YPJ: Jin û gelên cîhanê deyndarê berxwedaniya fermandar Sorxwîn û Azadî ne
YPJ’ê, têkildarî êrişa dewleta Tirk a ku 11’ê Sibata 2024’an li ser avahiya Federasyona Gaziyên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêkanî de daxuyaniyek weşand.
Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), derbarê êrîşa dewleta Tirk a ku di 11’ê Sibata 2024’an li ser avahiya Federasyona Gaziyên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêkhat de daxuyanik nivîskî weşand û diyar kir di êrîşê de fermandara wan a gazî Fatma Sakan (Sorxwîn Rojhilat) û şervana wan a gazî Emîne Seyîd Ehmed (Azadî Dêrik) jiyana xwe ji dest dane.
‘Tolhildana wan dê erk û berpirsyariya me ya sereke be’
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ’ê hat weşandin wiha ye:
“Di dîroka 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta dagirker û faşîst a Tirk li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê êrîşeke namerdane pêk anî. Di vê êrîşê de fermandar û rêhevalên me Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Em ruhê pak yê şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Di serî de ji malbatên hêja yên Fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik, em ji tevahî gelê xwe yê welatparêz, ji jinên şoreşger û têkoşer û rêhevalên van lehengên azadiyê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin hevalên xwe yên gazî û tevahî gelê xwe ku wê xwîna wan li erdê nemîne. Tolhildana wan dê erk û berpirsyariya me ya sereke be.
‘Her kêliya jiyana xwe ji bo azadiya jin û gelê xwe bê dûdilî têkoşîn kir’
Fermandar Sorxwîn (Fatma Sakan) di sala 1985’an de di nava malbateke xwedî çanda berxwedaniya netewî, li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vedike. Fermandar Sorxwîn ji eşîra Celaliyan e ku li hemberî dagirkeran ala serhildanê rakirin û heta roja me ya îro jî tu car serî netewandin. Kesayetên mîna Şîrîn Elemhûlî û Zeynep Celaliyan bûn şopdarên vê çanda berxwedanê û îro jî fermandar Sorxwîn bi helwesteke netewî di kesayeta xwe de serhildêriya jina Kurd a dîrokî esas girt û her kêliya jiyana xwe ji bo azadiya jin û gelê xwe bê dûdilî têkoşîn kir.
Di sala 2014’an de dema ku hovîtiya DAIŞ’ê li bajarê Kobanê giha asta lûtkeyê, jinên ciwan ji bakur, ji başûr û ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin. Berxwedaniya hevrê Sorxwîn û ya tevahî şervanên YPJ’ê li cîhanê deng veda. Bi vî rengî jin herikîn qadan û bi sedan jinên enternasyonal berê xwe dan warê Rojavayê Kurdistanê.
Fermandar Sorxwîn di şerê xwe yê li hemberî DAİŞ’ê de, bi taktîkên xwe yên dewlemend, bi cesaret û dilwêrekiya xwe ve xofeke mezin xiste dilê neyaran. Bi vî rengî hevrê Sorxwîn bû pêşenga şerê Kobanê û gelê Kobanê jî xwedî li fermandara xwe ya dilwêrek û keça xwe Sorxwîn derketin.
‘Di pêşxistin û mezinkirina YPJ’ê de, bû xwedî rol û mîsyoneke girîng’
Fermandar Sorxwîn di berxwedaniya li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê de bi awayekî giran birîndar dibe û ji bo ku gelê xwe ji tarîtiya DAIŞ’ê biparêze roniya çavê xwe feda kir. Her çendî hevrê Sorxwîn giran birîndar dibe, lê nirxandina Rêber Apo ya ku dibêje; “Gazî şehîdên me yên nemir in” ji bo xwe esas digre û bê ku kêliyekê raweste heta dawî di berxwedaniya dîrokî ya Kobanê de cihê xwe digre. Bi vî awayî xwedî li nirxên azadiya jin derket û di pêşxistin û mezinkirina YPJ’ê de, bû xwedî rol û mîsyoneke girîng.
Fermandar Sorxwîn sembola egîdiya jinan e. Di şer û jiyana xwe de bû îfadeya sekna jina wêrek, ji xwe bawer û dilsoz. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku bi pêşengiya Jîna Emînî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavî tevahî cîhanê bû, yekemîn çirûska xwe ji lehengên mîna Şîrîn Elemhûlî, Jiyan Mako, Sorxwîn Rojhilat û Zeynep Celaliyan wergirt. Her yek ji van jinên leheng bi cesaret û fedekariyeke mezin, rêya azadiyê ji bo jinên Rojhilatî, Fars û ji bo tevahî jinan nîşan dan.
‘Ji her hevalek xwe yên gazî re bû çavkaniya hêz û moralê’
Herî dawî jî fermandar Sorxwîn weke fermandareke gazî di Federasyona Gaziyên Bakûr Rojhilatê Sûrî de ji bo hevalên xwe yên gaziyên şoreşê erkên girîng dabû ser milê xwe. Hevrê Sorxwîn bi zanistiyeke kûr, ji her hevalek xwe yên gazî re bû çavkaniya hêz û moralê. Ne tenê bi xebatên gaziyan re sînordar ma, herî zede jî hewlda ku ji pirsgirêk û pêşxistina gel û jinan re çareserî biafirîne û bi vê yekê re jî di dilê gel û jinan de cihê xwe girt.
‘Bi sekna xwe ya dilnizim bû mînaka milîtaniya jina azad’
Hevrê Azadî Dêrik (Emîne Seyîd Ehmed) jî di sala 1982’an de li bajarê Dêrika Hemko ji dayîk dibe. Hevrê Azadî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dema ku çirûska şoreşê Rojavayê welat ronî kir, berê xwe da nava refên şoreşê û yekîneyên destpêkê yên parastina jin de cihê xwe girt. Hevrê Azadî bi sekna xwe ya dilsoz ji bo azadiya gelê xwe bê hesab, bê teredut têkoşiya. Ji destpêka şoreşê heta kêliya xwe ya dawî, xwe di xeta parastina rewa de kûrkirin esas girt. Li ser bingehê pîvanên Şerê Gelê ê Şoreşgerî weke fermandareke pêşeng şerê azadiyê da meşandin. Bi sekna xwe ya dilnizim bû mînaka milîtaniya jina azad. Hevrê Azadî bi girêdan û dilsoziyeke mezin ji bo mayîndekirina şoreşa jin di hemû qadên şoreşê de bi awayekî aktîf cihê xwe girt.
‘Di hemû qadên şoreşê de bi coş û kelecaneke mezin li berxweda’
Herî dawî li ser bingehê pêşniyar û daxwaza xwe hevrêya me Azadî derbasî xebatên federasyona Gaziyên şer bû. weke berpirsa kar û barên hevalên gazî kedeke mezin da raber kirin. Her wiha ji bo parastin, perwerdekirin û dermankirina hevalên gazî bi gelek saziyên herêmî û navnetewî re kar û xebat da meşandin. Bi dildariyeke mezin, bi berpirsyariyeke şoreşgerî û eşqa hevaltiyê yek bi yek bi hevrêyên xwe yên gazî re eleqedar bû û di avakirina Federasyona Gaziyên Şer ên Bakûr Rojhilatê Sûrî de roleke mezin hilgirte ser milê xwe. Hevrê Azadî di hemû qadên şoreşê de bi coş û kelecaneke mezin li berxweda û têkoşîna azadiyê da meşandin.
‘Emê têkoşîna xwe heta avakirina siberojeke azad û aram bidomînin’
Weke YPJ me di pêşengiya fermandarên weke Sorxwîn û Azadî de, li hemberî DAIŞ’ê şerekî bê hempa da meşandin, lê dewleta Tirk a dagirker îro bi hedefgirtina jinên pêşeng, ne tenê tola DAIŞ’ê radike, her wiha têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bûye bela serê mirovahiyê dixwaze lewaz bike. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên ku sûcên şer in û bi taybet jî di salvegera komploya 15’ê Sibatê de êrîşeke bi vî awayî pêk anîn, cardin îradeya jina azad û gelan armanc kiriye. Jinên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo civaka xwe parastinê esas digrin, ji bo xwe weke metirsiyeke mezin dibînin. Em jî weke hevrêyên Sorxwîn û Azadî’yan, weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ em diyar dikin ku li dijî her cure êrîşên dij-mirovî yên dewleta dagirker û faşîst a tirk, bi taybet jî di dema salvegera komploya navnetewî de emê têkoşîna xwe heya avakirina siberojeke azad û aram bidomînin.
‘Tevahî jin û gelê cîhanê deyndarê berxwedaniya fermandar Sorxwîn û Azadî ne’
Em bang li tevahî jinên cîhanê û saziyên navnetewî dikin da ku li hemberî feraseta qirker a dewleta Tirk bêdeng nemînin. Ne tenê gelê me, îro tevahî jin û gelê cîhanê deyndarê berxwedaniya fermandar Sorxwîn û Azadî ne. Ji ber wê jî em cardin bang li tevahî tevgerên azadîxwaz yên jinan dikin da ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk xwedî helwesteke siyasî û polîtîk bin.
‘Emê agirê azadiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hertim geş bikin’
Em ji gelê xwe û tevahî jinên azadîxwaz re soza tolhildanê didin. Bila faşîzma AKP-MHP baş bizanibe, YPJ hêza tolhildana sedsalê ye. Emê agirê azadiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro rêheval Sorxwîn û Azadî jî bûn pêtên wê, hertim geş bikin ta ku hemû textên desthildariya mêr birûxin. Em soz û peymana girêdana bi xeta şehîdan û pêkanîna xeyalên wan careke din dûbare dikin.”