Zarok û jinên Helebceyê astengiyên zîhniyeta baviksalar afirandine derbas dikin

Helebce, ku bi dîrok û mîrata têkoşîna xwe tê nasîn, îro serkeftinên nifşek nû ya keç û jinên ciwan dibîne. Ev nifş bi biryardarî berê xwe dide karateyê. Di salên dawî de, hejmara keç û jinên ku beşdarî klûbên karateyê.

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Li Helebceyê, keç û jinên ciwan astengiyên ku ji ber zihniyeta baviksalar afirandî ne derbas dikin û ber bi xewnên xwe ve diçin. Ew berê xwe didin werzîşên karate û parastina xwe û ew dixwazin ku girîngiyek bêtir bidin şampiyoniyên keçan. Ev nîşana guhertinek erênî di têgihîştina civakê ya li ser werzîşên jinan de ye.

Rêyek ji bo xurtkirina kesayet

Karate ne tenê werzîşek xweparastinê ye; ew di heman demê de rêyek e ji bo xurtkirina kesayetiyê, zêdekirina baweriya bi xwe û fêrkirina dîsîplîn û pabendbûna bi rêzikan. Gelek keçên li Helebceyê dibêjin ku bi saya karateyê, wan tirsên xwe kêm kirine û di jiyana xwe ya rojane de bi wêrekîtir tevdigerin.

Zivirîna keçan a ber bi karateyê li Helebceyê ne tenê mijarek werzîşî ye; ew di heman demê de gavek e ber bi xurtkirina rola jinan di civakê de û avakirina pêşerojek tijî derfet û serkeftinê ji bo nifşên pêşerojê.

Ayende Muhammed, werzişvana karateyê ya Klûba Sîrwan a Helebceyê, diyar kir ku ew heft sal in bi parastina xwe re mijûl dibe û niha xwediyê kembera reş e. Ayenda dibêje: "Ez heft sal in vê werzişê dikim û niha keçan li klûba karateyê ya keçan a li Helebceyê perwerde dikim. Eleqeya keçan ji bo vê werzişê roj bi roj zêde dibe. Me her gav encamên pir baş bi dest xistine û serbilindî aniye Helebceyê.”

‘Li Kurdistanê şampiyonî ji bo keçan nayên organîzekirin’

Ayende, wekî rahêner û dilxwazê ​​karateyê, diyar kir ku li Kurdistanê têra xwe şampiyonî ji bo keçan nayên organîzekirin, ku ev yek bandorek neyînî li ser motîvasyon û perwerdeyê dike. Lêbelê, wê got ku heke şampiyonî werin organîzekirin, perwerde jî dê zêde bibe.

Henî Karwan, tevî ku zarokek e, eleqeya xwe ya mezin ji bo fêrbûyîna karateyê heye. Ew beşdarî gelek şampiyoniyan bûye û gelek xelat bi dest xistiye. Henî dibêje: “Divê dê û bav bêtir haydar bin. Keç dikarin mîna kuran vê werzişê bikin, xweparastinê fêr bibin û serkeftinek hîn mezintir bi dest bixin.”