Zahîra Muhsîn: Divê jinên karsaz werin destekkirin
Parêzvana Mafê Mirovan û Hiqûqnas Zahîra Muhsîn got: “Divê ji bo kooperatîfên jinan, qadên bazarê werin avakirin û zagonên ku beşdariya jinan ya qada aboriyê asteng dike li ber çavan were derbaskirin.”

RAJA KHAYRAT
Mexrib – Li gorî rapora piştî serjimêriya nifûs û malên Mexrîbê, di sala 2014’an de hejmara malên ku jin debara wan pêktîne ji sedî 16,2 bû, ev rêje ji sedî 19,2 zêde bû. Ev dane nîşan dide ku di rolên jinan ên aborî de hinek guherîn hatine jiyîn. Bi taybet li bajaran rêjeya jinên malbatan rêve dibe giha ji sedî 21,6, di qadên gundewar de ev rêje di ji sedî 14,5 de ma.
Parêzvana Mafê Mirovan û Hiqûqnas Zahîra Muhsîn têkildarî bandorên bernameyên hikumetê yên bi navê ‘Awrch’, ‘Idmaj’ û ‘Taeheel’ ku ji bo bihêzkirina jinan di aliyê aborî de nirxandin kir û got: “Gelek zehmet e bê gotin ku ev bername bêkarî kêm kiriye û di pêkanîna bihêzkirina jinan di aliyê aborî de gihaye hedefê xwe. Lêkolîn û dane, derdixe holê ku ev bername negihane armancên xwe.”
‘Bernameyên hikûmet dimeşîne ne domdar in’
Zahîra Muhsîn da zanîn ku ev bername ne domdar in, demkî ne û çavkaniya pêwîst a malî pêk ne anîne û di wateya rast de derfetên kar ava nekiriye û wiha got: “Ev cûreyên bernameyan di aliyê dem û cih de bandorên sînordar dihêlin. Bandorên wê yên aborî jî gelek kême û ji domdariyê dûr e.”
Zahîra Muhsîn destnîşan kir ku tevî ku jin di astek mezin de beşdarî van bernameyan dibin, ev rewş ne watedar e, ji ber di bingehê bernameyê de fêrbûnên zayenda civakê nehatine şikandin û got: “Ji ber vê hêzek rast a aboriyê bi jinan nedaye qezenckirin.”
‘Divê fon ji jinên karsaz re werin veqetandin’
Zahîra Muhsîn bal kişand ser zoriyên ku jin di mijara xwegihandina fînansmanê û da zanîn ku divê jin hê asantir xwe bigihijîn kredî û fînansmanên biçûk. Zahîra Muhsîn ji bo van hewldanan banga parastina razandina fonên taybet kir, pêşniyar kir ku divê desteka malî û rêveberiyê di astek biçûk-navend de bê dayîna kooperatîfên jinan, tewşwîq bikin ku li pêşiya bazarên platformên dijîtal vebin û beşdarî fuarên netewî-navnetewî bibin.
Zahîra Muhsîn destnîşan kir ku divê prosedurên îdarê yên tevlîhev ku yek ji sedemên herî bingehîn ku jin ji peyaneriyê dûr bikevin divê were sadekirin û got: “Divê bi awayekî ku projeyên xwe bi hêsanî ava bikin û di warê aborî de bên teşwîqkirin, ji bo projeyên jinan destek bê dayîn û rola jinan di aboriyê de bê zêdekirin.”
‘Yek ji pirsgirêkên bingehîn bazar e’
Mahîra Muhsîn bi taybetî bal kişand ser hunerên dest ên jinan û eleqeya wan a ji bo kooperatîfan û got: “Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn yê vê qadê bazar e. Divê torên bazar û belavkirinê yê kooperatîfên jinan werin girêdan, divê qadek yasayî ya destek dike û sazî werin avakirin. Her wiha divê zagon û sererastkirinên ku beşdariya jinan di qada aborî de asteng dike li berçavan werin derbaskirin.”