Yenar Mihemed hate qetilkirin

Seroka Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê li Bexdayê hate qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Navenda Rêxistina Alternatîf a Komunîst a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Rêxistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed di encama êrişeke terorîstî de li ber deriyê mala xwe a li Bexda hate qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “îro di saet 09:00’an de, Seroka Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê Yenar Mihemed dema ku li ber mala xwe bû ji aliyê du kesên li motosîkletê siwar hate gulebarankirin. Piştî ku ew bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

Yenar Mihemed yek ji jinên herê navdar û çalakvan yên Iraqê bû ku bûbû dengê jinên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbû.

Di heman demê de, Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê ji azadîxwazan, tevgerên femînîst û mafên mirovan yên li Iraq û cîhanê re sersaxî xwest.

Di heman demê de, Rêxistina Azadiya Jinan ya Iraqê têkildarî qetilkirina Yenar Mihemed daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin; “Em van sûcên terorîstî yên tirsonek bi tundî şermezar dikin û wan wekî hedefeke rasterast a têkoşîna jinan, nirxên azadî û wekheviyê dibînin. Em ji rayedarên peywendîdar dixwazin ku demildest lêpirsîn derbarê êrişê de bê destpêkirin, êrişkar û kujer werin tesbîtkirin û hesab ji wan bê xwestin.”

Yenar Mihemed, tevahî jiyana xwe ji bo parastina mafê jinan û kesên ku ji tundûtijiyê rizgar bûne veqetandibû. Tevê gelek gefan jî wê ji têkoşîna xwe ya parastina mafê jinan berneda.