Projeyek ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e’
Zêdetirî 209 kesayetan bi dirûşma ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e’ projeyek neteweyî ji bo yekîtiya gelê Kurd dan destpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Bi îmzeya zêdetirî 209 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekîtiya gelê Kurd projeyeke neteweyî hat destpêkirin. Ev xebata neteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Projeya neteweyî ya ‘Yek netew, yek çarenûs’ xebateke ji bo lihevkirina neteweyî hatiye ragihandin ku wê navendên biryardayînê li çar aliyên cîhanê bihejîne.
Di demeke ku Rojhilata Navîn bi guhertinên lezgîn re rûbirû ye, li Başûrê Kurdistanê projeyeke neteweyî ya weke pêşengiyek ji bo komkirina hemû hêzên parçebûyî yên Kurdan, li hemû parçeyan tê ragihandin.
Xwepêşandan û tevgera vê dawiyê ya Kurdan hem hundir hem jî derve, bi taybetî jî hêviya nû ya Rojhilatê Kurdistanê, peyameke zelal dide hemû partiyên hizbên siyasî û nîşan dide0 ku civaka Kurd zindî ye û nêrîna wê ya cîhanê ji berjewendiyên teng mezintir e. Dirûşma navenda xebata neteweyî ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd yek e’ ye.
Nexşeriya vê projeyê ji 6 xalên sereke pêk tê
Ya yekem gotareke neteweyî ye, avakirina zimanekî hevbeş ku xizmeta jiyana hevbeş û mafên gelan bike. Ya duyemîn, dawîanîna li pêşbazî, bêdengkirina pirsgirêkên navxweyî, nezelaliya îdeolojiyên ji bo neteweyê ye. Ya sêyem, behsa berjewendiyên bilind dike ku netew bibe navenda karûbarên siyasî û dûrketina ji parçebûnê.
Xala çaremîn a projeyê behsa navenda lêkolînê dike û dibêje, avakirina navendeke hevbeş a ramanê ya ji bo lêkolîna guhertinên li herêmê. Di xala pêncemîn de jî dîplomasiya yekgirtû weke xaleke sereke û pêwist tê hesibandin. Ji bo guftugoya bi navendên biryardayînê yên cîhanê re desteyek hevbeş were avakirin. Xala herî dawî ya şeşem jî sîwana parastinê ye û tê de dibêje ku ji bo rûbirûbûna qeyranên ewlehî û aborî beriya ku bi ser Kurdan de were, danîna plan û bernameyek hevbeş e.
Ev projeya ku li Başûrê Kurdistanê desptê kiriye, bangek vekirî ya ji bo hemû hêzên siyasî û bijarteyên çandî yên li Kurdistanê ye ku beriya dem winda bibe, Kurd li hemberî guhertinên ku ne li bende ne, bibin xwedî stratejiyeke yekgirtî.
‘Êdî dem hatiye ku hemû berjewendiyên mezin li pêşiya hemû îdeolojiyan bin’
Ev projeya neteweyî ya ji Başûr, ne tenê bangeke siyasî ye, di heman demê de qêrîna wijdaneke zindî yê neteweyek e ku êdî naxwaze dîrokê bi parçebûnê dubare bike. Niha herêm li ber nexeşeyeke nû ye, tenê du bijarteyên Kurdan hene. Yan ji bo rizgariyê yekrêzî û bidestxistina mafan, yan jî jidestdana derfetên dîrokî.
Peyama zelal ya vê projeya neteweyî ev e êdî dema wê hatiye ku hemû berjewendiyên bilind pêşiya hemû îdeolojiyan bin. Ji ber ku weke kolan dibêjin ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ û tenê ev yekîtî dikare rûbirûyî guhertinên bilez bibe.
Ji bo hemû Kurdan peyameke vekirî
Wekî tê zanîn, rewşa Rojhilata Navîn li ber guhertinên mezin e, hemû dewletên herêmê, tevî dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parçekirin, di rewşeke siyasî, aborî, civakî ya aloz re derbas dibin.
Guhertin û metirsiyên destpêka salê li Rojavayê Kurdistanê, me hemûyan dixin bin berpirsyariyek dîrokî, exlaqî û neteweyî. Têgihîştina van berpirsyarî û xeteriyan, hem li hundir hem jî li derveyî Kurdistanê, yekîtiyek neteweyî ya bêhempa afirand. Ev lihevkirin di dîroka me de tiştek kêm bû.
Yekbûna Kurdan bandoreke mezin li ser kêmkirina metirsiyan û hilweşandina vê komployê li ser hemû Kurdan, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê çêkir. Ji bilî vê, ew peyama bihevrebûnê, ji bo veguhestina bilez a rewatiya pirsa Kurd a di çarçoveya pirsgirêkek bingehîn de ji bo navend û saziyên siyasî û dîplomatîk ên cîhanê, derfeteke girîng bû.
‘Em dixwazin ev dirûşm bibe dirûşma giştî ya Kurdan’
Di ronahiya heman dirûşme navenda Kurdan a li kolanên Kurdistanê û dervey welat ya di dema êrişa li ser Rojavayê Kurdistan de, em banga heman dirûşmê ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd, yek e’ dikin. Em dixwazin ev dirûşm careke din li Kurdistanê û derve bibe dirûşma giştî ya Kurdan. Em hemû bi hev re meseleyên biçûk ên hizbî û îdeolojiyan derbas bikin, li derdora maseyek hevbeş a neteweyî kom bibin. Bila maseyek ku berjewendiyên biçûk derbas bike hebe û stratejiyeke neteweyî ya hevbeş a Kurdan diyar bike.
Yekrêziya gelê me ya di vê qonaxê de, bi taybetî jî ku em hêviyek nû ji bo guhertinên Rojhilatê Kurdistanê dibînin, ne tenê enerjî û hêza belavbûyî kom dike, di heman demê de wisa dike ku dengê gelê Kurd li seranserê cîhanê hîn baştir were bihîstin. Divê karek wiha weke mijarek mezin yanetewî û exlaqî were dîtin.
Kurdistaniyên hêja
Îro Kurd weke neteweyek û Kurdistan jî weke welatek bi bûyer û egerên cuda re rûbirû ye. Tevî hebûna metirsiyan egera hêviyên xweş û ronî jî heye. Tenê riya stratejik û exlaqî dikare hêza xeteriyan kêm bike û egera hêviyên civakê ya ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me zêde bike. Hewldana ji bo yekkirina hêzan, têkoşîna ji bo yekîtiya nava hêz, aliyên siyasî û civakê, dikare di warê siyasî, civakî û derûnî de bibe hêviyeke mezin ji bo Kurdan.
Xwepêşandanên mehên borî yên Kurdan ên li derve û hundirê Kurdistanê divê weke ezmûnek nû ji bo hemû civaka Kurd û partiyên siyasî were dîtin. Bi gotinek din ezmûn ew e ku her dem egera wê heye kolan û civak ji nêrîna cîhanê û berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî derbas bibin û mijara neteweyî bikin navenda kar û çalakiyên xwe. Di çend mehên borî de civaka me peyameke zelal da hemû hêzên siyasî û navendên biyardayînê yên li ser asta cîhanê. Peyam jî ew bû ku Kurd civakek zindî ne, dikarin bi hev re hem li dijî gotinên biçûk bi ser bikevin, hem jî bi hev re li dijî metirsiyan rawestin.
Tiştên ku em dixwazin pêşniyar bikin ev in:
* Hewldana ji bo peyamek neteweyî û hevpar, peyamek ku xizmeta meseleya neteweyî bike, rêzê li maf û azadiyên gelan û jiyana hevbeş bigre.
* Ji nakokiyên siyasî, kûrkirina pirsgirêkên navxweyî û derbaskirina berjewendiyên partî, siyasî, îdeolojiyên teng û biçûk dûrketin.
* Divê berjewendiya neteweyî bikeve navenda xebata siyasî û hevbeş. Divê ji hemû peyamên îdeoloîk ku xizmeta meseleya Kurd nakin, dûr bikevin.
* Divê navendek neteweyî ya hevbeş, ji bo nirxandina rewşa Rojhilata Navîn, dewletên ku Kurdistan di nav wan de hatiye parçekirin, şer ber bi ku ve diçe û divê Kurd çi bikin, were avakirin.
* Divê komîteyek neteweyî ya hevbeş ji bo karên dîplomatîk, xebata siyasî, têkilî, diyaloga bi navendên biryardayînê yên cîhanê re, ravekirina vîzyona hevbeş a Kurdan, rewşa herêmê û mafên Kurdan were avakirin.
* Divê sîwaneke neteweyî, ji bo xebateke hevbeş, diyalog, rûbirûbûna qeyran, gefên siyasî, aborî, ewlekarî û civakî were avakirin. Her wiha beriya ku xeter bigihîjin malên me, ji bo çarserkirinê plansazî û bername werin amadekirin.”