‘Zagonên heyî jinan ji tundî û qetilkirinan naparêze’
Li gorî daneyan ji destpêka serê sala 2025’an heta Tîrmehê li başûrê Kurdistanê 22 jin hatine kuştin û 12 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Parêzer û çalakvan gotin ku zagonên heyî jinan ji tundî û qetilkirinê naparêzin.

HÊRO ELÎ-HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di sala 2025’an de bûyerên kuştina jinan ji ber feraseta mêr û parastina kujeran a ji aliyê desthilatdariyê ve, serwernebûna zagonê û destwerdana karê dadgehê û negihîştina encamê ya dosyayên jinan didome. Her wiha belavnekirina daneyên kuştina jinan û parastina kujer wisa kiriye ku kuştina jinan bidome.
Li gorî daneyên ku NÛJINHA berhev kirine, hejmara kuştina jinan ji serê salê heta Tîrmehê wiha ye:
* Di meha Çileyê de 5, di meha Sibatê de 4, di meha Adarê de 4, di mehan Nîsanê de 5, di meha Gulanê de 6, di meha Hezîranê de 3, di meha Tîrmehê de 4 jin li bajar û navçeyên cuda yên herêma Kurdistanê ji aliyê mêrên herî nêz ve hatin qetilkirin yan jî ber bi xwekuştinê ve hatine kişandin.
Kuştina jinan yek ji girîngtirîn qeyranên mafên mirovan e û di civaka başûrê Kurdistanê de wek kevneşopiyek lê hatiye ev jî çavkaniya xwe ji çanda kevneperest û aqilê mêrsalarî digre. Gelek caran jin ji aliyê bav, bira û hevjîn ve ji ber hevberdanê, çawaniya cil û berg û gelek sedemên din bûne qurbaniyên wê tundiyê. Têkildarî mijarê parêzer Guna Mecîd, çalakvan Seywan Rustem ji ajansa me re axivîn.
‘Li gorî daneyan roj bi roj kuştina jinan zêde dibe’
Parêzer Guna Mecîd bal kişand ser qetilkirinên jinan û wiha got: “Mixabin li gorî daneyan roj bi roj kuştina jinan zêde dibe. Ev jî ji aliyê beşên civakê û lêkolîner û parêzeran ve cihê dilgiraniyê ye. Kuştina jinan bi navê namûs, pirsgirêkên civakê an jî hinek caran kuştina jinan sedemek din a wê heye û wê jî vedişêrin. Ji ber wê kuştina jinan roj bi roj zêde dibe. Gelek caran bûyerên kuştina jinan di ragihandinê de nayên belavkirin.”
‘Zagonên me yên bi taybetî ji bo kuştina jinan tunene’
Gûna Mecîd di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku zagona Iraqê heya kuştina jinan jî dikeve çarçoveya wê zagonê û benda 405 û 406 heye, benda 406 ceza heta darvekirinê diçe. benda 405 cezayê girtîgehê ye û wiha domand: “Ew kesê bibe sedema kuştina jinek, li gorî van du madeyan tê cezakirin. Zagonek me ya taybet a ji bo kuştina jinan tuneye. Tenê ew zagona Iraqê heye ku li ser kesên civaka Iraqê û herêma Kurdistanê tê bicîhanîn. Her wiha li ser kuştina jinan jî tê bicîhanîn. Her çiqas wek parêzer û rêxistin me daxwaz kiriye ku dadgehek taybet ji bo dozên kuştina jinan hebe jî, roj bi roj dozên kuştina jinan li hemû bajaran zêde dibin. Ji ber wê divê dadgeh hebe, ji bo heta rastî bigihîje dadgehê winda nebe. Bêguman ew dadgehên daxwaz dikin dadgehên sûcan in, ji ber dadgeha ceza taybet e bi dozên kuştinê yan jî sûcên ku cezayên wan ji 5 sal zêdetir in. Ji aliyê hemûyan ve eşkere ye ku doza qetilkirinê yek ji dozên giran e. Ji ber wê li gorî me baş e dadgehek me ya taybet ji bo dîtina dozên kuştina jinan hebe. Her wiha divê erkdarên wê jî hebin, ji ber gelek caran beriya lêkolînê û rastî eşkere bibin û bighîjin dadgehê winda dibe. Ev jî dibe sedem ku bersûc ji ceza rizgar bibin. Ji ber wê ew belgeyên li ber destên dadger û dadgehê ne dibe ku heta bighîje destê wan guherînê tê de werin çêkirin, ji ber hinek belge ger di dema xwe de ji aliyê pêwendîdar ve neyên berhevkirin, dibe ku winda bin.”
Gûna Mecîd anî ziman ku niha polês dozên kuştina jinan nabînin, di nava civaka me de beşa nehiştina sûcên qetilkirinê heye, ev beşek taybet e ji bo dozên qetilkirinê û wiha got: “Wisa ne ji derveyî dozê qetilkirinê, tu dozek din nabînin. Bûyerên diyar ji aliyê polîsên wê herêmê ve û sûcên qetilkirinê lêkolîn dikin û dosya digrin dest û piştre destwerdanê dikin. Lê belê niha ne wisa ye, dozên qetilkirinê tenê li cihekî kom dikin ew jî beşa nehiştina sûc û qetilkirinê ye. Tenê ew dikarin lêkolînê bikin. Piştre jî dozê dibin ber destên dadger. Ev jî cuda ye ku dadger karê lêkolînê dike û dozên qetilkirinê dibîne.”
‘Em bi tu awayî ne li gel aştiya eşîrê ne’
Gûna Mecîd wida domand: “Em bi tu awayî ne li gel aştiya eşîrê ne. Li gorî zagonê aştiya me heye. Ger aliyê gilîker giliyên bersûc bike, ew di wê demê de dadgeh bi dawî dike, ger heqê taybet be ji bo gilîkar, ji ber di zagonê de heqê giştî û taybet heye, heqê taybet jî yê wan kesan e ku gilî dike û dawî lê tê. Lê belê heqî giştî de dadgeh ceza de dide bersûc. Lê belê ger dest ji doza xwe berdabe û sulh kiribe, tê wê wateyê ku doza qetilkirinê were girtin lê belê bandorê li ser kêmbûna ceza dike. Peyama me ew e ku ger doza qetilkirinê rû da, divê aliyên pêwendîdar werin agahdarkirin, ji bo ew belgeyên ku hene winda nebin, ji ber gelek caran belge winda dibin. Ji ber ew sûcên ku di wê demê de rû dide gelek girîng e ku divê belge ji aliyê şarezayan ve bên komkirin.”
‘Kuştina jinan asta dawî ya tundiya li dijî jinan e’
Çalakvan Seywan Rustem da zanîn ku kuştina jinan asta dawî ya tundiya li dijî jinan e û wiha got: “Mixabin heta niha di civaka me de ev diyarde hene. Ev diyarde ne tenê di civaka me de, di piraniya civakên dinyayê de hene, bi taybetê di civakên kevneperest û civakên Rojhilata Navîn de. Ev jî ji ber kêm hişyarî û nebûna serweriya zagonê ye. Her wiha aliyê aborî jî digre nava xwe, hebûna krîzan û nearamiya civakê wisa dike ku kes û civaka me di nava tirsê de bijî. Ew tirs jî dibe sedem ku tundiyê li hemberî hev bikar bînin. Mixabin îsal diyardeya qetilkirinê zêde bûye. Tevî hebûna zagonê li herêmê Kurdistanê jî, ev zagonan li gelek cihan kar nake, ji ber dibe ku pişgirî ji bo kujer hebe yan jî veşêrin di dozê de zagon dest nedinê.”
‘Ew daneyên li ber destê me ne daneyên rast in’
Seywan Rustem diyar kir ku her dem li ber destên wan daneyên rast tunene, ger li daneyên rast bigerin dibe ku ji vê rêjeyê gelek zêdetir be û got: “Hinek dozên qetilkirinê hene dibe ku neghîjin destên dadgehê. Bi vî awayî mirov nizane rêje çend e lê belê hebûna zagona tundiya di nava malê û li dijî jinan de ku bi hewldana rêxistinên jinên Başûrê Kurdistanê derketiye, piştgiriyek baş a zagonê ye. Bi zagonê hewl bidin van diyardeyan kêm bikin. Lê belê tevî van zagonan qetilkirin didomînin. Em dibînin li hemû cihan tundî, şer û kuştin heye. Ev jî bandorê li ser civakê dike ku ber bi tundiyê ve biçe. Her wiha hebûna medyaya dîjîtal ku bi xwe karek zanistî ye û divê bi aliyên erênî sûd jê were girtin. Lê belê mixabin di civaka me de bûye sedemu avabûan gefan li ser jinan û kesên civakê. Bi awayekê hemû kes bi vê rêyê dikare tundiyê li beramberî jinan bike. Ev diyarde hê kar li ser nehatine kirin ku kêmtir bibin.”
‘Zagon ne serwer e’
Seywan Rustem di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em gelek caran dibînin li cihê ku zagon çareseriya diyarde û kuştinan bike. Em dibînin bi riya aştiya eşîrê û dayîna kêmek pere wê dozê digre, bi taybetî dozên kuştina jinan. Ew jî ji ber feraseta mêr e. Bi awayekî destê eşîrê di civakê de dirêj e û zagon ne serwer e. Her çend niha aştiya eşîrê kêm bûye jî, li hinek cihan jinê li beramberî xwînê didin mêrek. Serwerbûna zagonê, rêveberî û rêxistinan lê belê ev diyarde ye hê maye. Ew dezgehên ku taybet in ji bo kêmkirina tundiyan, divê bi awayekî zagonî rastiya van sûcên raxin ber çavan. Divê tundî bê kêmkirin. Her wiha divê li ser sedemên tundiyê lêkolîn bên kirin. Divê piştevaniya zagonî û hişyariya kes zêdetir be, ji bo ji tundiyê dûr bikevin.”