‘Zagon nayên pêkanîn û polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin’

Li Misirê ku tundiya mêr lê zêde dibe, bertekên piştî qetilkirina xwendekar Naîra Eşref jî didomin. Jin diyar dikin ku zagon nayên pêkanîn û polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin û pêwîstî bi tedbîrên pêşîlêgirtinê heye.

ESMA FATIHÎ

Qahîre- Polîtîkayên şer û zêdebûna şîdeta dewletê jî rê li ber şîdeta mêr vedike. Li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku şer û pevçûn lê berdewam dikin, jin û zarok dibin hedefa bûyerên wek koçberî, destavêtin, revandin, zewaca bi zorê, zewaca zarokan, tundî û kuştinê de ne.

Li Misirê ku ji şer û pevçûnên li welatên cîranê xwe bandor bû, jinan lez dan xebatên xwe yên li dijî tundiya mêran ku zêde dibe. Herî dawî jî qetilkirina xwendekar Naîra Eşref bû sedem ku ji gelek aliyan ve bertek were.

Jinên ku li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan têdikoşin, bal kişandin ser polîtîkayên bêcezakirinê.

Girtina dozên jinan xwedî girîngî û yek ji riyên çareseriyê ye

Parêzer Hala Dome got ku di demên dawî de bûye şahida gelek bûyerên tundiya li dijî jinan. Da zanîn ku tundiya di hundirê malbatê û li derveyî malê gihîştiye asta qetilkirina zarokên keç li kolanan li ber çavên her kesê.

Hala Dome diyar kir ku yekem gavên ber bi çareseriyê ve ew e ku divê dozên jinan bi rengekî cidî  ji aliyê dozgeriya giştî ve werin girtin.

‘Edalet roleke mezin di parastina jinan de dilîze’

Hala Dome teqez kir ku hemû dozên jinan bi edaletê ve ne girêdayî ne, ev yek dihêle piraniya wan bikevin depresyonê û berê xwe nedin zagonan ji bo alîkariyê. Her wiha destkeftiyên ku li dijî kiryarên li ser jinan çêdibin, dibin sedem ku baweriya wan zêdetir bibe, rê li ber kiryaran bigre.

Hala Dome got: “Siyaset û rêbazên civaka sivîl girîng û pêwîst in ji bo parastina jinan, pirbûna kiryaran bûye sedem ku ev yek normal be û mîna demên berê ne cihê nerazîbûnê be. Ji ber wê divê tedbîrên pêwîst werin girtin da ku li ber van kiryaran were girtin.”

‘Rola hikûmetê di parastina jinan de girîng e’

Rêvebera projeyên girêdayî destpêşxeriya Super Women Aya Ebd El-Hemîd teqez kir ku erka dewletê ew e ku siyaseta parastinê bi awayê zelal ji bo jinan bimeşîne û got ku destwerdana wê jî li ser asta sererastkirina zagonî tê. Ji ber zagon yek ji girîngtirîn rêbazên rêgirtina bi bandor û çalak e.

‘Civaka sivîl jî roleke girîng û bi bandor dilîze’

Aya Ebd El-Hemîd dibîne ku saziyên civaka sivîl xwedî girîngiye mezin in û bandoreke giştî li ser biryarên dewletê dikin. Di heman demê jî li ser civakê çêdike û got ku saziyên femînîst bi hemû enerjiya xwe û li gorî derfetan ji bo van dozan kar dikin lê belê çareserî ew e ku tiştên li dijî jinan tên kirin werin şikandin.