YPJ di têkbirina DAIŞ’ê de rolek girîng lîst
Di 31’ê Gulanê de ji bo piştgiriya YPJ’ê li bajarê Qamişlo meşek girseyî hatibû lidar xistin. Jinên ku beşdarî meşa piştgiriya YPJ’ê bûn anîn ziman ku YPJ’ê nûnertiya hemû jinan dike û gotin: “YPJ’ê bi hêz û têkoşîna xwe terora DAIŞ’ê têk bir.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Hikumeta demkî ya Şamê bi fikir, emel û hişmendiya xwe çiqasî dijeberê jin, destkeftî û nirxên jinê ne bi awayekê eşkere xwe dide der. Hikumeta demkî ya Şamê ku bi hişmendiya xwe ya desthilatdar qebûl nake jin di qadên siyaset û leşkerî de cih bigrin heta niha bi awayekî fermî YPJ’ê qebûl nekiriye. Di her firsendê de dijminahiya xwe ya li hember jin dide der. Jinên Rojavayê Kurdistanê li hember ev hişmendiya kujer xwedî helwestên tujin. Di qada civakî de bertekên jinên Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê bi giştî li dijî neqebûlkirina YPJ’ê zêde dibin. Jinên ji pêkhateyên cuda tekez kirin ku ew YPJ’ê hêz, hebûn û îradeya xwe ya sereke dibînin.
Jinên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku beşdarî meşa piştgiriya YPJ’ê bûn ji ajansa me re anîn ziman ku YPJ’ê hebûn û îradeya jinan misoger kiriye.
Cena Mela Hacî diyar kir ku YPJ nûnertiya tevahî jinên cîhanê dike û wiha got: “Em jin pêşengên şoreşê bûn. YPJ’ê hêz, hebûn û îradeya her jinê misoger kir. YPJ’ê li hemberî hemû komên terorîst şer kiriye û hebûna gelan parastiye. Pêwîst e mafên hemû jinan û hebûna YPJ’ê di destûra Sûriyeyê de were bicihkirin. Em ê her dem li kolanan bin û çalakiyan li dar bixin heta ku YPJ bi fermî were qebûlkirin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku rabin ser piyan û piştgiriya YPJ’ê bikin.”
YPJ’ê mil bi mil bi YPG’re şer kiriye û hebûna gelan parastiye
Şeha Seyîd da zanîn ku YPJ’ê hêza DAIŞ’ê têk biriye û wiha anî ziman: “Cejna Qurbanê li YPJ’ê û Rêber Apo pîroz be. Heya ku YPJ bi fermî neyê qebûlkirin em ê her dem çalakiyan li dar bixin. YPJ’ê mil bi mil bi YPG’re şer kiriye û hebûna gelan parastiye. Em hemû YPJ ne, YPJ’ê hêza DAIŞ’ê têk bir.”
Hikumeta demkî jinan ji siyaset û cihê biryardayînê dûr dixe
Menal Mihemed destnîşan kir ku hikumeta demkî jinan ji siyasetê dûr dixe û wiha pê de çû: “Piştî 14 salan ji têkoşîn û berxwedana YPJ’ê di qada leşkerî û parastina civak û çandan de îro hikumeta demkî YPJ’ê bi fermî qebûl nake. Bi îslama siyasî û radîkal dixwaze hêz, hebûn û îradeya jinan tune bike. Hikumeta demkî jinan ji siyaset û cihê biryardayînê dûr dixe. Li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de jinan xwe nîşan daye. YPJ hebûn û nasnama me ye, bi YPJ’ê mafên jinan li hemû qadan dê bikevin bin temînatê.”
Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat nasîn
Aqlîma Hisên jî bal kişand ser rola YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de û wiha got: “Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat nasîn, YPJ’ê li Kobanê, Serêkaniyê, Efrîn, Reqa, Tebqa û Dêrazorê têkoşîneke bêhempa daye meşandin û gelek destkeftiyên pîroz bi dest xistin. Em ê weke jin û dayîk heya dawî piştgiriya YPJ’ê bikin. YPJ’ê roleke girîng di têkbirina DAIŞ’ê de lîstiye. Heya ku Yekîneyên Parastna Jin neyê qebûlkirin em ê her roj li kolanan bin.”