‘Zêdeyî salek e parlementoya herêma Kurdistanê nehatiye avakirin’
Rojnamevan Şino Hîranî got: “Parlemento banek ku ji bo komkirina zagon û çavdêrkirina partî û aliyan e, da ku bikarin daxwazên welatiyan bi rêya zagonî pêk bînin. Ji ber vê taloqkirinê daxwazên welatiyan pêk nayê.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Dema zagonî ya ji bo kombûna parlementoyê, li gorî welatan cûda ye. Lê belê gelek ji pergalên parlementoyan bi piranî di nava şeş mehan de kom dibin, ew jî nîşan dide ku ji bo encamdanan lêkolîn û rêxistina zagonan herî kêm salê du caran kom dibe. Lê belê ev zêdeyî salek e Parlementoya Herêma Kurdistanê kom nebûye.
Roja 20’ê Mijdara 2024’an hilbijartina serdema 6’emîn a Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Piştî mehekê û 13 rojan, di 2’yê Kanûna 2024’an de rûniştina yekem a serdema 6’emîn a Parlemetoyê Kurdistanê çêbû. Piştî temambûna merasîma sondxwarinê, Serokê rûniştinê biryara zagona madeya 14’an, serlêdanên ji bo hersê peywirên ‘serokê parlementoyê, cîgirê serokê perlementoyê, sekretera parlementoyê’ da destpêkirin.
Ji aliyê fraksiyona Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan (YNK) û Tevgera Nifşê Nû ve, hejmarek namzet ji bo van peywiran nîşan dan. Her wiha beriya encamdana prosedurên zagonî yên derbarê hilbijartinê de ji bo desteya serokatî jî. Ji ber amadenebûna rêjeya zagona endamên parlementoyê, serokê rûniştinê biryar da ku heta rêjeya zagonî amade dibe navber bidin. Piştî navberê, rûniştin dîsa destpê kir. Lê belê ji ber amadenebûna rêjeya zagona endamên parlementoyê rûniştin heta demek ne diyar hat taloqkirin. Piştî wê, ev 423 roj in rûniştina parlementoyê pêk nehatiye.
‘Parlemento banek ji bo komkirina hemû aliyên siyasî ye’
Rojnamevan Şino Hîranî dibêje: “Encamdana hilbijartinê ji bo her welatek demokratîk, pêvajoyek hestiyar e. Li herêma Kurdistanê pêvajoya hilbijartinê her 4 salan carek çêdibe, welatî nûnerên xwe ji bo parastina mafên xwe dişînin parlementoya herêma Kurdistanê. Lê belê piştî hilbijartinê ji ber nakokiyên di nava partiyan de, parlemento heta niha nehatiye avakirin. Hebûna parlementoyê ji bo bihevre û karkirina pêwîstiyên hemwelatiyan e. Parlemento banek ji bo komkirina zagon û çavdêrîkirina partî û aliyan e, da ku bikarin daxwaz û pêwîstiyên welatiyan bi rêya zagonan pêk bînin. Mixabin li Herêma Kurdistanê hemû beşên civakê bi pergala fermana xwediyê kar rêve diçe, ev jî dibe sedema têkçûna qada aborî, civakî, siyasî û pergala rêveberiya Herêma Kurdistanê. Ev jî wisa dike ku qada siyasetê ber bi hilweşînê ve biçe.”
‘Ji ber nakokiyan parlemento nehatiye avakirin’
Şino Hîranî îşaret bi destwerdanên derve yên li ser herêmê kir û wiha got: “Bandorên derve rola mezin di têkçûna hevsengiya siyasî de dikin. Destê derve li herêma Kurdistan û Iraqê, li pêşiya karkirina aliyên siyasî û pêkneanîna kabîneya nû ya hikûmetê pirsgirêkên mezin in. Ji ber nakokiyên hene, ev zêdeyî salak e parlemento nehatiye avakirin. Ji ber sedemên siyasî û destwerdanên dewletên derve, herêma Kurdistanê ev zêdeyî salek e kabîneya nû ya hikûmetê ava nekiriye.”
‘Lihevnekirina aliyên siyasî li parlementoyê bûye sedemê pêkneanîna parlementoyê’
Şino Hîranê bal kişand ser encamên hilbijartinê û wiha got: “Encamên hilbijartinê di nava du desthilatên Herêma Kurdistanê de yekalî tê kirin. Bi rêjeyek kêm aliyên muxalîf dikarin li parlementoyê kar bikin. Her wiha namzet li ser bingehê îdeolojiyek siyasî ya lewaz, partiyên siyasî perwerde dikin. Ji ber nakokiyên du aliyên siyasî û pirsgirêkên yekalîkirinê, pirsgirêk derdikevin. Ji berê lihevnekirina herdu desthilatan di hebûna parlementoyek serbixwe de pirsgirêk ji bo welatiyan û desthilatê çêdike. Her wiha nebûna parlementoyê li herêma Kurdistan û tevahiya cîhanê, bandorê li civakê dike. Wek guherîna zagona Rewşa Kesane li Iraqê ji bo nebûna parlementoya herêma Kurdistanê û karnekirina ji bo zagonê, jiyana jin û zarokan xistiye xeterê. Her wiha di serdema jiyana mirovatiyê de, bi guherîna rewşan, pêşketinên herêmê, pêwîstiya zagonan bi guherînê hebû. Di nava zagonan de guherîna zagona Rewşa Kesane mînakek encama valatiya nebûna parlomentoya Herêma Kurdistanê ye. Zagon tevî piştgiriya civakê, aborî û olê de pêwîstî bi piştgiriya parlementoyê û guherîna di parlementoyê de heye. Çalakvan û jinên li herêmê tevî hewldan û xebatên ji bo mafê jinan û zarokan, li dijî guherîna zagona Rewşa Kesane sekinîn in. Lê belê nebûna parlementoyê sedemek ji bo rêgirîkirina bidestxistina mafê zagonî ye.”
‘Divê zext li aliyan bê kirin’
Şino Hîranî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku welatî deng didin pergala siyasî ya nû û wiha got: “Lê belê nebûna parlementoyê û rêknexistina zagonan, welatiyan ji dengdan û desthilatê bê hêvî dike. Ji ber wê divê zextên medenî ji aliyê hewmelatî û rêxistinan ve ji bo pêkanîna Parlementoya Kurdistanê bê kirin dakû bikarin di demek herî zûtir de mafê rewa li parlementoyê bidin dengdêran.”