YRA 5'emîn salvegera ajansa me NÛJINHA'yê pîroz kir
YRA 5’emîn salvegera ajansa me NÛJINHA’yê pîroz kir û got: “NÛJINHA li ser belgekirina rewşa jinê li herêm û cihanê dixebite û têkoşîna wan digihîne hev ku serpêhatiyên wan jî dike parçeyek bîr û hişmendiya giştî ya civakê.”
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) pêncemîn salavegera ajansa me ya Nûçeyan a Jinan a NÛJINHA’yê bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek hewceyeke girîng ji ragihandina jin a ku dikare hegemoniya baviksalarî bişkîne û itîbara dengê jin ku kirdareke bingehîn di civakê de ye vegerîne, hate damezirandin.
NÛJINHA dozên jinan li hemû qadên jiyanê yên siyasî, aborî, civakî û zagonî ronî dike, ezmûn, êş û têkoşîna wan di rewşên şer, pevçûn, dorpêç û tundiyê de vedibêje.
‘Çapemeniya jinê bi hêz dike’
NÛJINHA li ser belgekirina rewşa jinê li herêm û cihanê dixebite û têkoşîna wan digihîne hev ku serpêhatiyên wan jî dike parçeyek bîr û hişmendiya giştî ya civakê. Çapemeniya jinê bi hêz dike û qadeke fireh dide wan ku dîroka xwe bi pênûsên xwe binivîsin. Dûrî paşguhkirin û biçûkxistinê, hevgirtina jinan ku hêzeke veguherîn û berxwedanê ye, xurtir dike.
ji ber vê jî, avabûna NÛJINHA wek yekemîn ajansên jinan li herêmê, pêngavek bingehîn di tebloya giştî ya çapemeniyê de ye. Her wiha ji bona dozên jinan ku li gorî hişmendiya baviksalarî dihatin destgirtin, altirnatîfek rasteqîn bû. Di heman demê de, tekez kir ku azadiya civakê bi azadiya jinê re dest pê dike û xweseriya ragihandina jin di pêvajoya têkoşîna veguherîner a hişmendî de, hewceyek bivênevê ye.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA ji têkoşîna we ya ku bi rengê jinê pêvajoya herikîna dîrokî ya civakê guheriye re dewama serkeftinê dixwaze.”