Zarokê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Sirînê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – SÎHA’yên dewleta Tir di 28ˋ'ê Çile de sûka gel a li bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kiribû. Di encamê êrişa dewleta Tirk de 12 kes hatibûn qetilkirin. Îro jî zarokê bi navê Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Sirînê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Bi vê yekê re hejmara kesên di komkujiya Sirînê de hatin qetilkirin bû 13.