Zîlan li Mexmûrê hat bîranîn: Em ê şopdarê wê bin
Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Mexmûrê têkoşer Zeynep Kinaci bi navê din Zîlan di 29’emîn salvegera xwe de hat bibîranin.

Mexmûr – Di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) têkoşer Zeynep Kinaci bi navê din Zîlan di 29’emîn salvegera xwe de hat bibîranin.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser wateya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar, Qîmet Nerexî axivî.
‘Emê hertim şopdarên şehîdan bin’
Qîmet Nerexî di şexsê têkoşer Zîlan de hemu cangoriyên azadiyê bibîranî û ev tişt anî ziman: “Heval Zîlan di dîrokek girîng de, bi şehadeta xwe bersiva desthilatdaran da. Emê hertim şopdarên şehîdan bin. Heta jineke Kurd hebe wê xeta şehîd Zîlan berdewam bikin. Em cardin di şexsê şehîd Zîlan de tevayî şehîdan bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Piştî axaftinê şanoya ku hatî amedekirin, hat pêşkêşkirin. Piştî şanoyê koma mûzîkê ya bi navê şehîd Vejîn Jiyan, bi stranên xwe wate dan rojê. Piştî wê koma mûzîkê ya Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND Mexmûr derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Merasîma bîranînê bi gotina stranan bi dawî bû.