YRA: Bi hewldanên bêdengkirina ragihandina azad nikarin heqîqetê veşêrin
YRA li dijî êrîşên ser sivîl û rojnamevanan li Helebê çalakiyek li dar xist û wiha hate gotin: “Hewlên bêdengkirina ragihandina azad ku dengê wîjdanê mirovahiyê ye, nikarin heqîqetê veşêrin. Emê her alîgirên ragihandina azad bin.”
Qamişlo – Li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê, berxwedaneke dîrokî hate jiyîn. Gel bi hêzên ewlehiya hundirîn re bi rojan li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst Heyet Tahrir el-Şam û çeteyên dewleta Tirk Elmaşat û Hemzat li ber xwe dan. Van êrîşan, taxên ku piraniya wan Kurd lê dijîn hedef girtin û ji aliyê dronên dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.
Bi van êrişên dagirkeriyê li ser raginhandina alîgir a çeteyên cîhadîst û dewleta Tirk jî şerê taybet hat meşandin. Bi rêbazên şerê taybet hewldanên rawakirina êrîşan, berovajîkirina rastiyan hate meşandin. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo şermezarkirina van hemleyên dezenformasyonê û êrîşên li ser sivîl û rojnamevanan li Helebê çalakî li dar xistin. Çalakî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo hat li darxistin. Daxuyanî bi tevlîbûna saziyên ragihandinê hate dayîn.
Piştî deqeyekî rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya ragihandina azad (YRA) Idrîs Henan ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi tundî sûc û binpêkirinên giran ên li dijî sivîl û rojnemevanên herdu Taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bomberdomana bê ser û ber, hedef girtina saziyên sivîl û yên tenduristiyê, şermezar dikin. Ev kiryarên ber biçav ên li dijî zagonên navnteweyî yên mirovî û peymanên Cenevreyê ne. Hedefgirtin û gefxwarina raste rast a li ser rojnemevanan, revandina wan û astengekirina şopandina serbixwe, siyasetek sîstematîk a bêdengkirina ragihandina azad û nixumandina heqîqetê ye. Her wiha sûc û destwerdana li ser azadiya fikir û mafê civakê yê wergirtina zanînê ye ku hewceyî lêpirsîneke zagonî ye.
‘Berovajîkirina rastiyan’
Her wiha em hemleyên dezenformasyonê yên rêxistinkirî yên bi pêşengiya ragihandina fermî ya Rêvebriya demkî û ragihandina ji aliyê hinek welatên kendavê û Tirkiyeyê ve tên finansekirin, şermezar dikin ku bi rêbazên rewakirina komkujiyan, berovajîkirina rastiyan, spîkirina sûcan, pêşkêşkirina vegotinên yek alî û xirakirina rola çapemaniya azad, bûne hevkarên sûc û berpirsiyariya exlaqî û zagonî ya qetilkirina extiyar, jin, zarokan û xeteriya li ser jiyana rojnemevanan davêjin ser wan.
‘Sûcan rewa dikin û aştiya civakî têk dibin’
Li ser vê bingehê, em daxwaz dikin ku derhal dawî li hedefgirtina sivîl û rojnemevanan were, lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe dest pê bikin û hesab ji berpirsên van sûcan were xwestin. Her wiha em êrîşkaran û aliyên ku piştgiriya çapemeniyê û siyasî peyda dikin, ewlehiya sivîlan û jiyana xebatkarên ragihandinê dixin xeteriyê, xîtabê nefretê, sorkirin û tundiyê gur dikin, rastiyan berovajî dikin, sûcan rewa dikin û aştiya civakî têk dibin, berpirsiyar dibînin. Carek din em tekez dikin ku bi demê re sûcên hatine kirin ji holê ranabin, hewlên bêdengkirina ragihandina azad ku dengê qurbanî û wîjdanê mirovahiyê ye, nikarin heqîqetê veşêrin. Emê her alîgirên mirov, heqîqet, kedkar û xebatkarên ragihandina azad bin.”
Piştî daxuyaniyê, Yakîtiya ragihandina Azad (YRA) nameya derbarê binpêkirinên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat kirin û êrîşên ku li ser rojnemevanan, radestî nûnertiya Neteweyên Yekbûyî kirin.