Zarokên li taxên Kurdan ên Helebê bi mirinê re rû bi rû ne
Rêvebera Rêxistina Stêrk a li Qamişloyê Sabah Fadil, diyar kir ku zarokên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ji ber agirbesta ku bi berdewamî tê binpêkirin, bi xetereya derûnî û civakî re rûbirû ne û da zanîn ku hewl didin piştgiriyê bidin wan.
ESMA MUHEMED
Qamişlo – Zarokên ku divê di dibistan an malên xwe yên germ de bin di van rojên dibistanê de; ji ber dorpêça bi mehan a ji aliyê komên cîhadîst ve hatiye ferzkirin, ne malên wan ên germ û ne jî gihîştina wan a perwerde, xizmetên tenduristiyê û xurekê heye. Êrîşên hêyî, wan dûrî nirxên mirovî û neteweyî dixe, bi dîwarên sar re tenê dimînin.
Bandorên derûnî û civakî
Li taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bandora êrîşan xwe di her warî de dide der. Zarokên ku hê nikarin şer fêm bikin, bi dorpêçkirin û êrîşên hovane re rûbirû ne. Bandora şer, dibe sedema pirsgirêkên derûnî yên jiyanî. Rêvebera Rêxistina Stêrk a li Qamişloyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sabah Fadil, diyar kir ku zarokên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji ber agirbesta ku bi berdewamî tê binpêkirin, bi xetereya derûnî û civakî re rûbirû ne.
Sabah Fadil, destnîşan kir ku binpêkirin ne tenê binpêkirinên leşkerî yên demkî ne, sûceke pergalî ye rasterast êrîşa li ser ewlehî û pêşketina zarokan e û diyar kir zarok bi berdewamî tirs, fikar, xirabûna xewê, sînordarkirinên azadiya lîstin û têkiliya civakî û bandorên neyînî li ser têkiliyên malbatî dijîn û lewma her çendî rasterast ne di bin bandora şerê çekdarî de bin jî komên herî bê parastin in.
‘Tu mafê zarokan nemaye’
Sabah Fadîl, diyar kir dengê bombebaran û pevçûnan bandorê li tevahiya jiyana rojane ya zarokan dike û wiha axivî: "Ji kêliya ku sibehê şiyar dibin û heta dibe şev, ji ber dengê teqînan bi fikar in. Ev şert û merc, ne tenê bandorê li jiyana rojane ya zarokan dike, di heman demê de gefê li pêşveçûna wan a derûnî, fizîkî û nasnameyî, astên fêrbûnê û jêhatiyên kesane û civakî jî dixwe lewma divê rewş mîna qeyraneke mirovî û mafên lezgîn bê destgirtin.”
‘Ên zêde zirarê dibînin zarok in’
Sabah Fadîl, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber êrîşên çeteyên rêveberiya demkî, li Helebê zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane. Ne dikarin bi azadî bilîzin ne jî perwerdeya xwe berdewam bikin. Tirs û bêewlehiya domdar bandoreke neyînî li ser tenduristiya derûnî, tevgerên rojane û kesayeta zarokan dike. Binpêkirinên vê dawiyê bûn sedema qetilkirin û birîndarbûna gelek kesan. Di nava wan de zarok jî hene. Ev yek nîşan dide ku ji bo zarokan tu parastinek rast nîn e.”
Sabah Fadil, da zanîn ku bi taybetî zarokên di bin heft salî de bêhtir travmayê dijîn û destnîşan kir ku zehmetiya van zarokan a di têgihîştina bûyeran de û nekarîna wan a ji bo cudakirina di navbera xetera rastîn û tirsa domdar de dibe sedema nexweşiyên derûnî yên demdirêj.
‘Nebûna hesabdayînê dibe sedema dubarebûna binpêkirinan’
Sabah Fadil, nebûna bertek û bandora civaka navneteweyî û hesabnedayîna berpirsiyaran rexne kir û diyar kir ku berdewamiya şer, asayîkirina tundî û nebûna hesabdayînê, dubarekirina binpêkirinan teşwîq dike û bi eşkereyî standardên navneteweyî ya di parastina mafên zarokan de binpê dike.
Xebatên rêxistina Steêk
Tevî şert û mercên dijwar û tunebûna ewlehiyê jî Rêxistina Stêrk ji bo mîsogerkirina piştgiriya derûnî ji bo zarokan, teşwîqkirina xweîfadekirinê û kêmkirina bandorên tundî û zexta derûnî ya bi riya çalakiyên curbecur ên çandî, werzîşî, hunerî û ji bo kêfxweşkirina zarokan bernameyên xwe didomîne. Ev hewldan, ji zarokan re qadeke bi ewle mîsoger dike û ji bo domandina pêşveçûna xwe ya xwezayî dibe alîkar.
Sabah Fadil, destnîşan kir ku zarokên li Şêx Meqsûd û Eşrefiye, xwedî mafên tevahî yên mîna mafê jiyan, lîstin, perwerde û pêşketina psîkososyal a ewle ne. Sabah Fadil, bang li civaka navneteweyî, NY û hemû rêxistinên mafên mirovan ên têkildar kir ku ji bo parastina zarokan û hesabdayîna kesên berpirsyarên binpêkirinan, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigrin.
‘Rizgarkirina zarokatiyê û parastina mafên zarokan berpirsyariyek mirovî ye’
Sabah Fadil, wiha got: "Rizgarkirina zarokatiyê û parastina mafên zarokan berpirsyariyek mirovî û exlaqî ye û nayê paşguhkirin. Bêdengiya navneteweyî yan jî bêxemiya heyî dê bibe sedem ku zarok di nava tirs û bêewlehiya ku demek dirêj bidome de bijîn û êşa wan zêdetir bibe.”