Zêdetirî 600 hiqûqnasan bang kir: Divê firotina çekan a ji bo Îsraîlê bê sekinandin
Sê dadgerên berê yên Dadgeha Bilind jî di nav de zêdetirî 600 hiqûqnasên Îngîltereyê, ji serokwezîr Rishî Sunak re nameyek nivîsin û banga dawîanîna firotina çekan ji bo Îsraîlê kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Îngîltereyê parêzer, akademîsyen û dadgerên payebilind ên kevin jî di nav de zêdetirê 600 hiqûqnas, ji serokwezîrê Îngîltereyê Rishi Sunar re nameyek ji 17 rûpelan pêk tê nivîsandin. Di nameyê de hat diyarkirin ku Îngîltere ji ber “rîska maqûl a qirkirinê" ya li Xezayê bi metirsiya binpêkirina hiqûqa navneteweyî re rû bi rû ye û divê dawî li îxracatê bê anîn.
Li gorî çavkaniyên BBC Tirkiyeyê; di nameyê de hat gotin ku ji bo “binpêkirinên potansiyel ên Peymana Qirkirinê jî di nav de ji sûcên hevpar ên binpêkirinên giran ên hiqûqa navneteweyî bireve” divê Îngiltere gavên cidî biavêje. Di nameyê de hate diyar kirin ku dema metirsiya qirkirinê ya li Xezeyê ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) di biryara xwe de di meha Çileyê de eşkere kir û rewşa mirovî ya her ku diçe xirab dibe tê berçavgirtin, firotina çekan a ji Îsraîlê re ji berpirsyariyên hikûmetê yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî gelek kêm dibîne.
Jonathan Sumption: Her çiqas welat rastî êrişan hatibe jî nikarin li gorî xwe tevbigerin
Dadgerê berê yê Dadgeha Bilind Jonathan Sumption ê nameyê îmze kir, di axaftina xwe ya ji BBC’ê re diyar kir ku divê biryara demî ya Dadgeha Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) bandor li siyaseta Îngiltereyê bike û wiha got: "Divê hûn ji bo pêşî girtina qirkirinê çi ji destê we tê bikin.” Jonathan Sumption, dest nîşan kir her çiqas welatên wan hatina provokasyon û rastî êrîşan hatibin jî nikarin li gorî daxwazên xwe tevbigerin û wiha got
“Ev nayê vê wateyê ku sivîlên bêguneh û zarokan qetil bikin. Ev nayê vê wateyê ku hûn dikarin êrişî konvoyên alîkariyê bikin, vîzeya xebatkarên alîkariyê betal bikin. Ev nayê wê wateyê ku hûn dikarin di tevahiya dû hefteyan de nexweşxaneyan serûbin bikin.. Sînorên ku mirov ji bo parastina xwe nikarin bikin jî hene.”
'Bila ji bo kes û saziyên ku qirkirinê teşwîq dikin ceza bên dayîn’
Di nameyê de gavên din ên ku divê hikûmet ji bo bicihanîna erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî biavêjin, wiha ne:
"*Divê fînansa Ajansa Alîkariyê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji nû ve bê misoger kirin.
*Bila ji bo kes û saziyên ku li dijî Filistîniyan daxuyaniyên teşwîqkirina qirkirina didin, pêkanîn bê sepandin.
*Divê muzakereyên hevpeymana bazirganî û dîplomatîk ê bi Îsraîlê re bên rawestandin.
*Ji bo rawestandina hevpeymana tîcareta heyî ya Îngiltereyê, lêkolin bê destpêkirin û pêkanîna cezayan a ji bo Îsraîlê bê nirxandin.”
Qetilkirina 7 xebatkarên alîkariyê bangên aliyan zêde kir
Piştî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê de 3 jê hemwelatiyên Îngiltereyê qetilkirina 7 xebatkarên alîkariyê, bangên betalkirina ruhsatê îxracatê yên Îngilterê zêde bûn. Di êrîşê de kesên Awustralyayî, Filistînî, Amerîkî-Kanada û Polonî jî hatin qetilkirin. Ekîbên wan 100 ton alîkariya xurekê kiribûn.
Buhayê ruxsetên çekan 574 milyon sterlîn derbas kir
Li gorî Koma Kampanyaya Dijî Bazirganiya Çekan (CAAT), ji sala 2018’an vir ve nirxê ruhsatên çekên ku Îngilterê ji Îsrailê re diforşe, 574 mîlyon sterlîn derbas kir. Wezîrê Bazirganiyê ya ÎNgiltereyê Greg Hands, di daxuyaniya xwe berê de da zanîn di sala 2022’an de ev hejmar 42 milyon sterlîn bû û ji sedî 0,02 îxracata leşkerî ya salane ya Îsraîlê pêk tîne. Ryshatên bazirganiya çekan ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ve tên dayîn lê ji ber ku rîsk heye çek li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bên bikaranîn, nayên dayîn.