokratîk çi dixwaze were gotin?

Hem têgeha sosyalîzmê hem jî demokrasiyê pir hatine ziman û bûne têgehên ku wateyên cuda li wan hatine barkirin. Rêber Apo, sosyalîzma demokratîk ji tercîheke zêdetir, ji bo cudahiya wê nîşan bide, navekî wiha bi kar tîne. An na sosyalîzm bi serê xwe jî peyveke têrker e lê ji bo ku cudahiya wê ya ji sosyalîzma reel, were famkirin, zêdekirina gotina demokrasî girîng e. Rêber Apo pênaseya demokrasiyê jî ji pênaseyên klasîk cuda digre dest. Demokrasî weke têgeh Yunanî ye û tê gotin ku bi demokrasiya Atînayê dest pê kiriye û pê re bi pêş ketiye. Zêdetir jî bi serdema nûjen re weke modeleke ku di reformên civakî de derketiye holê ye lê Rêber Apo wiha nabîne. Pênaseya demokrasiyê cuda dike. Dema ku di dîrokê de pênaseya civakê tê kirin, navên ku li civakê tên kirin seranser dimînin. Ango weke civaka koledar, kapîtalîst, sosyalîst û feodal. Ev nikarin hemû civakê pênase bikin. Rêber Apo dibêje di rastiyê de sê awayên civakê hatine jiyîn. Yek jê civaka exlaqî polîtîk, a duyem civaka dewletê, ya sêyem jî civaka demokratîk a ku ji pevçûnên civakê û dewletê çêbû, civaka demokratîk e.

Sosyalîzm forma ku civakîbûna berxwedêr xwe bigihîjînê ye

Pênaseya demokrasiyê ya Rêber Apo, ji dema derketina dewletê ve heta niha awayê civakîbûna ku ji pevçûnên civaka exlaqî polîtîk û dewletê çêbûye ye. Kokên wê digihîjin beriya hezaran salan. Demokrasiya Atînayê jî awayeke vê ye. Meclisên li Sumeran jî meclisên extiyaran jî meclisên extiyaran ên li Hîtîtê jî awayên demokrasiyê ne. Ango berxwedana civaka exlaqî û polîtîk a li dijî quralên bê raye û bêsînor e. Rêbazên xweser ên eşîretan jî her yek ji wan modela demokrasiyê ye. Ji ber vê jî Rêber Apo, pênaseya demokrasiyê bi perspektîfeke dîrokî dike û bi pênasekirina şaristaniya demokratîk digre dest. Dema em ji vî aliyê ve dinêrin dibînin ku civaka demokratîk û sosyalîzm tên heman wateyê. Em dikarin sosyalîzmê weke forma ku civakîbûna berxwedêr digihîjê pênase bikin. Van herdu têgehan ango bikaranîna têgehên sosyalîzma demokratîk, hem ji ber têkiliya ku bi şaristaniya demokratîk re çêkiriye, hem jî ji bo ku cudahiya di navbera sosyalîzmê û feraseta sosyalîzma reel de derbixe holê tîne ziman.

Tecrubeyên sosyalîzmê yên li Çîn û Rusyayê û yên li welatên din, têgihîştina şaş a sosyalîzmê ku Rêber Apo ji vê re got sosyalîzma Fîrewn, carna jî weke mezhebê çep ê kapîtalîzmê bi nav kir. Ango ji ber ku got feraseta sosyalîzmê ya ewqas bi desthilatdarî û kapîtalîzmê re bûye yek, tu carî nabe feraseta me, pênaseyeke wiha dike. A din jî sosyalîzm tişteke ku qet nehatibe jiyîn nîn e lê niha weke nûbûna civaka exlaqî polîtîk tê pênasekirin. Ji ber wê yekê pênaseya têgehek wiha dike. Di serdemek ku kapîtalîzmê serkeftina xwe îlan kiriye, sosyalîzm jî nikare xeyalên gelan pêk bîne de; Rêber Apo bi pênaseyên ‘îsrara ji bo sosyalîzmê, îsrara ji bo mirovbûnê ye, yan sosyalîzm an hovîtî’ diyar dike ku ji derveyî sosyalîzmê çareyeke me tune ye, weke civak ji bo jiyanê, tenê riya avakirina civaka sosyalîst heye. Civaka sosyalîst, ne civaka ku qet nehatiye jiyîn e. Ew civak e ku xwe ji dewletê rizgar bike, xwe ava bike û sosyalîzma demokratîk ava bike.

*Biryara feshê di nav civakê û kesên ku têdikoşin de çawa hat pêşwazîkirin?

Bêguman gelek hest di nava hev de tên jiyîn. Ji ber ku tevgereke mohra xwe li 50 salan, li pêvajoyeke nîvsedsalê daye; tevgereke ku beşek berfireh dihewîne. Kurdîtiyê ji gorê derxist û li ser bingeha Kurdên azad ava kir, partiyek bi vê rengê ye. Lewre PKK’ê çand, exlaq û şêwazek jiyanê ava kir. Em behsa nifşên ku hebûna xwe bi PKK’ê re dîtine û bi wê re ava kirine dikin. Lewre divê em behsa atmosfera ku bi biryara PKK’ê ya feshê re ava bûye bikin. Li aliyê din ev nîqaş ji bo kadro, sempatîzan û gelê Kurd ê welatparêz ne nîqaşên nû ne. Derdorên dost jî dizanin, van nîqaşan ji 93’an dest pê kir û di salên 2000’î de hê bi şênber hat nîqaşkirin. Ji ber wê jî çi tê xwestin bê kirin dê PKK’ê veguherînek çawa bijî yan jî ev çand wê bi formeke çawa bidome, kelecan û hêviyên li ser vê di nava hev de ne. Aliyek wê hestên zîz, aliyek wê hestên bi kelecan ku destpêkên nû di nava xwe de dihewîne. Ya herî girîng jî em dikarin çanda ku PKK’ê ava kiriye dê di avakirina sosyalîzma demokratîk de zemînek çawa ava bike, weke gavên destpêkê yên vê pêvajoyê û xwe ji vê yekê re amade amadekirin bibînin.

Dibe ku bi şerê taybet re bi êrişên ku her alî ve didomin re tevliheviya serî û bêhêvîtiyek tê xwestin bê avakirin. Divê bêhêvîtiyek bi vî rengî gelê me û kesên ku vê çandê temsîl dikin nejîn. Ji ber ku ger fikreke veguherîbe çand û kevneşopiyek êdî ew tune nabe. Dibe ku form biguhere. Dema ku forma xwe biguherîne jî dejenere nabe. Dikare nirxên xwe bidomîne lê ger di formeke ku mirov fêr bûye de îsrar bike dê bixitime, dejenere bibe.

Di vê wateyê de veguherîna PKK’ê weke pêvajoyek xwenûkirinê pênasekirin rasttir e. Ji bo ev pêvajoya nûbûnê pêk were jî divê kesên di nav de şêwe girtine xwe biguherînin. Ji ber ku partî û çand bi qasî ku ne razber in kesên ku temsîla wê dikin jî vê çiqas bi cewherî dikin, çiqas bi çalakî dikin dê çiqasî xwe beşdar bikin û li ser kar bikin dê pêvajoyeke têkildarî vê be. Lê gelek hest di nava hev de hatin jiyîn ez dikarim bibêjim ku pêvajoyeke aliyê wê yê hêviyê bêhtir li pêş e ye.

*Tê îfadekirin ku biryara kongreyê ne bi dawîbûn e destpêkek e. Ev biryar dê rê li ber destpêkirinek çawa vebike. Dê xeta têkoşînê çawa bê xêzkirin?

Dema ku em li rastiya Kurdistanê dinêrin dibînin ku xefikên gelek tevgerên azadiyê û têkoşînên şoreşgerî ketine navê çêbûne. Ji aliyê Kurdan ve her dem qepanek Kurdan hat avakirin û Kurd her dem di demên krîtîk de bi xeta bikuje bimre ya ku hat bikaranîn, di wê qepana Kurd de hatin sînordarkirin. Bi vê yekê ji aliyê hêzên serwer ve di rolekî ku hatin bikaranîn de bûn. Tam di merheleyeke wiha de derxistina Kurdan ji vê pozîsyonê, bêguman bandorên lerizîner ava dike. Hesabên navneteweyî xirab dike. Hesabên nokeran xirab dike, hesabên kesên li ser xwîn û tundiyê xwe xwedî dikin xirab dike. Di vê wateyê de destpêka nû destpêkeke zehmet e û ya ku tê jiyîn destpêkek ku metirsiyê jî dihewîne ye. Lê belê zemîneke pir bihêz a bîrdozî, têgihî û rêxistinî ya vê destpêka nû heye. Di heman demê de baweriyek mezin bi Rêber Apo heye. Baweriyeke ku tevgera Rêbertiyê ava kiriye heye. Ger ev nebin jixwe cesareta li hemberî destpêkek bi vê rengê dê nebûya. Tişta ku cesaretek bi vî rengê ava kir nirxên ku çanda PKK’ê dane avakirin e. Divê em têkiliya wê ya bi rastiya komkujiyê ya civaka Kurdistanê pê re rû bi rû ye re, ava bikin. Ji ber ku ger ev werçerxa dîrokî baş neyê fêmkirin dê felaketên ku hatiye serê gelek gelan bên jiyîn.

Sedsala 21’emîn gelo dê bibe amûra polîtîkayên belavkar a Îsraîlê ku wî diparêzin û pê re hevkariyê dikin an jî dê bi rastiya ku bibe palpiştek ji azadiya jin, sosyalîzma demokratîk û daxwaza azadiyê re? Destpêk îfadeya vê dike. Di vê destpêkê de hem cesaret hem jî têkoşînek bihêz û afirînerî divê. Ya herî xirab destpêkê ji xeynê xwe dîtin û li bendê sekinandin e. Ya ku vê destpêkê pêk bîne çalakkirina vê fikr û çanda ku vê tevgerê daye avakirin e. Ango destpêk, destpêk e ku bi her kesê re bê kirin e.

*PKK di têkoşîna jinan de bû hêzeke pêşeng. Di ware bîrdozî û parastinê ji bo jinan xeteke berfireh xêz kir. Hebûna PKK’ê di serî de jinên Kurd, bandorên çawan li jinên cîhanê kir?

Nêzîkatiya Rêber Apo ya li jinan tenê ji bo beşeke jinan bidestxistina maf û azadiyê nîn e. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî jinan bi vê yekê dest pê dike ku jinan li ser bingeha feraseta sosyalîzmê bide rûniştandin. Di vê wateyê de di warê nazarî de jî rexneyê Marks û sosyalîzmê di vê xalê de dike. Şoreşa Kurdistanê weke şoreşa jinan bi pêş dixe. Ev ne tenê pêvajoyeke ku jin mafên xwe bi dest bixin. Rastiyek e ku li derdora jinan jiyana nû bê avakirin e. Ya rast ev jî tiştekî nû nîn e ji ber ku li ser vê axê li derdora jinan jiyana xwedî kok hat avakirin. Yekemîn car dij şoreş li hemberî jinan bi pêş ket. Di vî warê de bi têkoşîna PKK’ê re pêşketina tevgera azadiya jinan, dînamîzma bingehîn a têkoşînê jî ava kir. Rêber Apo feraseta sosyalîzma nû bi lêhûrbûnên xwe yên li ser jinan kûr kir. Ji sala 1993’yan ve lêgerîn heye. Lêgerîna ji 1993’an ve destpê kir, bi lêhûrbûna li ser azadiya jinê pêş ket. Ji ber ku Rêber Apo derketinê di azadiya jinê de dibîne îro ev pêşketin tên jiyîn. Ji ber vê yekê him asta rêxistinbûnê him jî perspektîfa wî ya di mijara şoreşa jinan de hem jî ji bo jin xwedî li pêvajoyê derkevin, a rast ev pêvajo dê bibe pêvajoya ku herî zêde jin tê de roleke çalak bilîzin û pêşengiyê bikin.

*Bi vê biryarê peywireke çawa dikeve ser milên jinan?

Di pêvajoyên wiha de her dem jinan winda kirine. Di cîhanê de gelek mînakên wiha hene. Dema em li pêvajoyên muzakere û lêgerîna çareseriya demokratîk dinêrin, vê yekê dibînin. Weke mînakên Kolombiya û Efrîkayê, di gelek mînakên din de li ser navê jinên ku têkoşiyane jî di wan pêvajoyan de gelek windabûn çêbûne. Heta niha gelek alî vê pirsê, vê fikarê tînin ziman. Gelek dostên enternasyonalîst dibêjin: Gelek caran di pêvajoyên wiha de jin ji destkeftiyên xwe bûne, temînata we çi ye, hûn dikarin vê yekê çawa derbas bikin?

Temînata vê ev e; beriya her tiştî divê rêxistinbûn û asta nûnertiyê hebe. Rêber Apo di vê pêvajoya krîtîk û stratejîk de jinan kirde dibîne û wan weke muxatab derdixe pêş. Hem rexistinbûna ku tevgera azadiya jinan xwedî wê ye, hem jî ji ber ji derveyê pergalê ye hem jî xwedî hêza parastinê ye, bi nûnertiya wekhev, dikare di her warî de bi biryara xwe tevlî bibe. Xala girîngtir jî ew e ku mirov vê bi jinên cîhanê bide zanîn.

Bi taybetî ji bo jinên Rojhilata Navîn, ên Sûriye, Tirkiye û Îranê tevgera azadiya jinên Kurdistanê xwedî potansiyeleke wiha ye. Ev destkeftî ne tenê ji bo jinên Kurd e, dikare ji bo jinên Tirkiye, Îran, Efganistanê û hemû jinên cîhanê veguhere destkeftiyek. Bingeha vê yekê heye, çalakbûyîna wê heye. A ji me re pêwist ew e ku em di vê mijarê de têkiliyên bihêz çêbikin. Em dikarin bibêjin ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, di warê famkirina vê pêvajoyê û beşdarbûnê de kêmasî hene. Divê bi lezgînî van kêmasiyan çareser bibin lewre destkeftiyên li ser navê jinan çêbûne bandorê li ser tevahî herêmê dikin. Ji ber wê divê jinên Rojhilata Navîn, zêdetir li çareseriya ku çêbibe xwedî derbikevin. Divê tevgerên femînîst zêdetir xwedî derbikevin. Tiştên li Xezayê diqewimin li ber çavên me ne. Tevgera Jinên Filistînê yek ji tevgerên herî bi hêz ên jinên Rojhilata Navîn bû. Li tevahiya cîhanê jinan ji bo xwedîderketina li Filistînê gelek çalakiyan li dar xist lê bi komkujiyan bi encam bûn. Divê were zanîn ku windakirina jinên Filistîn, Sûriye û Kurdistanê, yên Tirkiyeyê, tê wateya windakirina jinên Emerîka, Îngîltere û Fransayê.

Divê gavên ku konfederalîzma jinan a cîhanê bi hêz bikin werin avêtin

Niha faşîzma ku li Ewropayê zêde dibe, ji bo jinan gefek mezin e. Ji ber wê gavên li vê derê werin avêtin dê di têkoşîna gerdûnî ya jinan, pêvajoya çareseriya demokratîk, pêvajoya avakirina sosyalîzmê, di xwedîderketina li nirxên ku tevgera azadiya jinên Kurdistanê afirandine de bibin temînat. Li gorî min xwedîderketina li van nirxan, lîstina roleke mezintir, ne tenê desteka ji bo tevgerek e, di heman demê de tê wateya parastina hemû destkeftiyên jinên cîhanê. Ger em vê yekê nekin ne tenê li ser jinên li herêmek; dê bandorê li destkeftiyên hemû jinan bike. Em ji sedsala 21’ê re dibêjin, sedsala şoreşên jinan lê li dijî vê yekê tifaqeke bi hêz a desthilatdariya mêr jî heye. Li dijî vê yekê divê şoreşa jinan, Konfederalîzma Jinan a Cîhanê, di çarçoveya neteweya demokratîk de gavên ku yekitiya jinan a Kurdistanê û Rojhilata Navîn zêdetir bi hêz bikin werin avêtin.