Zoriyên jiyana jinên karker: Zagonên der barê karkeran de nayên bicîhanîn

Li herêma Kurdistanê zagona parastina mafên karkeran heye lê belê nayê bicîhanîn. Endama şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Karkeran Leyla Kerîm Hemadî, diyar kir ku zêdetir jin li cihê kar rastî binpêkirinan tên û mafên wan nayên parastin.

HÊVÎ SELAH 

Silêmanî – Di qada kar de bi giştî karker, rastî kêmbûna mûçe, bêparastina zagon û barekî giran tên. Her wiha jinên karker, ji hemûyan zêdetir rastî binpêkirinan tên. Jin bi pereyê kêm, saetên zêde dixebitin. Heta niha jî jin weke karkerên pileya duyam tên dîtin. 

Tevî pêşketina civakê û zêdebûna karên jinan jî jin wek mêran dixebitin lê belê di girtina maf û destekftiyan de ne wekî mêran in. Li gorî kotayê di cîhanê de beşdariya jinan di hêza kar de zêdeyî ji sedî 40 e. Tevî zêdebûna beşdarîkirinê, jin bi cudakariya zayendî re rûbirû dimînin. Heta niha jin ji mêran mûçe kêmtir digrin. Tevî asta xwendina bilind jî di rêveberiya bilind de nûnertiya jinan kêm e. Gelek jin hê jî rastî astengiyên berbiçav tên. 

‘Zagonên me yên baş hene lê nayên bicihanîn’ 

Endama şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Karkeran, Leyla Kerîm Hemadî wiha got: “Rewşa karkeran bi awayekî giştî nebaş e û di rewşek gelek xirab de ne. Ji ber ku rewşa aborî ya Iraqê bi awayekî giştî û bi taybetî li herêma Kurdistanê ji ber nebûna mûçe têk çûye. Ji ber nebûna xebatê û sekinandina projeyan, ev hemû sedemên girîng ên nebûna kar in. Di vê rewşê de karkirin gelek zehmet e, ji ber ku mûçe dibe sedema tevgera bazarê, niha rewşa karkeran di aliyê mûçe û bazarkirinê de gelek xirab e. Pirsgirêka herî mezin a karkeran sekinandina bazar û projeyan e, ev hemû zirar û ziyanek zêde li jiyana karkeran dikin. Pirsgirêkek din a karkeran ew e ku zagonên piştevaniya wan dikin nayên bicihanîn. Dema karker ji cihên kar tên dûrxistin, cihe din nîn e biçinê. Gelek zagonên me yên baş ku piştevaniya karkeran dikin, hene lê belê nayên bicihanîn. Parlamento girtî ye û hikûmet nehatiye avakirin. Ev hemû sedem in ku piştevaniyek bi hêz a karkeran nebe. Her wiha sendîkayan jî piştgiriyek  baş nedaye karkeran. Her dem deriyê me ji bo karkerên ku pirsgirêkan dijîn vekiriye, em jî li gorî hêz û zagonan, bi aliyên pêwendîdar re kar dikin, ji bo ku karkerên ji cihên kar hatine dûrxistin bikaribin bixin cihên xebatê. An jî ger mûçeyê wan hatibin kêmkirin dîsa bê dayîn.” 

‘Li cihên kar heqaret li jinan tê kirin’ 

Leyla Kerîm Hemadî der barê cudakariya di navbera jin û mêran de wiha got: “Zagonên me yên baş ên mafên jinan diparêzin hene lê belê nayên bicihanîn û berevajî zagonan jin li cihên kar rastî heqaret û cudakariyê tên. Ji ber ku jin her dem di asta binpêkirina mafan de bêdeng dibin. Jin ji mêran kêmtir pere digrin. Divê peyman bi navendê re hebe. Divê peymanê bixwînin û piştre îmze bikin. Pirsgirêka me ew e ku jin biçin cihên kar dema karê ne bi dilê wan be bi neçarî bê peyman kar dikin. Piştre ji wan re dibe pirsgirêk. Di demên dawî de çend jin hatin gel me û gilî kirin, mixabin bi hinek pere wan bêdeng kirin, tu hevsengî nîn e û jin neçar in ku ji ber pêwistiyên xwe van karan qebûl dikin. Li piranî cihan cudahiyek mezin di navbera mûçeyê jin û mêr de heye.” 

‘Nahêlin jin bigihîjin asta biryardayînê’ 

Leyla Kerîm Hemedî wiha domand: “Em nikarin hemû kesan xirab bikin, li hinek cihan li gorî ezmûna kesan kar tê kirin û gelek jin hene gelek bi hêz in, bi awayekî serkeftî karên xwe dikin. Hêza wan heye rêveberiyek gelek baş bikin. Li hinek cihên din mixabin li gorî dîtina kes biryar didin ne li gorî belge û hêza kes. Mûçe ji kesên ku xwedî kêrhatî û bi hêz in re zêdetir e. Li gel wê weke sendîkaya karkeran, bi heman awayî beşa me ya jinan heye û her jina rastî her pirsgirêka bê û pirsgirêkek hebe dikarin werin gel me gilî bikin. Em ji bo wan dixebitin û nahêlin di aliyê malbatî û civakî de ji wan re pirsgirêk derbikevin û ger di aliyê zagonî de pêwistî bi parêzer hebe em jê re amade dikin. Li gorî zagonê, mafê destûra jinan a dûcanîbûn û dayîktiyê heye. Li hinek cihan ev maf tê bikaranîn û li hinek cihan jî nayê bikaranîn.” 

‘Di sendîkayê de beşê taybet a jinan heye’ 

Leyla Kerîm Hemadî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di demên bûrî de jinek ducanî li cihê kar jiyana xwe ji dest da. Divê li hemû cihan ewlehiya kar li pêşiya hemû tiştan be. Lijneya me ya ewlehiyê hebû, beriya bûyerek biqewime serdana hemû cihan dikir û ew cihên ku îhtîmalek hebû rastî karesatê were, me ew agahdar dikir ku hemû tiştan çêbikin û ev dibin sedema birîndarbûn û mirinê, tevî wê jî dubare û sêbare me serdan dikir, heta kêm û kurtasî çêdikir. Ev zagon li hemû cihên kar divê bên bicihkirin ji bo ewlehiya canê karkeran. Ji ber ku nayên bicîhanîn mixabin karesatên nexweş rûdidin. Peyama min ji bo karker û karkerên jin ew e ku di sendîkaya karkeran de beşa taybet a jinan heye. Ji bo parastina mafên jinan dixebite û her jina ku li cihê kar rastî pirsgirkekan tê bê gel me û em ê pirsgirêkên wan çareser bikin.”