Zehra Rahnavard: Em ê bi hev re ji zilmê derbasî demokrasiyê bibin

Ji pêşengên Tevgera Kesk Zehra Rahnavard, ji bo malbatên kesên di xwepêşandanên dawî de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û got: “Em hemû bi hev re ne û em ê bi hev re ji zilmê derbasî demokrasiyê bibin.”

Navenda Nûçeyan- Zehra Rahnavard, yek ji pêşengên xwepêşandanên ku li dijî hilbijartinên nakok ên 2009’an destpê kir û mîna “Tevgera Kesk” tê zanîn e. Zehra li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek parve kir û bertek nişanî qetilkirina xwepêşandêran da.

 

Peyama Zehra Rahnavard wiha ye:

"Ez sersaxî ji bo windakirina ciwanên welatê xwe dixwazim; netirsin, netirsin! Em hemû bi hev re ne. Erê, emê bi hev re ji zilmê derbasî demokrasiyê bibin.”

Zahra Rehnavard û hevjinê wê Mîr Huseyîn Mûsawî yê serokwezîrê berê yê Îranê û namzê hilbijartinên 2009’an e, zêdetirê 10 salan di hepsa malê de ye. Ev hepsa malê, piştî xwepêşandanên berfireh ên li dijî encamên hilbijartinê hatibû dayîn.

Piştî destpêka xwepêşandanên dawî, gelek kesayetên çandî, hunerî û siyasî yên li hundir û derveyî Îranê peyam û daxuyanî diweşînin û hevgirtina xwe bi xwepêşandêran re nîşan didin. Her wiha daxwaz dikin ku rayedar tundî bi dawî bikin û hesab bidin.