Zexta aborî ya li ser girtiyên li Îranê zêde dibe
Buhayên bilind, kalîteya kêm û zêdebûna xercên telefonê yên li kantînên girtîgehên Îranê, barê aborî yê li ser girtî û malbatên wan girantir dike.
Navenda Nûçeyan – Raporên mafên mirovan ên têkildarî girtîgehên li Îranê nîşan didin ku kantînên girtîgehan, li şûna ku hewcedariyên bingehîn bi bihayekî maqûl dabîn bikin, veguherîne amûreke qezencê û kelûpelan ji bazarên derve pir bihatir difroşin. Girtî ji ber xwarinên girtîgehê yên kêmkalîte û qedexekirina anîna berheman ji derve, neçarî van kantînan tên kirin. Tê destnîşankirin ku li ser buha û kalîteya kelûpelan tu kontroleke bi bandor tune ye.
Girtî neçarî kantînên girtîgehê tên kirin
Li gorî raporan, kantînên girtîgehan bûne yekane cihê ku girtî dikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn jê peyda bikin. Lê ev kantîn tiştan li gorî bazara asayî pir bihatir difroşin. Xwarinên girtîgehê yên bêkalîte û astengiyên li pêşiya alîkariyên malbatan, girtiyan rasterast girêdayî van kantînan dike. Ev rewş girtiyan bêçare û bêparastin dihêle û buhakirina heyî digihîne asta kedxwariyê.
Di navbera kantîn û bazarê de cûdahiyek berbiçav heye
Lîsteyên buhayan ên li kantînên girtîgehan nîşan didin ku gelek kelûpelên xwarinê ji bazara derve pir bihatir in; tafil di hin berhaman de ev biha dibe du qat. Girtî radigihînin ku tevî bihayên bilind jî, kalîteya hilberên ku tên firotin pir kêm e û carna berhemên herî xirab bi bihayê yên herî bi kalîte tên firotin.
Gelek girtî diyar dikin ku xwarina girtîgehê têrê nake û hewcedariyên wan ên xurdemeniyê yên bingehîn dabîn nake. Ji ber vê yekê, ew neçar dimînin ku ji kantînan tiştan bikirin. Sînorkirina anîna kelûpelan ji aliyê malbatan ve jî vê girêdayîbûnê zêdetir dike û kantînan vediguherîne yekdestiyekê (monopol).
Buhayên telefon û cixareyan jî zêde bûn
Giliyên girtiyan tenê bi bihayên xurekê re sînordar nînin. Li hinek girtîgehan, di mehên dawî de xercên telefonê du-sê qat zêde bûne. Tevî vê giranbûnê jî pirsgirêkên torê û girêdanê berdewam dikin. Girtî tînin ziman ku têkiliya bi malbatan re êdî ji bo wan bûye barekî giran ê darayî.
Her wiha tê ragihandin ku di kantînan de bihayê cixareyan jî ji yê bazarê pir bilindtir e û ev yek li ser girtiyên ku demeke dirêj di girtîgehê de dimînin, zexta aborî zêdetir dike.
Barê herî mezin li ser milê girtiyên kêmdahat e
Hejmareke mezin a girtiyên li Îranê ji malbatên kêmdahat pêk tên ku beriya werin girtin jî rûbirûyê zehmetiyên aborî bûn. Di vê pêvajoyê de, ji ber ku malbat neçar in him debara xwe bikin û him jî hewcedariyên girtiyên xwe dabîn bikin, di tengasiyeke mezin de ne. Çalakvanên mafên mirovan û parêzvanên civakî diyar dikin ku ev rewş dibe sedem ku malbatên girtiyan di dabînkirina hewcedariyên xwe yên herî bingehîn de jî bilerizin.