Zagros di nava agir de ye: Daristanên berûyê dibin qurbana bêdengiya kronîk
Daristanên berûyê yên çiyayên Zagrosê careke din di nava agir de man. Tevî hawara çalakvan û dilxwazên herêmî, lawaziya binesaziyê û bêdengiya saziyên dewletê karesatê mezintir dike. Ev li Rojhilata Navîn veguheriye navendeke daîmî ya şewatê.
Navenda Nûçeyan – Li daristan û mêrgên Zagrosê şewateke berfireh derket. Ev yek careke din lawaziya sîstematîk a saziyên berpirsyar di parastina vê jîngeha girîng de eşkere kir. Krîza ku şeva 20’ê Hezîranê dest pê kir, tevî şandina tîmên agirkûj û helîkopteran, li hinek deveran heta duh berdewam kir. Li gorî raporên herêmî, xeta agir li hindek deveran bi dehan kîlometreyan berfireh bûye; ev yek nîşan dide ku kontrolkirina agir li şûna operasyoneke birêkûpêk û teknolojîk, zêdetir li ser milê dilxwazên herêmî maye.
Şewata ku li mêrg û daristanên berûyê yên herêma Bekek a ser bi navçeya Jarah û Baladehê dest pê kir, ji ber bayê tund, hişkbûna giyayan û zehmetiya gihîştina bi herêmên çiyayî, zû belav bû. Her çend ji rojên destpêkê ve çalakvanên jîngehê û xelkê deverê çûn hawara daristanan, belavbûna navendên şewatê û nebûna rêyên guncaw, xebatên vemirandinê hêdî û xeter kirin.
Xelkê herêmê di xeta pêş de ne
Di dema ku helîkopterên hawarçûnê zêdetir ji bo veguhastina hêzan dihatin bikaranîn û şiyana wan a avreşandinê kêm bû, dilxwazên herêmî bi amûrên seretayî mîna bivir û şaxên daran li ber gurr û geşbûna agir wek mertal sekinîn. Ev rewş ne tenê jiyana sivîlan dike xeterê, di heman demê de pirsên cidî li ser amadebaşiya saziyên dewletê yên berpirsyar dirust dike. Saziyên ku her sal li pêşiya vê karesata dubarebûyî bêdeng û bêçare dimînin.
Krîzeke herdemî, ne bûyereke demkî ye
Lêkolîner û çalakvana jîngehê Ezam Behramî li ser vê mijarê destnîşan kir ku şewatên Zagrosê êdî ne bûyerên kêmwext in. Ezam Behramî got ku li gorî daneyên Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî û raporên lêkolînê, ev herêm veguheriye yek ji navendên agir ên daîmî û dubare li Rojhilata Navîn.
Zagrosa ku ji sedî 40’î zêdetirî daristanên Îranê dihewîne, ji bo parastina çavkaniyên avê, xakê, cihêrengiya jiyanî û debara jiyana bi milyonan mirovan li rojava û başûrê rojavayê welat xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Lê belê, bertekên berpirsan her carê tenê piştî mezinbûn û belavbûna agir dest pê dikin.
Lawaziya binesaziyê û amûrên agirkûjê
Ezam Behramî bal kişand ser wê yekê ku her çend ji sedî 90’ê şewatan ji ber sedemên mirovî bin jî, pergala kontrolkirina agir li Îranê di asta pêşîlêgirtinê de paşdemayî ye. Ezam Behramî wiha got: “Kêmasiya helîkopterên taybet ên agirkujiyê, nebûna fîloya hewayî ya daristanan û derengketina di biryardanê de, kêmasiyên herî mezin in ku her sal dubare dibin. Ev di demekê de ye ku li cîhanê ji bo çavdêrî û pêşbînîkirina şewatan pergalên hişyariya zû, dron û dîmenên satelaytê tên bikaranîn.”
Sermayeya ku her dibe xwelî
Zirarên vê şewatê tenê bi dar û giyayan re sînordar namînin; ji navçûna xakê, kêmkirina şiyana erdê ya ji bo girtina avê, zirardayîna jîngeha ajalan û zêdebûna xetereya lehiyên muhtemel, encamên demdirêj ên vê karesatê ne. Darên berûyê yên ku mezinbûna wan bi dehan salan digre, her sal beşek ji şiyana xwe ya xwezayî winda dikin.
Zêdebûna baranê û şînhatina giyayan di biharê de, di havînên germ û hişk de metirsiya şewatê zêdetir dike. Ev rastiya xwezayî berpirsyariya saziyan kêm nake, lê belê pêwîstiya plansaziya pêşwext, paqijkirina rêyên xeternak û perwerdekirina civakên herêmî zêdetir dike, da ku parastina Zagrosê tenê li ser pişta dilxwazan nemîne.