Yemen di nava welatên herî zêde ji şewba kolerayê bandorbûyî de cih digre

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmarên tirsnak ên di sala 2025’an de li Yemenê derbarê şewba kolerayê û zikêşê ya giran de hatine jiyîn eşkere kir. Ev rewş, nîşan dide ku Yemen di nav welatên herî zêde bandorbûyî yên cîhanê de cih digre.

Navenda Nûçeyan- Şewba kolerayê ya li Yemenê, ji ber gelek sedemên mîna hilweşîna binesaziyê û xizmetên tenduristiyê yên ji ber pevçûnên berdewam, belavbûna ava qirêj, kêmbûna xurekê û kêmbûna derman û karmendên bijîşkî, bi awayekî gelemperî û diyarker didome.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), duh di rapora xwe ya nûvekirina şewba kûrewî de, diyar kir ku li Yemenê di sala 2025’an de kolera û zikêşa giran bi awayekî metirsîdar zêde bûye û ji ber vê yekê Yemen hebûna xwe ya mîna yek ji welatên herî bandordar ên cîhanê didomîne.
WHO’yê, ragihand ku di sala 2025’an de li Yemenê 93 hezar û 496 bûyerên gumanbar ên kolerayê û zikêşa giran hatine ragihandin û di encamê de 248 kes mirine. Ev yek bi mirina 277 kesan a ji her 100 hezar bûyeran re, rêjeya sêyemîn a herî bilind a mirinê ya li cîhanê temsîl dike.

Yemen di şewba kolerayê de di rêza duyemîn a cîhanê de ye

Li gorî raporê, piştî Efganistanê Yemen di sala 2025’an de welatê duyemîn bû ku herî zêde şewbên kolerayê lê hate jiyîn. Her wiha Yemen, piştî Sûdan û Efganistanê di herêma Deryaya Spî ya Rojhilat de di aliyê ragihandina herî zêde bûyer û mirinan de, di rêza duyemîn de ye.

Di Kanûna 2025’an de bûyerên kolerayê zêde bûn

WHO’yê, diyar kir ku di Kanûna 2025’an de tenê hezar û 521 bûyerên nû hatine tomarkirin û ev rêje li seranserê cîhanê di meha Kanûnê de sêyemîn rêjaya herî bilind a cîhanê ye. Di sala 2025’an de, li seranserê cîhanê bi giştî 614 hezar û 828 bûyer hatin rapor kirin û ji van 7 hezar û 598 bûyer bi mirinê biencam bûn. Ev bûyer, li 33 welatên cûda hatin ragihandin.