YJK-E bang li jinan kir ku beşdarî kampanya nameyên ji CPT re bibin

YJK-E ji bo beşdarbûna kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê re ku li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, bang li her kesê kir û got: “Jin dê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku dixwazin li ser Rêber Apo pêk bînin, hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna kampanyaya li dijî pergala îşkenceya li Îmraliyê ya şandina nameyan a ji CPT'ê re kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hatiye îsbatkirin ku welatên Ewropa û NATO’yê bi bêdengiya xwe rê li ber vê derqanûniyê vekirine û bûne hemtawanê vî sûcî. Her wiha divê CPT jî agahiyên rast bide gelê Kurd. CPT rapora xwe ya serdana xwe ya di sala 2022’yan de ya li Îmraliyê pêk anî, hê jî li gel raya giştî parve nekiriye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.

‘Meclisên me yên jinan hezar û 71 name şandin’

Ji bo ku CPT vê berpirsyariyê bi cih bîne di çarçoveya pêngava TJK-E’yê de me weke YJK-E’yê li Ewropayê  kampanyaya nameyan daye destpêkirin. Di hefteya pêşîn a kampanyayê de meclisên me yên jinan bi şiara; ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ bi xwedîderketineke mezin kampanyayê bi rê ve birin û 1071 name şandine.

Banga beşdarbûna kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re

Heya ku azadiya Rêber Apo were mîsogerkirin wê çalakî û kampanyayên me bidomin. Weke jin em ê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku dixwazin li ser Rêber Apo pêk bînin, hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Di çarçoveya kampanyaya me ya ku berdewam dike, di serî de sazî û rêveberên me, em bang li hemû jinan dikin ku piştevaniyê bidin têkoşîn û kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re.’’