Yuksel Genç: Kongreya PKK’ê ji bo Tirkiyeyê pêşniyaza veguherînê ye

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç têkildarî kongreya 12’emîn a PKK’ê wiha got: “Di Kongreya PKK'ê de ne tenê ji bo tevgerê, ji bo Tirkiyeyê jî pêşniyaza veguherînê heye, ev yek jî gelek girîng e.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistanê) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK’ê bersiv da bangê û di encama danezana kongreyê de biryara “fesixkirina rêxistinê û bidawîkirina şerê çekdarî” da.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç biryara PKK’ê û berpirsyariya ku ji niha şûnde dikeve ser milên aliyan nirxand.

Yuksel Genc diyar kir ku ji Cotmeha 2024’an heta niha piştî geşedanên çêbûn, biryara ku PKK’ê girtiye biryarek li bendê bûn, ger biryar rast were nirxadin, der barê pêşerojê de wê encamên girîng û radîkal bi xwe re bîne, aliyên wê yên veguherînekê ava bike heye.

‘Ev cara yekem e rêxistinek qadên xwe yên bandor diparêze û biryara fesixkirinê digre’

Yuksel Genç balê dikşîne ser hurgûliyên di kongreya PKK’ê de wiha got: “Ev cara yekeme rêxistinêk bê nûbûn, qadên xwe yên bi bandor parast, fesixkirina xwe, mijara ku di oxira wê de şer kiriye bi amûrên siyasî û aştiyane ji bo were çareserkirin, veguherîn girt ser xwe, biryara berdana çekan girt, fesha xwe pêk tîne. Ev rewşek gelek bi qedir û taybet e.”

Yuksel Genç da zanîn ku ger pêvajo bi serkeftî bi encam bibe, wê ji bo welatên din ên di nava şer de jî bibe mînak û wiha got: “Ger bi ser bikeve, heman pirsgirêkên ku li cîhanê hene bibe mînak û pêwistî bi şer û mirinê nemîne. Yek ji aliyên herî girîng jî ev e. Ya duyem jî sedsala 21’ê bi paradîgamaya nû ya civakê re, aliyekî alternatîf û guncaw din ava xwe de dihewîne. Di sedsala 19-20’an de modelên civakê yên girêdayî formên netew dewletê hilweşiyan û ger bi ser bikevin di bin navê forma komara demokratîk de forma ‘neteweya demokratîk’ ku derbikeve holê û rewşa nû ya civakîbûnê sedsala 21’ê dewleta ji bo forma îdarî dikare bibe namzed. Di vê wateyê de jî mînakek ava dike. Ya sêyem, helbet bêçekbûn û biryargirtina feshê bi tena serê xwe têrê nake divê şertên pêkanîna vê biryarê werin bicihanîn.”

Yusel Genç bal kişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir û da zanîn ku Abdullah Ocalan di banga xwe de ji bo aştî û demokrasiyê bal kişandiye ser ‘şert û mercên werin pêkanîn.’

‘Biryara PKK’ê ji bo herdu aliyan di nava xwe de veguherînî dihewîne’

Yuksel Genç wiha got: “Ger hûn pirs bikin ku ev pêkanîn çi ye; ji bo birêz Ocalan bike rewşek ku bikaribe pêşengiyê bike divê bibe xwedî şert û mercên ku siyasetê bike. Ji bo têkoşîna bêçek bike, divê şertên ku neçar maye dest bi têkoşîna çekdarî bike ji holê werin rakirin. Hem di deklarasyonê de, hem jî di encama danezanê de ev heye. Encama danezanê, di peymana di bin navê peymana Lozanê de, ji destûra bingehîn a 1924’an ve, li Tirkiyeyê yektîpiya ku derketiye holê, navendkirin û hinceta bibîrêxistina pêvajoya înkarê îzah dikir. Ev tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê di destûra bingehîn a sala 1924’an de dest ji yeknetew, navendî û polîtîkayên înkarê were berdan. Ger dest jî van polîtîkayan berdin, weke şertek din ê têkoşînê wê merheleya bêçekbûnê pêk were. Di rastiyê de 12’emîn kongreya PKK’ê tenê feshkirina PKK’ê nîn e, bi PKK’ê re riya veguherînê li Tirkiyeyê vedike. Ev yek jî heta tu bibêjî hêja ye.”

‘Ji bo veguherîna di warî hiqûqî burokratîk teknîkî û civakî de divê çi were kirin?’

Yuksel Genç bal kişand ku dema mirov li pêşketinên ji meha Cotmehê ve heta niha çêbûne dinêre tê dîtin ku tenê ji aliyê Kurdan ve du gavên mezin hatin avêtin û wiha domand: “PKK dê çekan çawa dayne? Piştî çekan dayne, pêvajoya hiqûqî ya ku ji çareseriyê re bibe bersiv, ji bo veguherîna burokratîk, teknîk heta civakî dê çi werin kirin? Van mijaran girîng in û divê di demek nêz de werin plankirin. Di vê pêvajoya ku meha Cotmehê dest pê kir de Kurdan du gavên girîng avêtin. Yek jê deklerasyona 27’ê Sibatê bû, ya din jî bersiv û berdewamiya wê biryara bêçekbûnê ya PKK’ê bû. Niha em ketine pêvajoyeke ku meclis, dewlet, hikumet, civaka Tirkiyeyê, siyaset û civaka sivîl tişta dikeve ser milên wan bikin û rola xwe bilîzin, gavên stratejik bavêjin. Niha berpirsyarî ya hikumetê, dewlet û meclisê ye. Divê di demek nêz de ev berpirsyarî werin bicihanîn û rola xwe bilîzin.”

‘Bandorên konjonktora herêmî’

Yuksel Genç di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser konjonktura herêmî jî û wiha got: “Hûn dizanin yek ji dînamîkên sereke ya bû sedema destpêka pêvajoyê konjonktura herêmî bû. Paradîgmaya sedsala 20’an, li herêmê hilweşiyaye û mercên paradîgmayeke nû çêbûne. Ev yek ji bo Tirkiyeyê hem xeter e hem jî derfet e. Xeter e lewre Tirkiye dewleteke ku sedsal berê hatiye avakirin e. Nîvê vê sedsalê bi şerê meseleya Kurd a dîrokî re derbas bûye. Ji ber ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îsraîlê ve di dîzaynkirin û têkiliyên Tirkiyeyê yên li Rojhilata navîn di pozîsyona şikestinê de ne, Tirkiye ketiye nava xeterê. Lê ger meseleya Kurd çareser bike, pêla şer bi dawî bike û modela Tirkiyeya demokratîk ava bike dê hem xeter bi dawî bibin hem jî li Rojhilata Navîn a ji nû ve tê dîzaynkirin, ji bo pirsgirêkên şer û pevçûnan dikare bikeve pozîsyona modela çareseriyê. Pêvajoyeke ku ewqas li ser qadên bi xeter dest pê kiriye, ger were nirxandin dê were dîtin ku qonaxa niha ji bo Tirkiyeyê derfeteke zêrîn e.”

‘Tirkiye dikare bi awayê demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkan bibe mînakek girîng’

Yuksel Genç diyar kir ku di encama têkoşîna birêxitinbûyî ya nîvsedsale didome de Tirkiye neçar maye nasnameya Kurd û nas bike, got ku ev yek yek ji encamên herî girîng ên têkoşîna 50 salan e. Yuksel Genç gotinên xwe wiha domand: “Têkoşîna 50 salan a bi rêxistinbûyî, Kurdan kir xwedî tecrubeya têkoşîna demokratîk. Di heman demê de bûn kirde. Kurdan pêşî li veguherîna demokratîkbûna dewleta lê dijîn vekirin, bi vîzyona avakariya hevpar û sereke, hindik maye deriyek nû vekin. Tirkiye bi vekirina vî deriyê dikare bibe yek ji mînakên herî girîng, ev yek jî destkeftiyeke mezin e.”

Aştiya mayînde çawa tê avakirin?

Yuksel Genç bi gotinên; “Biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî, bi tena serê xwe nikare aştiyê ava bike” bal kişand ku ji bo pêvajoyeke pozîtîf û aştiya mayînde rol dikeve ser hikumet, meclis, muxalefet, siyaset, rêxistinên civaka sivîl.

Yuksel Genç ji bo aştiya mayînde çend xalên girîng wiha rêz kir:

“Ya yekemîn, bêçekbûn û bûyîna perçeyek ji têkoşîna demokratîk e. Divê ji bo ji pêvajoya veguherînê re bibe bersiv, hinek sereratkirinên baş, ên zagonî û burokratîk werin kirin. Bi vê mijarê ve girêdayî, divê di warê derûniya civakî û îdarî de razîbûn hebe. Ji bo ku bi vê rewşa nû re lihevhatin çêbibe divê civak ji vê yekê re were amadekirin. Bi vê yekê ve girêdayî, bi taybetî li herêmê divê pêkanînên ‘ewlekariyê’ yên ku zêde ne werin bidawîkirin. Kalekol, kontrolên ku serê gavê tên kirin, wesayîdên zirxî, pêkanîn ‘ewlehiyê’ bi dawî bibin. Divê îmaja ‘hêrma mêtinkar’ a li herêmê, pozîsyonên nelihev ên îdarî bi dawî bibin. Ev yek dê ji bo protokola dualî ya ji bo bidawîbûna pevçûnan sûdê bide. Her wiha divê girtiyên nexweş, hukumxwariyên cezayê wan qediyaye werin berdan, siyasetmedar, rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên girtî di demek nêz de werin berdan. Gavên ku baweriyê zêde bikin, ji bo amadekirina civakê dê gaveke gelek girîng be. Weke din, Zagona Têkoşîna bi Terorê re li Tirkiyeyê weke makezagoneke taybet di meriyetê de ye. Zêdetir jî Kurd ji vê yekê para xwe digrin. Rakirina TMK’ê an jî bisînorkirina zagonê pêwist e. Bi gunerîna di warê zagonên ceza de divê di warê maf û azadiyan de sererastkirineke hiqûqî û guherîna rêbazên cezakirinê biguherin. Ên vê pêvajoyê bimeşînin, aliyên ku hewl bidin di nava vê pêvajoyê de civakê amade bikin, bikevin bin temînata zagonî. Bêguman divê mercên ku birêz Ocalan bikaribe bi azadî siyasetê bike û mercên ku bi hêsanî pêşengiyê ji paradîgmaya nû re bike werin avakirin.”

‘Divê dîplomasiya aştiyê were avakirin’

Yuksel Genç diyar kir ku bo pêvajo bikeve bin temînatê, desteka navneteweyî girîng e û wiha berdewam kir: “Ji bo ji pêvajoya herêmî û kûrewî re destekek pozîtîf çêbibe divê pêvajoya ku jê re dibêjin dîplomasiya aştiyê were avakirin. Bi taybetî ji bo avakirina civaka demokratîk divê muxalefet û civaka sivîl, bi şiara zêdetir azad û demokrasi bikevin tevgerê. A girîng e ew ku aliyên bixwazin pêşî li veguherîna aştî û demokratîk bigrin, ji vî şerî rantê bigrin, ji bo pêşî li manîpulekirina civakê were girtin, werin astengkirin. Bi taybetî divê pratika perçebûyînê ya ku aliyên ku bermahiyên netewperest û Îttihat ve Terakkî dikin were teşhîrkirin û helwest were raberkirin. Ji bo ku ev pêvajo bidome ev yek girîng e.”

Yuksel Genç got ku daxuyaniyên ji aliyê hikumetê ve tên dayîn erênî ne û got: “Ji aliyê dewletê ve pêdiviya me heye ku zêdetir şênber, zelal, bi îsrar û biryar bin. Em di vî warî de gotin û pratîkên zelal dixwazin. Bêguman beriya her tiştî ev pêvajo ne pêvajoya jestan e, pêvajoya berpirsyariyê ye. Dewlet û hikumet bi girtina vê berpirsyariyê divê dest bi pêkanînên pratîk bikin.”

‘Divê desthilatdarî pêvajoyê dirêj neke’

Yuksel Genç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya 1999 û 2004’an bi bendewariyên me yên weke îro dest pê kiribûn lê 5 salan li cihê ku rejîma wê deme tiştên pêwist bike, dest bi guherînên zagonî bike pêvajoyê ber bi rizandinê ve bir. Ji bo ku hikumeta niha jî vê pêvajoyê li benda rizînê nehêle û dirêj neke divê bi lezgînî tiştên pêwist bike.”