Zarokek din di teqîna Minbicê de jiyana xwe ji dest da
Zarokekî 12 salî ku di teqîna duh bi şev a li Minbicê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Minbic – Duh li taxa Serb a bajarê Minbicê mayinek bi erebeyekê de teqiyabû. Di encama teqînê de zarokê bi navê Hesen Elo jiyana xwe ji dest dabû û 12 kesên din birîndar bûbûn.
Zarokê bi navê Ebdulîlah Elî El Hesen (12) ê bi giranî birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da.
Nûçegihanên me diyar kir ku 5 birîndarên li nexweşxaneyên Minbicê tedawî dibin, di bin çavdêriyê de ne û 6 birîndarên din piştî hatin dermankirin ji nexweşxaneyan derketin.