Zehra Îrandost bi kefaletê hat berdan
Biraziya Cevad Haydar ê ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest da, Zehra Îrandost bi kefaleta milyar û 500 milyon tumenî hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Biraziya Cevad Haydarî ku di dema serildanan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû, Zehra Îrandost, bi kefalet hat berdan.
Xalê Zehra Îrandost Muhammed Haydarî, dîmenê kêliya berdana biraziya xwe di medyaya dîjîtal de parve kir û got: “Biraziya min Zehra Îrandost, ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve hatibû binçavkirin. Roja 10’ê Sibetê di saet 17.00’an de bi kefaleta milyar û 500 milyon tumenî hat berdan.” Muhammed Haydarî di heman demê de diyar kir ku endamên malbata wî Masume Haydarî û Muhammed Riza Îrandost ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve hê di bin çavan de ne.
Zehra Îrandost, dema ku hat berdan, bang li gelê Îranê kir ku bibe dengê girtiyên siyasî û bal kişand ser piştevaniya bi kesên hatine binçavkirin re.