Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatiye hiştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku zêdetirî 100 rojan e girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yên hevdîtina bi malbatê re û xizmetên bijîşkî bêpar hatiye hiştin.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê der barê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de agahî da.
Rêxistinê eşkere kir ku zêdetirî 100 rojan e girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yên hevdîtina bi malbatê û xizmetên bijîşkî bêpar hatiye hiştin.
Her wiha rêxistinê diyar kir ku ji ber îşkenceyên giran ên fizîkî û derûnî pirsgirêkên tendirustiyê bi Zeyneb Celaliyan re çêbûne.
Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşanê hat binçavkirin û bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê darvekirinê lê hat birîn lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherand cezayê muebetê.