YPJ’ê encama civîna bi wezareta parastinê re eşkere kir
Fermandariya YPJ’ê encama civîna ku di navbera wan û wezareta parastinê ya Sûriyeyê de pêk hatibû bi daxuyaniyek eşkere kir.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hat, duh şandeyek ji fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê serdana wezareta parastinê ya Sûriyeyê kir. Armanca serdanê ew bû ku beşdariya YPJ’ê di nava artêşê de bê nîqaşkirin.
Der barê civînê û nîqaşên ku hatine kirin de fermandariya YPJ’ê îro daxuyaniyek nivîskî li ser malpara xwe ya fermî weşand
Daxuyanî wiha ye:
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên me yên Parastina Jin (YPJ) civînek bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra li dar xist. Ev civîn li ser daxwaza fermî ya fermandariya giştî hat lidarxistin da ku rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJ’ê ya nava Wezareta Parastinê û artêşa Sûriyeyê binirxînin.
Di çarçoveya temamkirina bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ku di navbera hikûmeta Sûriye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD de hatiye çêkirin, şêwazê beşdariya YPJ’ ya ji artêşê re hat guftûgokirin.
Pêvajoya tevlîbûna YPJ’ê ya nava artêşa nû nîqaş kirin
Di nava şandeya YPJ’ê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî, fermandara ketîba jinan a Lîwaya Qamişlo, Xalîsa Ayêd û berdevka ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal amade bûn. Di civînê de mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî pêvajoya tevlîbûna YPJ’ê hatin nîqaşkirin. Her wiha bal hat kişandin ser rol û girîngiya cihê jinan di artêşa nû ya Sûriyeyê de.
Bi awayekî erênî nêzî mijarê bûn
Wezîrê Parastinê bi awayek erênî nêzî mijara beşdariya YPJ’ê ya artêşê bû, anî ziman ku wê diyalog li ser formên pratîk ên dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de pêk bînin, bidomin.
Daxwaza berdana girtiyan jî hat kirin
Ev civîn piştî hevdîtinên navneteweyî û herêmî ku ji aliyê fermandariya me ve çêbûn, hat lidarxistin ku armanca van hevdîtinan nîqaşkirina pêşeroja beşdariya jinan di sazûmanên ewlehî û leşkerî yên Sûriyeyê bûn.
Di dawiya civînê de û bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê weke daxwazek mirovî, daxwaza berdana hevalên dîl hat kirin.