Yekitiya Jinên Ermen li ser rola jinan di aştiyê de komxebat li dar xist

Yekitiya Jinên Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek bi navê “Rola jinan di avakirina aştiyê û pêkanîna edaleta demkî de” li dar xist.

Hesekê – Yekitiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek bi navê “Rola jinan di avakirina aştiyê û pêkanîna edaleta demkî de” bi tevlîbûna bi dehan endam û nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê li hola Xabûr a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Di komcivîna bi du mijaran bi navê “Sûriyeya nû ber bi ku derê ve diçe” û “Rola jinan di avkirina aştiyê û pêkanîna edaletê”  hatin nîqaşkirin.

‘Jin bi têkoşîna domdar destkeftiyên xwe diparêzin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekitiya Jinên Ermen Guhar Xicadoriyan tekez kir ku nêrîn û rola jinan li Sûriyeyê esas e û wiha got: “Jinan bi tevahî hêza xwe li hemberî ferasetên baviksalar têkoşiyan. Piştî Şoreşa Rojava li hemberî hemû paşverûtiya DAIŞ’ê tekoşînek bêhempa meşandin û cîhanê ji terorê xelas kirin, bi têkoşîna xwe ya domdar destkeftiyên xwe parastin.”

‘Sîstema Rêveberiya Xweser mînaka wekhevî û edaletê ye’

Mijara yekemîn a bi navê “Sûriyeya nû  ber bi ku derê ve diçe” ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ermenî Sîlda Sîmoniyan ve hate birêvebirin. Sîlde wiha got: “Di vê pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe de, em bi rastiyek nû ya tijî dijwarî û hêviyan re rû bi rû ne, ji ber Sûriye hewl dide ji çerxa şer a 14 salanderkeve. Lê bi hatina hikûmeta demkî ya Şamê û kiryarên ku li dijî gelan pêk tîne, bi taybet li peravên Sûriyeyê, em dibînin ku xeteriyek mezin li pêşiya Sûriyeyê ye. Sûriyeya ku fermandar û rêveberên wê destên wan di xwîna civakên Sûriyeyê de heye, destê wan di koçberkirina gelê Sûriyeyê de jî heye. Civaka Sûriyeyê vê yekê qebûl nake û Sûriyeya nû bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ji bo ku em bikaribin bibêjin Sûriyeya nû yan jî Sûriye ber bi avakirina wekhevî û edaletê ve diçe pêwist e mînak ji projeya Rêveberiya Xweser were girtin û pêkanîn.”

Paşê nîqaş li ser girîngiya pêkanîna pergala neteweya demokratîk di sîstema nû ya Sûriyeyê ku di riya wê de mafên hemû kesên li Sûriyeyê were parastin hatin kirin.

‘Edalet û aştî bi hebûna jinan pêkan e’

Mijara duyemîn a bi navê “Rola jinan di avkirina aştiyê û pêkanîna edaletê”  ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ermen a Qamişlo Sîta Kerbo ve hate dayîn û wiha anî ziman: “Şer bandorên kûr li ser jinan kiriye. Ji destpêka şerê Sûriyeyê ve, jinan di bin sîstema rejîma dîtkator de êş kişandine û ji mafên xwe hatine mehrûmkirin. Di Şoreşa Rojava de jinan di bin pergala neteweya demokratîk de xwe birêxistin kir û li hemberî sîstemên nijadperest û desthilatdar têkoşînek mezin di her warî de meşandin heya pergal hilweşiya. Bi hatina hikûmeta nû ya demkî careke din sîstema rejîmê tê dubarekirin û rola jinan tê redkirin. Sûriye dê bê hebûna jinan ne Sûriyeya nû, bi edalet be. Divê Sûriyeya pêşerojê li ser nirxên azadî, welatparêzî, wekheviyê ava bibe, dûrî hemû cureyên tundî û zordariyê be. Divê jin di avakirina Sûriyeya nû, adil û wekhev de xwedî rol û pergala hevserokatiyê bin.

Di berdewama komxebatê de hat gotin ku sîstema hikûmeta Şamê ya demkî dide meşandin dûrî aştî û edaletê ye û ji bo pêkanîna edaletê û avakrina Sûriyeya azad û wekhev rola jinan roleke bingehîn e.

Komcivîn bi encamnameyek ji aliyê Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî Losnak Kavoriyan ve hat xwendin, bi dawî bû.

Encamname wiha bû:

“Em  weke Yekitiya Jinên Ermen xwe parêzvan dibînin û xwedî li doza xwe derdikevin. Em li bendê namînin kes mafên me bide me, em ê bi destên xwe mafên xwe misoger bikin. Edalet ne sloganek e, em her roj ji bo pêkanîna wê dixebitin. Sûriye ber bi ku ve diçe? Bêyî edaletê aştî ne pêkan e. Sûriyeya ku em xeyal dikin, li ser jibîrkirin an lihevkirina siyasî nayê avakirin.

Divê pêşeroja me li ser van bingehan be:

* Bidawîkirina şîdeta li ser gelên Sûriyeyê û ewlehiya ku yekitiya xaka Sûriyeyê misoger bike.

* Divê jin di cihê biryardayînê de xwedî rol û misyon bin.

* Divê komîsyonek taybet a jinan ji bo pêkanîna edaletê were avakirin.

* Divê sûcên tundiya zayendî û koçberkirina bi darê zorê werin belgekirin.

* Çareserî ji bo jinan ew e ku sîstema li Sûriyeyê pêk were sîstemek ne navendî be.

* Qedexekirina gotinên nefretê li dijî kêmar û pêkhateyên li Sûriyeyê.

* Zagonên ku mafên jinan neparêzin divê werin rakirin û zagonên bi destên jinan werin nivîsandin.”