Yelda Ehmed a Efgan: Bi têkoşîna me ya hevpar 25’ê Mijdarê dê watedar be

Derûnnasa Efganî û aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed, jinên ku di bin zexta Talîbanê de her roj têdikoşin bi bîr xist û da zanîn ku 25’ê Mijdarê, roja piştevanî û bi têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê ye.

BEHARÎN LEHÎB

Efganistan – 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî, ne tenê rojek di salnameyê de ye, wek bibîrxistina têkoşîna demdirêj a rûmeta mirov, azadî û mafê jiyana bê tirs derdikeve pêş. Jinên li çar aliyê dinyayê, rastî cûdaxwazî û tundiyê tên, jinên Efganistanê yek ji demên herî zor ên dîroka xwe dijîn.

Bi vegera Talîbanê re, zivrîneka tundiya pergalî, zagonî û civakî li dijî jinan kûr bûye. Perwerdeya zarokên keç tê qadexekirin, beşdariya jinan a jiyana xebat û civakî tê astengkirin, binçavkirinên kêfî, îşkence, destdirêjî, tecawîz, komkujî, zewaca bi zorê û pêkanînên ku jiyana rojane qedexe dike, zêde dibe. Di nava van şertan de jinên Efganistanê, hem ji bo parastina mafê xwe, hem jî ji bo jiyana xwe bi awaye azad bidomînin, têkoşînek cidî dimeşînin.

‘Jin di bin tundiyê de jiyana xwe didomînin’

Derûnnasa Efganîstanî û aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî, peyamek ku balê dikşîne ser piştevaniya jinan a li seranserê dinyayê, weşand. Yelda Ehmed diyar kir ku tundî sînor, nijad, welat, zayend an jî ol nas nake û got: “Hûn dikarin van îfadeyan di gotar û nivîsan de bibînin. Lê belê îro, rastiya bi êş a hemû welatên di dinyayê de ne. Zarok û jinên dinyayê, li welatên cûda, di bin cûreyên tundiyên de hewl didin jiyana xwe bidomînin.” 

‘Jin berxwedanê didomînin’

Yelda Ehmed, bal kişand ser Filistîn û Îranê û wiha got: “Li Filistînê, jin, zarok û hemû mirov, her roj rastî tundiyên cûr be cûr tên û jiyana xwe winda dikin. Li Îranê jin, hewl didin di nava zexta rejîmê û tundiyê de jiyana xwe bidomînin. Jinên li van welatan, li dijî tirs û zextê li berxwe didin.”

‘Ji bo bidawîbûna tundiyê, têkoşîna hevpar şert e’

Yelda Ehmed bal kişand ser rewşa ku Efganistan di nav de ye û wiha bidawî kir: “Mirovên welatê min, bi taybetî jin, her roj tundiyê dijîn. Rojên xwe bi fermanên Talîban ên dijminê jinan û zilmkar, xayîn û ji xwînê xwe têr dike, derbas dikin. 25’ê Mijdarê, bi têkoşîna hevpar a jinên pêşketî ên dinyayê û mêr jî di nav de hemû mirovahî rabin ser lingan û bi piştevaniyê, li dijî tundiyê têbikoşin û ji bo bidawîkirina tundiyê, bi têkoşîna hevpar wê wate qezenc bike.”