YPJ: Hêzên parastina jin tu caran paşve gav navêje

Fermandariya YPJ’ê, pêkanîna çeteyên HTŞ’ê ku li hemberî cenazeyê şervana li Şêx Meqsûd kiribûn bi tundî şermezar kir û ev peyam da; “Hêzên parastina jin, tu caran li hemberî vê hişmendiyê gav paşve navêje, em parasvanên hemû jinên Suriye û cîhanê ne.”

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastinê Jin (YPJ) derbarê pêkanîna dermirovî ya ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê li hemberî cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud (Cenazeyê şervana ku di şer de şehîd bû, di qata sêyan a avahiyê de avêtin) de, daxuyaniyek weşand. 

Daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya YPJ’ê hat belavkirin wiha ye: 

“Li hemberî hişmendiya cîhadîst a çeteyên hikûmeta demkî ya HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk, di şerê Helebê de Hêzên Ewlekariya Jin heya  van kêliyan berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin. 

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinên azadîxwaz gelek caran bûn tirs û xofa dilê dijminê xwînxwar. Tevî hemû êrîşên dermirovî jî, jinên tolhildêr tu caran li beramberî hişmendiya desthilatdariyê serî netewandin. Di çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navînde rûmeta jinê, rûmeta gel e. Ji bo vê yekê çeteyên dagirker dixwazin bi pêkanînên xwe yên der exlaqî re, hêviyên gel bişikînin.

Li gorî agahiyên ku tên belavkirin, li hemberî cenazeyê şervana Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêkanîna dermirovî hatiye kirin. Ev nêzîkatî ne cara yekeme, li beramberî van rêbazên hovane, jin û gelê me tu caran netirsiyan û bûn hêza avakirina azadiya xwe.

Hêzên Parastinê yên jin tu caran li hemberî vê hişmendiyê gav paşde ne avêtiye û wê ne avêje. Em dubare berxwedaniya Barîn Kobanê, Amara Rênas û Amargî Çiya bibîr dixînin. Van şervanên pêşeng tevî hemû êrîşên hovane yên dijî mirovahiyê jî, berxwedanî hilbijartibûn. Îro şervanên Hêzên Ewlekariya Jin jî li ser vê rê dimeşin.

Wek YPJ em xwe ji parastina hemû jinên Sûriye û cîhanê berpirsyar dibinin. Em van kiryarên dermirovî bi tundî şermezar dikin.  Em bang  li hemû kesî dikin ku li dijî hemû kiryarên ku rûmeta jin û gelan dişikînin, di şexsê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawaran de xwedî li mîreteya tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên fedaî yên li Helebê derkevin da ku berxwedaniya serkeftinê çêbibe.”