Yekîtiya Parlementerên Jin ên Kurd: Bêdengî hevkariya sûc e

Yekîtiya Parlementerên Jin ên Kurd bang li YE, NY ku li dijî êrîşan berteka pêwîst nîşan nadin û sazî û rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên jinan kir ku ji bo carek din tundiya wehşî li dijî jinan û sûcên şer dubare nebin seknek berpirs raber bikin.

Navenda Nûçeyan Yekîtiya Parlementerên Jin ên Kurd têkildarî êrîşên komên çeteyên cîhadîst ên Heyet Tahrir el- Şam (HTŞ) ku desteka xwe ji dewleta Tirk digre, li dijî Kurdên li Helepê pêkanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrîş bi tundî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em wek parlementerên jin ên Kurd li Kurdistan û diasporayê dijîn, êrîşên çeteyên bi çek û hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê li dijî taxên Kurdan Şêx Meqsûd  û Eşrefiye yên Helebê bi tund şermezar dikin. Ev êrîşên ku bi eşkere sivîl, jin û zarok kir hedef, polîtîkaya paqijiya etnîkî û bi zorê ji cihê xwe koçkirine.”

‘Polîtîkaya tunekirin û koçkirinê’

Di daxuayniyê de hate diyarkirin ku tiştên li Helebê hatin jiyîn rewşek ku ji îdeayên ewlehî û aramiyê wêdetire û ev tişt hate gotin: “Eve polîtîkayek ku gelê Kurd dike hedef, bi awayek sîstematîk dixwaze gelê Kurd tune bike û bi zorê koç bike ye. Li Sûriyeyê tişta ku aramî û ewlehiyê pêkbîne, îradeyek siyasî ya muzekereyî ku rê li ber aştiyê vekeye. Di her mudaxeleya navenetwî û herêmî ku vê derfetê berteraf bike, wek li Helepê, wê rû bi rûyî berxadanek bi hêz a gel were. Îhtilama avakirina pergelek tekî ku destekftiyên gelê Kurd dike hedef, li Sûriyeyê dewama rejîma Esad e, ji bo komkujiyên nû derî di veke.

Berteka li dijî bêdengiya navnetewî

Em di serî de YE, NY ku li dijî êrîşan berteka pêwîst nîşa nedayî, sazî û rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên jinan vedixwînin ku ji bo carek din tundiya wehşî li dijî jinan û sûcên şer li Helebê hatin kirin dubare nebin seknek berpirs raber bikin.

'Em li gel Rojava ne'

Em wek parlementerên jin ên Kurd, ji dil can îlan dikin ku em li gel gelê xwe yê li Rojava ne. Em bawer dikin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd tu hêzek a bi çek naşkêne. Di serî de gelê Kurd ê ku li berxwe dide, em têkoşîna hemû gelên xwe yên azadiyê û berxwedanan wan ji dil silav dikin.”